|
8 Berfanbar 2006
GOTAR
Xweseriyeke Muzîka Kurdî Dengbêjî
Gava
ji muzîka kurdî ya gelêrî tê behskirin, serê pêşîn dengbêj tên bîra mirov.
Ev jî ne bêsedem e, ji ber ku dengbêj û dengbêjî di dîroka muzîka kurdî de
xwedî cihekî taybet û resen in. Dengbêj ne tenê kesên stranbêj in, her wiha
ew hilgirên çand û zargotina me ne ku ew xwedî reh û rîşalên dirêj in ku xwe
berdane kûrahiya raboriya gelê kurd. Ji lew re em dikarin bibêjin ku ew
rêwiyê dîrokê ne ku xwedî dengekî xurt, bîreke mezin in û loma jî ew hişên
civakî ne. Ew hozanên gel in û em dikarin bibêjin ku ew Homerosên me ne.
Zana FARQÎNÎ
Me got ku ew ne tenê stranbêj in, ew destanbêj, çîrokbêj, waqenivîs,
helbestkar, bestekar û hilberînerên berhemên muzîkê ne jî. Her tiştê ku bi
mirov re eleqedar in, her tiştê ku di jiyanê de diqewimin, mijara berhemên
wan in ku bi awayekî xweserî xwe wan bûyeran dihûnin û pêşkêşî girseya gel
dikin. Ji bûyernameyan heta bi helbestên lîrîk, ji destanan heta bi berhemên
edebî, bi kurtasî wan her tişt wek stran gotiye û hewce ye em bidin
xuyakirin ku, bi piranî dengbêj ne kesên xwendewar û bi awayekî giştî jî mêr
in.
Taybetiyeke wan a din jî heye ku, ew kesên geştyar in û her li şar û
şaristanan digerin, berhevkariyê dikin, tûrikên xwe tijî dikin û paşê jî
tînin li warên xwe, li deverên din distrên. Bi vê kira xwe, dikin ku berhem
li her derê welêt belav bibin. Ji lew re, ji ber vî aliyê wan, em dikarin bi
hêsanî raboriya xwe di berhemên wan de jî bibînin û bibêjin ku dîroka me ya
devkî hinek jî deyndarê dameziraka dengbêjiyê ye.
ÎCAZETÊ DISTÎNIN
Çendî der barê dameziraka dengbêjiyê de em îro ne xwedî lêkolînên berfireh
ên zanistî yên kûr û dûr bin jî, ji ber ku dengbêjiyê heta roja îro berdewam
kiriye hatiye, em der heqê wan de ew qas jî ne xwedî agahî û zanyariyên kêm
in. Em dizanin ku ciwanên dengxweş wek şagirt li ber destê dengbêjên hosta
hînî vê hunerê bûne û perwerdehiya van namzetên dengbêjiyê jî bi salan dom
kiriye. Şagirt li ba hostayên xwe mane, xizmeta wan a navmalê kirine, li ser
dest û piyên wan çûne û hatine. Heta ku repertuara xwe zengîn nekiribin,
stran û kilaman, destan û çîrokan ji ber nekiribin, hînî stîla hostayê xwe
yan jî hînî stîleke cuda nebûbin, îcazet ji hostayên xwe nestandine. Van
şagirtan çendî îcazet wergirtibin jî, di dîwanan de, di civat û caxiyan de,
di şevbuhêrkan de, wan tu caran bêyî destûra hostayên xwe qîr nekiriye,
stran û kilam negotine. Ev dîwan û civat jî bi piranî yên mîr, beg, axa û
giregiran bûne û her wiha em dizanin ku gelek mîr û begên kurdan xwedî
dengbêjên navdar bûne û di rojên bi nav û nîşan de dengbêj bi bendan avêtine
ber hev, heta ku yekî ji yekî re mil daniye, vê yekê berdewam kiriye.
