|
12 Berfanbar 2006
NÛÇE
Ber Bi Yekem Konferansa Muzîka Kurdî
Navenda
Çanda Mezopotamyayê, di dîroka gelê kurd de cara yekem e konferanseke muzîkê
ku ji her çar aliyên Kurdistanê, Kafkasya û Ewropayê kesên bi muzîkê re
eleqedar e tîne cem hev û bi dirûşma ‘Ji paşerojê heta îro ve û ji îro ber
bi pêşerojê ve Konferansa Muzîka Kurdî’ di nava 23 û 24’ê berfanbarê de li
Amedê dê li dar bixe.
Demeke dirêj e ku qasî 3 mehan e Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM)’ê
amadekariya Konferansa Muzîka Kurdî dike. Di dîroka gelê kurd de cara yekem
e ku akademîsyen, lêkolînêr, hunermend, çêker, aranjor û rêveberên saziyên
çandê, hiqûqnasên têkildarî muzîkê, di Konferansa Muzîka Kurdî de dê bên cem
hev û li ser pirsgirêkên muzîka kurdî nîqaşan bikin û bigihên perspektîfekê.
“Dê rola xwe bilîze”
Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Muzîka Kurdî Siyamend Yaruk, der barê
konferansê de got, ku ew girîngî û roleke mezin didin vê konferansê û hêvî û
bendawariyên wan ji vê konferansê hene. Yaruk, diyar kir ku ew nabêjin, ku
dê vê Konferansa Muzîka Kurdî bi tena serê xwe bi her awayî muzîka kurdî
raçav bike, hemû pirsgirêkên wê yek bi yek nîqaş bike û ji bo wê jî rê û
rêbazên çareseriyê bîne.
Yaruk axaftina xwe wiha domand: “Lê
ev cara yekem e ku muzîkjen û akademîsyenên kurd di qada muzîkê de ku di
warê çanda kurdî de ya herî berfireh û dewlemend e, dê ew qas kes bên cem
hev, xweseriyên xwe, tecrûbeyên xwe, fikrên xwe bi hev re parve bikin.
Bêguman dê pêşniyar û projeyên xwe pêşkêşî konferansê bikin, rola konferansê
ya esas jî ev e. Heke ev konferans bikaribe muzîka kurdî hinekî bîne cem hev
û perspektîfekê ji van hemû kes, kom û herêman çêbike ez bawer im di
destpêke de dê rola xwe bi vî rengî bilîze.
Xalên bingehîn
Siyamend Yaruk, got ku di konferansê de sê çar xalên bingehîn hene û
axaftina xwe wiha dirêj kir: “Ya yekem me ji xwe gotiye ji paşerojê heta îro
muzîka kurdî û pêve girêdayî çavkaniyên muzîka kurdî çi ne? Yek ji armancên
vê konferansê ew e ku em zêdetir bibînin û nas bikin ku muzîka kurdî li ser
çi esasê çi rengî pêşdikeve.
Ya duduyan; rewşa muzîka kurdî ya rojane çi ye? Ji pirsgirêkên hunermendan
bigirin heta pirsgirêkên aborî, ji pirsgirêkên hiqûqî bigirin mafên hunerî,
hunermendan, meseleya korsanî û heta meseleya bajarbûnê ku çawa bandor li
ser muzîka kurdî kiriye.
Konferanseke neteweyî
Yaruk der barê beşdarên konferansê de wiha got: “Ji her çar parçeyên
Kurdistanê, ji Kazakîstanê heta Kafkasyayê û welatên Ewropayê beşdar hene.
Muzîka kurdî jî wekî civaka kurdî li her derê belav bûye, li her herêmê
xwedî rengek, xweserî û taybetiyên xwe hene. Li her derê rewşa muzîkê û
rastiyên cuda cuda hene. Heta ji destê me hat me xwest ku em vê konferansê
di çarçoveyeke neteweyî de pêk bînin.
Ji bo vê yekê pêk bînin jî diviyabû ku ji her herêm û parçeyî kesan beşdarî
konferansê bikin. Bêguman dibe ku me xwe ne gihandibe gelek herêm û kesan,
lê bi giranî ez dikarim bibêjim ku ev konferanseke muzîka kurdî ye û di
çarçoveya neteweyî de ye.”
Yaruk, diyar kir ku derdora 140 kes wekî delege beşdarî konferansê bibin û
konferans dê li Salona Konferansê ya şaredariya Baglarê pêk bê. DÎHA
REKLAM
|
 |
REKLAM
|