Rewşa Mûzîka Kurdî
Çavkanîya gelêrî-dîrokîya
Mûzika Kurdî Dengbêjin.Hêmanên bingehîn a Muzîka Kurdî
Dengbêj,Stranbêj,Lawikbêj ve Çîrokbêjan e.Dengbêj xwedî hiş û
dengekî bihêzin.
Her wiha ji ber ku li
erdnîgarîya Kurdistanê her tim digerin pêkanîna hişmendîya netweyî
de rolekî girîng leystine.Ji Kurdistanê bi hezaran dengbêj
derketîye. Evdalê Zeynikê ku di sedsala 17an jiyaye,Selim
Slêman,Kawis Axa,Meyremxan,Hesen Cizrevî,Qerebetê Xaco,Îsa Berwarî
jî hin dengbejên ku cara pêşî tê hişa mirov.
Rewşa Muzika Kurdî ku di serdemên navîn,nû mijareke lêkolîneke.Niha
tenê nêrinek giştî ser Muzika Kurdî kirin.
Di Muzika Kurdî de keşêya herî girîng nebûna pêşesazîya Mûzika Kurdî
ye.Arîşeyek din jî ku vê arîşe hemû mijaren diyar dibe ji nebûyîna
dewleekî navendî û serbixwe ya Kurdistanê ye.Ji ber wan pisgirêkan
riheke hevbaş a Mûzika Kurdî pêk naye.Meselyek din ku zirarê dide
Mûzika Kurdî ,wergerandin û talankirina bir sedan klam û stanên
Kurdî ye.Çi heyfe ku, gelek caran ev talan bi destê Kurdan tê
çêkirin.
Radyoyên Bexda,Tehran û Êrîvan pêşketina Mûzika Kurdî de rolekî
girîng leystine. Mihemed Arif Cizrevî,Meyrêmxan,Hesen Cizrewî,Hesen
Zîrek Aram Tigran,Şakiro,Qerebetê Xaco,Eyşê Şan û gelek navên din bi
wan radyoyan dengên xwe gihandine guhdarvanên Kurd.
Di Muzika Kurdi de herî zêde di şêweyên mûzika gelêrî a Kurdî,mûzaka
gelerî aKurdî yê modernizekirî, modern(pop-rock-cazz-pop
folk,etno-rock…) û şêweya Dengbejî deberheman tê hilberandin.Kurd
hilberîna xwe ya muzikal bi hûnermendên Şakiro, Mehemed Şêxo, Tehsin
Taha, Qarabete Xaço, Seid Yusuf ,Seid Hesen,Hesen Zîrek hatiye roja
îro edî karine ku perisînin binesazîyake modern.Îro Mûzika Kurdî
xwedî hunermendên wek Ciwan Haco û Şivan Perwer ku di qada
navneteweyîde bi navûdengin.
Di demên dawî Muzika Kurdî bi hevrastê Mûzika Cihanî xebatên
modernize kirî tên kirin -ku divê wisa be-.
Ceribandinên pêşîn yê mûzika modern a Kurdî ji hin dordorên
kevneperest ve bi tûndî hat rexne kirin jî pêwistîya vê yekê hêdî
hêdî hat têgihîştin.
Xebat û hilberîna di dengbejî û Mûzika Gelêrîya Kurdî de divê were
piştgirî kirin heta,xebatên bi vê şêweyî ne bi dengekî xirab li gorî
standartên(yekgirtîyên) sounda Cihanî divê bêne pêkanîn.Divê
cûdahîya Mûzika Kurdî jî ji mûzikên din li Cihanê bûne “hît” ev
be.Divê hilberîna mûzika Kurdî ji rehê xwe qut nebe.Tenê bi vê avahî
mayîndeyî tê pêk anîn û rê li ber bêesilkirinê tê girtin.Her weha
asêyîya ku mûzika Tirkî û hin mûzikên milletên din ketine ewê mûzika
Kurdî rizgar be.Ger mûzik ji çavkanîya xwe sûdmend be û geş be bi vî
rengî dikare hêmanên mayîndeyî û biwespî bixûnife.
