muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
15 Sermawez 2006

ALBÛM                                                                       Albûmên nû yên Rojda,Destan,Jêhat û Bekîr Elî derketin

 

4 albûmên nû tevlî arşîva mûzîka Kurdî bûn.Albûma Rojda ya bi navê "Sebra Min",albûma Destan ya bi navê "Yek Yek" û albûma Jêhat ya bi navê "Kom Bibin" û albûma Bekîr Elî "Tobe".

MUZIKKURD.com

Rojda û yekem albûma solo "Sebra min"
 

Rojda ku karîyera xwe ya mûzîkê bi salan nava koma Gûlên Xerzan meşand û herî dawî bi komê re albûma "Rûkena Min"(2005) derxistin û niha bi yekem albûma xwe ya solo pêşberî hezkirîyên xwe ye.

Rojda herî zêde bi kilama "Hêlîmê" hate naskirin û bi şîroveya xwe ya bê hempa ya kilamên Kurdî bal kişand.

Albûma "Sebra min" ji 12 stranan pêk tê.Bi aranjorîya Alaettin Aykoç de şêwazekî nû derketîye holê.Mûzîka gelêrîya Kurdî û mûzîka elektronîk bişiklekî biparseng hatine cem hev.

Li hev hatina vê 2 şêweyên cûda derîyek nû vekirîye bo mûzîka Kurdî.

Yekem klîba vê albûmê jî li Kurdistana azad ji alîyê derhênerê bi navûdeng Hisên Hesen ve bo strana "Xerîba Beyanî"  hatîye kişandin.Wisa xuyaye ku "Sebra min" livek bîne bazara mûzîka Kurdî û bi vê albûma dê Rojda ji nû ve ji navê xwe bide behs kirin.

 

Destan û "Yek Yek"

Hunermend Destan albûma xwe dûyemîn ya  bi navê "Yek Yek" pêşkeşî mûzîkhezên Kurd kir. "Yek Yek" bi şêwaza pop-folk hatîye çê kirin.ji xeynÎ strana "Yek Yek" ku bi temamî bi şêweya pop-dîsko hatîye amade kirin di albûmê de bandora mûzîka gelêrîya serdest e.

Di albûmê de hunermendên wek Şivan Perwer,Bawelya, Hekîm Sefkan,Zinar Sozdar,Ganî Nar û Hozan Aydin bi dengên xwe dewlemendîyek dane albûmê.Mixabin dîsa jî "Yek Yek" ji vasat bûnê xilas nebûye.Albûm ji Medya Mûzîkê derketîye.Hate zanÎn ku wê yekem klîp bo strana "Yek Yek"  were kişandin.

Albûma duyem ya Bekîr Elî yê ji başûrê Kurdistanê "Tobe"

Bekîr Elî yê ji Kurdistana azad(başûrê Kurdistanê) piştî albûm xwe ya yekem ya bi navê "Terzay Koç" niha jî albûma xwe ya nû "Tobe" derxist.Di  "Tobe" de 10 stran cîh digrin.Albûm ji Çira Musikê ve li Ewrûpa û li Kurdistana azad hatîye belav kirin.Ji 10 stranan 9 stan bi zaravaya Kurdîya Jêr(zaravaya soranî) û stranek jî bi Kurdîya jor(Kurmancî) ye.Albûm ji alîye qelÎteya tomar kirinê de albûmek qels e.  


Jêhat bi "Kom Bibin" derket

Jêhat bi albûma xwe ya yekem ya bi navê "Kom Bibin" tevlî karwana mûzîka Kurdî bû. Şêweya "Kom Bibin" bi giranî mûzîka gêlerîya Kurdî ye.

Pêywendîdar- Kurtejiyana Rojda  /  Malpera Rojda  /  Malpera Destan

MP3 - Straneke bo nasandinê ji albûma Destan ya "Yek Yek"

Klîp - Klîba Rojda "Xerîba Beyanî"

 






 

REKLAM

 

REKLAM

 




muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music