|
10 Kewçêr 2006
ALBÛM
Ji çîrokên jiyana kurdan albumeke
nû: Serayê
Albumeke
nû derket ku têde bi têra xwe motîfên kurdan, êş û evîna kurdan
heye. Albuma kurdewarî ya bi navê “Serayê” ya Delîl Dîlanar bi
hevkariya Kom û Mîr Muzik derket.
Cemil Oguz / ANF
Dîlanar niha bi albuma xwe ya sû “Serayê” derket pêşberî guhdarên
xwe. Album bi giraniya stranên gelêrî, dengê Dîlanar ê denbêjkî wisa
dike ku albumê dide hezkirin.
Strana denbêj Şakiro bi navê “Serayê” ku stranê navê xwe li albumê
jî kiriye, digel salên dûvedêrj kevn nebûye, niha ji devê Delîl
Dîlanar careke din herikiye. Careke din ji “Serayê” evîn, newaya ku
mirovan evîndar dike pêl dide, mirovan sermest dike.
Di “Serayê” de evîna kesek li hemberî keçika delal Serayê heye, hest
hene; evîndar negihîje evîna xwe jî hêrsnebûyî ye, hez dike.. Tam di
dema ku mirov evîndarê Serayê dibe de, strana “Qasimo” tê xwe li
mirov diqelibîne; wekî ku bibêje li derekê evîn hebe êş jî heye.
Wekî ku çawa dinya li ser hevkêşeyan e, albumê dinya ji xwe re mînak
girtiye û album jî li ser hevkêşeyan hatiye sazkirin: Li aliyeke
evîn û ‘Serayê’, aliyê din ‘Qasimo’ û êş.
‘Qasımo’ birîneke, birîneke ku debar nabe, dibe sedema herikandina
hestiran… Di nav kurdan de çawa ku birîn qet debar nebûne, mirin
nehatine rawestandin, hawar bi dawî nebûne; ji miranan mirineke din
e, ji êş û qîrîna dayiyekekê êş û mirineke din e “Qasimo”.
Ji dengê Delîl Dîlanar êlerzok, ê dilan dilerizîne, êşan berhev dike
ser hev, diherike gotinên, “Gulekê li nava meydanê berî bedena
Qasimê lawê Meyro dan” û dilê mirov diêşîne, êşê di nav kêliya herî
biçûcik a laşê mirov de dide hîskirin.
Û her du stran jî stranên herî dirêj ên albumê ne, her yek ji wan 8
deqîqe û kisûratekê pêk tên; yek 8 deqîqe û kisûraketê êşê dide
kişandin, ya din bi ew qas demî evînê dide hîskirin…
Dûre, em derbasî “Hêy Yeman” dibin, distrê; "Ev çi demeke zor û
zehmet e" û ji dem û zemanê, ji dîroka kurdan zor û zehmetiyê pêşkêş
dike, wekî dema zor û zehmet ku em hê jî têre derbas dibin…
Strana “Zar bûma” tê xwe li me diqelibîne, bi anonsa Radyoya
Yêrîwanê ku dibêje, “Guhdarên ezîz niha em Aramê Tîgran guhdarî
dikin ji Radyoya Yêrîwanê” û xweş bûye destpêka stranê, bi wê
xweşiyê didome; Daxwaza zarokatiya me, bêriya her kesî ya li
zarokatiyê tîne ziman, tevî muzîka Aramê Tîgran di “Zar bûma” de.
Albumeke dikare bibe çîroka jiyanekê? Dikare di her strana xwe de
kîteyan ji jiyana kurdan pêşkêş bike tevî muzîka xwe ya êşbar û
çêjbar û dikare we bigere nava xwe, carinan kêf bide, carinan êş
bide… Bersiva van gişan ‘Erê albumeke dikare van pêşkêş bike’ ye.
Albuma “Serayê” jî albumeke wisa ye. Encax hûn dikarin vê hîs bikin,
ji bo hîskirinê divê hûn bi wê erdnîgariyê bizanibin, divê hûn
bikaribin wê erdnîgariyê bibînin, hîs bikin…
Di albumê de tişteke din jî derdikeve holê: Ger ez bibêjim stranên
dengbêjan zêdetir li Dîlanar tên, yên derveyî van li wî naçin û wekî
mînak jî ez ‘Ez welatim’ nîşan bidim, ez bawerim ezê ne şaş bim. Di
“Ez welatim” de heta niha şêwe û muzîka ku gelek caran hatiye
bikaranîn, her wiha gotinên ku gelek caran hatine vegotin hene û
Dîlanar van pêşkêş dike.
Û straneke “Ez azadîxwaz im” ku gotinên wê aîdê Cegerxwîn in, berê
ji aliyê Nîzamettîn Arîç ve hatiye strîn jî heye. Û ev stran jî li
şêweya Dîlanar neçûye û bi ya min li Arîç baştir çûbû.
Di dawiyê de ez dikarim bibêjim stranên "Xeyidî me" û "Hey Yeman" jî
bi muzîka xwe ya herikbar, temeke cihê û xweş dane album; Û bi ya
min kesên ku kurdî hinek dizanin, hestên kurdewarî fêm dikin dê ji
album hez bikin.
REKLAM
|
 |
REKLAM
|