|
14 Tebax,
2006
BAZARA MÛZÎKA KURDÎ
Bazara
Mûzîka Kurdî ya li bakûrê Kurdistanê biçûk dibe
Piştî
derketina albûma dawîn ya Ciwan haco bi navê “Off” bêdengîya bazara
mûzîka Kurdî ya li bakûrê Kurdistanê hinek şikîya.
Etem FERQÎN
/ HAWARDENGÛBAS
Hunermendên
wek
Koma Rewşen û Rojhan Bêken Aydin,Hekîm Sefkan “Stranên Qedexe”,Kawa
“Ez û Tu”,Şener Yildiz “Eman”, Bawer can “Gulbîn”,Bulent Turan
“Amedê”,Koma Agirê Jiyan "De Were",Tara Caf "Diley Dêwanim" albûmên
xwe derxistin bakûrê Kurdistanê zindî dibe.
Di
demekî nêzîk de albûmên Reşo,Koma Agirê Jiyan,Mehmet Atli,Abbas
Ahmed,Şivan Perwer,Koma Çar Newa,Rotînda jî li bakûrê Kurdistanê wê
bigehêje destê guhdarên mûzîka Kurdî.
Her
wiha hin hunermendên ji Kurdistan azad wek Leila
Feriqî,Zekerya,Bilend,Necmeddîn Xulamî,Ednan Kerîm jî albûmên xwe
yên nû amade dikin. Lê mp3 û korsan pêşketina vê zîndî bûnê asteng
dike.Her wiha bêhestîrîya guhdarvanên Kurd jîdibe sedema nefirotina
albûmên Kurdî.
Qelîteya
hilberînê pêşdikeve lê bazar biçuk dibe
Li
bakûrê Kurdistanê piştî rabûna qedexeya ser mûzîka Kurdî di sala
1991an şûn de di mûzîka Kurdî de pêşketinên mezin çêbûn û mûzîka
Kurdî li bazara mûzika Tirkîye de cihekî girîng bidest xist.
Lê
wan 3 salên dawî ye ku di bazar û firotina mûzîka Kurdî de
daketinek berbiçav tê dîtin.Di nav sedemên vê daketinê de xwedî
derneketina gelê Kurd ya mûzika xwe pêk tê.
Mûzika Kurdî ku li bakûrê Kurdistanê çê dibe di her perçeyên
Kurdistanê de bi eleqeyekê mezin tê şopandin.Êdî di her şêweyê
mûzîkê de albûm têne derxistin,hejmara televîzyon û amûrên din yê
medyaya Kurdî zêde bûne,heta li gor mûzîkên cîranên Kurdan di mûzîka
Kurdî de ji ber têkîlîya xurt a mûzîkarên Kurd bi bi mûzîkarên
bîyanî re zêdetir berhem û xebatên ezmûnî(deneysel) têne afirandin
lê dîsa jî bazara mûzîka Kurdî li gor salên berê paş dikeve.
Ji ber sedemên derketina mp3 an,bi taybetî li bakûrê Kurdistanê
nebûna hişmendîya netewî û tênegihîştina girîngîya pêşketina Mûzîka
Kurdî,amatorîya şîrketên mûzîka Kurdî li bakûrê Kurdistanê ku ki
zêdetirê 25 mîlyon Kurd heye niha rêjeya firotina mûzîka Kurdî di
nav bazara Mûzîka Tirkîye de daketiye ji %6-7an ku ev hejmar berîya
çend salan derdora ji%25an bû.
Ger
Kurd bi vê avahî xwedî li mûzîka xwe dernekevin û biçin mûzika
Tirk,Ereb û Farisan gûhdarî bikin wê rewşa mûzîka Kurdî ber bi pêş
de neçe û ev yek jî bbe sedama paşda mayîna yek ji herî girîng ya
şaxa çand û hûnera Kurdî.
(HAWARDENGÛBAS)
REKLAM
|