Lê belê wateya bêesikirinê ne dijî derketina mûzika modern e.Hemû
awa û şêweyên ku di mûzikên Cihanê de tê bikaranîn di mûzika Kurdî
de jî beyî ku dejenere bikin divê were bikaranîn.Her Kurdekî ne
divêtbare ku mûzika gelêrî a Kurdî hez bike.Divê mûzika gelêrî a
Kurdî were çêkirin,were parastin,were pêşxistin,were teşvîq
kirin,were dorfirehkirin lê raste ku herkesî re were ferz kirin.
Ger ciwanekî Kurd biwaze
mûzika rock guhdarî bike divê ev bikaribe ku bi zimanê xwe vê şawayî
guhdarî bike.Di mûzika Kurdî de divê rock jî, cazz jî,ragge jî,blues
jî,hip-hop jî,punk jî,disco jî ango hemû şêweyan were pêşxisitin.Li
vir de xala girîng qeliteya mûzika ku tê îcra kirin e. Li şûna
zalveyê divê pêşxistin were esas girtin.Ando di mûzika Kurdî de rock
çêkirin ev rock li gor pîvanên mûzika Kurdî be.
Di mûzika modern a Kurdî de rola Ciwan Haco dîrokîye.Têr neke jî îro
bi saya riya ku Ciwan Haco vekirîye,gelek albûmên bi awayên
rock,pop-folk,pop,ent-cazz û hwd. ketiye nav arşiva mûzika Kurdî.Ger
derbarê yekem pêşengên mûzika Kurdî behs bikin.Divê navê Koma
Wetan,Abbas Ahmed,Koma Dengê Azadî,Koma Aşitî jî ji bîr nekin.
Rewşa hilberîna mûzika Kurdî ya îroyîn ne ewqas geş e.Di mûzika
gelêrîya Kurdî xwedî zerengîya(kapasîte) çêkirin û kirînê hebe jî bi
giştî di gelek awayan de xebatênbê qelîte ber guhdarvanên Kurd tê
danîn.Mixabin Kurdistana Azad ku di gelek waran de erka xwe ya
peşengîyê pêk tîne di warê mûzika Kurdî de nikarîye bike.
Em dibînin ku li
Kurdistana Bakur xebatên biwesp heye lê li gel vê yekê bazara mûzika
Kurdî ku bere derdora %20an bû niha ketiyê derdora %5an.Li gel vê
xebatên bêqelite û bêpûte jî zêde bikin qambaxîya rewşê derdikeve
holê. Her wiha gûhdarvanên Kurd ne tenê ji ber bêhişmendi û
bêhîsîyên xwe berê xwe didin mûzikên bi zimanên din,li gel vê yekê
dernexistina alternafên baş ji aliyê mûzisyen û mûzikçêkerên Kurd
dibe egera vê yekê.
Li Kurdistana Azad li gorî Kurdistana Bakûr û perçeyên din hilberîna
mûzika Kurdî gelek zêdeye lê piranîya wan berheman sed mixabin ne
hêjayî guhdarkirinê ne.Heman bêwespî di klibên ku Kurdistan Azad de
tê kişandin de jî heye.
Şermezarîya Stenbolê
Tiştê ku mirov pirr eciz dike ewe him bi taybetî li Kurdistana
Azad,him jî li Kurdistan Bakûr û li Ewrûpa mercên afirandinê hemû
imkanan heye lê gelek hûnermend diçin li Stenbolê albûmên xwe tomar
dikin.Ev yek bo Kurdan cihê şermezarîek mezin e.Ev rewş nîşanî
dûrbûna ji nirxên sincî û netewî a hin hûnermên û produktorên Kurd
nîşan dide.Îro ev navend diviya bû ne Stenbol Hewlêr û Amed
bûya.Mûzika Kurdî ku çerxa berjewendî û dêkûdolaban a Unkapanî de
were afirandin bila tu kes pêşketin ji mûzika Kurdî hêvî neke.
(Amedekar: Serhad B.RÊNAS)
REKLAM
|
 |
|