Çendî bi piranî dengbêj mêr bin jî, dengbêjên jin ên jêhatî jî rabûne û heta
zora dengbêjên mêr birine. Ji bo vê yekê nimûneya herî berbiçav ku em pê
dizanin, leca di navbera şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê û Gulê de ye. Evdal,
ji Gulê re gava bi bendan çûne hev, mil daniye.
HOSTAYÊN DENG IN
Dengbêj hostayê deng in. Ji ber ku ew bêamûr û enstruman hunera xwe îcra
dikin xwedî deng û nefesên xurt in. Haya me giştan jê heye ku gotinên
kilamên dîwankî, wekî lawikan, ne xwedî hejmarên kîteyên wekhev û rîtmeke
tekûz in. Ji bo ku karibin misrayên dirêj zûzûka û li bêhnekê bibêjin, divê
ku xwedî teknîkeke bikaranîna deng bin. Ji bo ku di dema kilamgotinê de
bêhna wan neçike û karibin bêhna xwe têr baş bi kar bînin, wan diyaframa xwe
xebitandiye. Wan ji bo vê yekê jî, bi zilikan pif kiriye ava di derdanekê
de, heta ku pelqik bi ser avê ketiye. A sedema xurtbûna bêhna wan, ji vê
yekê ye.
Em tev pê dizanin, gava dengbêj dest pê dikin distrên an destên xwe didin
ber guhê xwe yan jî tiliya xwe ya nîşandekê dikine kerika guhê xwe. Ew vê
yekê ne ku bêhemdî dikin, bi vê kira xwe, dengên xwe dibihîzin û dikarin
dengê xwe kontrol bikin. Bi gotineke din em bibêjin, çawa îro hunermend li
sehneyê bi monîtoran dixwazin dengê xwe bibihîzin da ku detone nebin, a
dengbêj jî, ji bo vê rewşa hanê serî li vê azîn û rêbazê didin.
DENGÊ WAN ZÎZ E
Ji ber ku dengbêj ji dengê serî distrên, bêyî ku dengê wan bikeve, dikarin
bi rojan hunerên xwe pêşkêş bikin. Gava destanên kurdî dibêjin, ku ew hem bi
gotinkî tên gotin û hem jî bi newa tên strandin, pir bi hostayî û bi zanebûn
dengên xwe bi kar tînin. Loma ew şareza û hunermendên deng in û dengekî wan
ê zîz, qube û zengilî heye. Qirika wan xurt e, paqij distrên û dengê wan jî
rewan e. Bi gotina kin î kurt, ji ber ku giraniya karê wan li ser deng e, ew
pispor û hostayê bikaranîna deng in, bi deng dileyîzin, dengên xwe bilind
dikin, dadixin, belav dikin, kêm û zêde dikin. Li gorî naveroka berhema xwe
reng didin dengê xwe. Wekî pêlên avê dengê xwe dimilmilînin û dixulxulînin.
Di heman kilamê de, bi dengê pes û tîz jî distrên.
Wekî me li jorê jî diyar kir, dengbêjan bêyî enstruman hunera xwe îcra
dikir, lê di destpêka sedsala bîstan de, nemaze bi weşana beşên kurdî yên
radyoyên Erîwan, Bexda û Tehranê re rêbazeke nû dest pê kir û dengbêjan
ligel amûrên muzîkê berhemên xwe gotin. Lê di nav dengbêjan de kevneşopiya
bikarneanîna amûrên muzîkê bi temamî ji rastê ranebûye û yên ku hişkehişk
pêgirê vê kevneşopiyê ne, hîn jî ne kêm in.
Li dawiyê ez hez dikim bibêjim ku, piştî salên 70’yî di warê muzîka kurdî de
pêşveçûnek çêbû û em dikarin bibêjin ku tevgera azadiyê stranbêjên xwe
afirandin, lê belê her çiqas hin nimûne hebin jî, em nikarin bibêjin ku bi
qasî stranbêjan, dengbêjên xwe jî afirandine.
REKLAM
|
 |
REKLAM
|