muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
15 Sermawez 2006

ALBÛM                                                                       Rotînda û Albûma wî ya dawîn"Jan-ar"

Etem FERQÎN / HAWAR-DENGÛBAS

Albûma nû ya Rotînta bi navê "Jan-ar" piştî Ewrûpa li bakûrê Kurdistanê jî derket.Janar albûma 6.emîn ya Rotîndayê.

Rotînda hunermendeke girîng mûzîka Kurdî ya hemdem e û rola wî di berfirehtir bûna qada livîna mûzîka Kurdî de nayê înkar kirin.

Rotînda him bi bikaranîna deng rengên rojavahî berfirehtir kirina baweşîna mûzîka Kurdî alîkarî kir û him jî bi nêzîk bûna xwe ya berpirsyar mûzîka Kurdî ya gelêrî beyî ku bingeha wê xera bike pêşkeş kir.

Janar pêşketina mûzîka Rotînda nîşan nedaye

Mixabin di albûma dawîn de  bi şarezarîya wî ya mûzîkê pêşketina mûzîk qelîteya ku her albûma Rotînda de bilinditir dibû wek sekinîye xuya dike.

Stranên albûma "Janar" mixabin tama stranên wek "Diçim diçim" ,"Na na" û "Çi bikim" a "Sîser"ê, "Benda teme","Bihuşt", "Gimgimê" ya "Naygotin" an jî "Felek" ,"Li te gerîyam" û "Şehnaz"a "Li te gerîyam" nade.

"Jan-ar" ji alîye hunermendekî nû ve hatibûya çêkirin em dikarîbûn bêjin albûmeke gellek serkeftîye. Lê mirov bi avayekî xwezayî ji ber pêşketina giştî ya mûzîka Kurdî û Cîhanî,pêşketina teknolojîyê û rabirdûya mûzîkal ya Rotînda albûmek pêştir û cewaztir hêvî dike.Divê vê nirxandin jÎ li gor vê yekê were fam kirin.Bê guman bi giştÎ "Jan-ar" ne albûmek xirab e.

Di "Janar" de 12 stran cîh digrin.Bi taybetî di staranan de bê ahengîya gotinên stranan derdikeve pêş.Di albûma "Sîser" de newayên cazz di "Naygotin " de jî newayên rock bi avayekî biaheng hatibû pêşkeş kirin   Rotîndayê de."Li te gerîyam" jî ne wek wan 2 albûman be jî jî di hundirê xwe de xwedî ahengê bû.

Di her albûma Rotînda de derketina pêş ya şêwazekî ji alîyê pêşketina mûzîkê de nîşaneyek baş bû.Her wiha di albûmên "Naygotin" û "Li te gerîyam" de bikaranîna koma kemanan ya senfonîk jî kurahî û bedewîyek nû tevî mûzîka Rotînda dikir.

Lê di "Janrar" de tevlîhevîya bêqerarîyê şêwazê xwe nîşan daye.Di "Janar" motîfên pop-dîsko jî bi piranî hatine bikaranîn lê mixabin ji alîyê sound û aranjeyê de ji asta mûzîka cîhanê paş de maye.

Wek tê zanîn teybetmendîya mûzîka Rotînda de "peyam dan" jî cihekî girîng digre.Peyam dan bo tevgera rizgarÎya Kurdistanê û bo hişmendîya gel rolekî pozÎtîf dileyze.Lê endîşeya "peyam dan" ê di "Janar" bi rê li ber vebûnên nû girtîye.

Di albûmê stranên wek "Zanîbû","Biçilmisî","Tu" çend stranên balkeşin û derdikevin pêş.

Di albûmên Kurdî de mijarek heye ku hevgirtina Kurdî bûna wan albûman xirab dike,ew jî xwendina stranên bi zimanên din e.Li bakûr piranî stranên Tirkî tê xwendin.Ev nexweşî li başûrê Kurdistanê jî bi xwendina stranên Erebî ,Farsî an jî Englîzî rû da ye.

Rotînda jî di "Janar" de stranekî Tirkî(bi zaravaya ezerî) xwendîye.Berga(grafîka bergê) albûma Rotînda jî bi pêşketina mûzîka Kurdî ya demên dawî û bi cihê Rotînda yê di mûzîka Kurdî de li hev nehatîye.Di spasnameya bergê de jî gelek xeletîyên rêzimanî heye.Bi taybetî hemû tîpên "î" wekî "i" hatine nivîsandin.Her wiha di beşa orkesrayê de jî bi avayekÎ bêwate zimanê Tirkî hatîye bi karanîn.Wekî mînak li şûna "gîtara bê perde" "Perdesiz gitar" an jî li şûna "şêwira nîgarî" "girafik tasarım" an jî li şûna "çap" "baskı" hatîye bikaranîn.

Heman kêmasî û paşdemayîn di klîba Rotîndayê de jî heye.

Bê gûman belkî berga albûmê ne ewqas girînge.Lê em biçûk bûna bazara mûzîka Kurdî pirsgirêka mp3'an bidin berçevan divê hunermend û çêkerên kurd hin zêdetir girîngîyê bo mijarên wisa û rêbazên bazargerîyê. Kes ji çêkerên mûzîka kurdî ji hêzên wan zêdetir xebat hêvî nakin lê kêmasîya wan a herî mezin baş bikarneanîna delfetên heyî ne.

Janar li gel hemû kêmasîyên xwe dewlemendîyek nû tevî mûzîka kurdî jî dike

Bêguman li ber Rotînda de gellek albûmên pêşketir heye

Beramberî wan şîroveyên min dixwazim dîyar bikim ku li gorî min Rotînda hê kesekî ciwan e û bê guman ew di albûmên xwe yên pêşde bergehên nû weke bo mûzîka xwe û mûzîka Kurdî.


Albûmên Rotînda

Çar Stêrk (1991)

Kedkar (1993)

Gûlên Mezrabotan -1 (Albûma zarokan / stran / aranje)(1994)

Sîser (1996)

Naygotin (2001)

Li Te Gerîyam (2003)

Gûlên Mezrabotan -2 (Albûma zarokan / stran / aranje)(2005)

Janar (2006)

 

Jan-ar / 2006 / Kom Mûzîk / Rotînda / 12 Stran  

Aranjor / Derhêner:F.Ugurdemir

 

MP3 - Straneke bo nasandinê ji "Jan-ar"

Girêdan - Malpera Rotînda





 

REKLAM

 

REKLAM

 




muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music