|
10 Berfanbar 2006
HEVPEYVÎN
Mehmet Atli;‘Problema muzîka kurdî ya sereke produksiyon e’
Mehmet
Atli li ser albûmeke nû dixebite lê îmkanên produksiyonê bi destên wî
neketine ku albûmê derxe. Û ji ber vê yekê jî hema bêje bûye nûnerê gelek
hunermendî. Mehmet Atli bahsa pirsgirêkên muzîka kurdî kir.
Amadekar: Cemîl OGUZ
Mehmet Atli heta niha ji bo hin fîlm û lîstikên şanoyê muzîk çêkiriye bêyî
ku pereyan bigirin û ew vê yekê wiha şirove dike: "Ez qîmetê didim têkiliya
navbera muzîkar û sînemakaran. Ez ji sînemayê hez dikim, çêkirina muzîka
fîlman xeyala min bû. Bi van karan ez ber bi xeyala we ve diçim, ev aliyeke
vê yekê ye, aliyê din; ez di vê baweriyê de me ku pêdiviya me hunermendên
kurd bi hev heye. Lukseke me ya em kaprîsê bikin, em nêzîktêdayîna rûsariya
profesyonelbûnê nîşanî hev bidin nîn e, ji xwe em tenê bi qasî tiliyên
destan in."
‘PIŞTGIRÎ ZÊDE NÎN E’
Dema me bihîst Atli albûmekê amade dike û produktorê nabîne ku albûma wî
derxe me xwest pêre bipeyivin. Me sedema vê pirsî, pêşî nexwest qal bike, li
ser ricaya me, qal kir: "Mirov li ser albûmeke bixebite, her wiha temam bike
jî ne tiştekî girîng e. Tiştê girîng ew e ku ev albûm çawa dê bigihîje
guhdaran, di nav jiyana ticarî de dê ji xwe re riyeke çawa bibîne... Em
tengasiya produktor an sponsorên ku piştgirî bidin vê yekê dikişînin. Ne
tenê ez, ev pirsgirêka hemû muzîka kurdî ye. Bi ya min problema sereke ya
muzîka kurdî produksiyon e. Muzîkarên kurd hene, guhdar jî hene. Bi awayekî
produktor jî hene lê têkiliya di navbera van de ne têkiliya profesyoneliyê
ye. Ji ber vê yekê bingeheke ku muzîka kurdî xurt bike, pêş bixe, wê
bigihîne girseyan nîn e. Ev bingeh ne tenê ji bo min, ji bo hemû muzîkaran
jî wisa ye."
‘PIRSGIRÊKEKE PIR ALÎ YE’
Muzîkar Atli naxwaze nav bide, em israr dikin, dest bi vegotinê dike: "Di
nav piyaseya kurdî de 3-5 fîrma hene ku em ji wan re bibêjine produktor. Bi
qasî ku min fêm kir di polîtîkaya van a çandî de pirsgirêk heye. Em fîrmaya
Kalanê ji xwe wekî fîrmayeke kurdî nabînin. Jixwe rasterast Kalanê got; "Ez
albûmên kurdî tomar nakim." Lê digel vê gotinê jî em dibînin ku albûmên
kurdî tomar dike. Ses Plak û Kom Muzîkê zêdetir qala îmkanên xwe yên madî
kir, başneçûna rewşê vegotin, bi awayekî neyînî nêzî derxistina albûmê bûn.
Paşê bi israra muzîkarên wekî Naîl Yurtsever û Metîn Kalaç, Kom Muzîkê
pêşniyara derxistina albûmê kiriye, lê hê tiştekî berbiçav nîn e. Ez hê li
benda pêşniyazeke me û ez hêvî dikim em ê encamê bi dest bixin. Lê pirsgirêk
ne derketina albûma min, an albûma muzîkarekî/e din e, ev albûm derkeve jî
dê pirsgirêkên sektorî yên muzîka kurdî bidomin. Ji ber vê yekê ez naxwazim
vê pirsgirêkê wekî pirsgirêkeke şexsî derxin pêş. Na ev pirsgirêkeke pir alî
ye û pirsgirêkeke ku bandorê li min î dike ye."
‘PARA MUZÎKA KURDÎ KÊM E’
Li ser para muzîka kurdî ya di nav piyaseya muzîka Tirkiyeyê de jî Atli
dibêje; "Li Tirkiyeyê di nav piyaseya muzîkê de, yanî di nav pasteya pereyan
ku digere de para muzîka kurdî tenê sedî 2'ye. Dema em vê û serjimariya
kurdan bidin ber hev ez reqeme pêkenî ye." Ew vê yekê wekî pirsgirêkeke
mezin dibîne, ji ber ku bibîr tîne ku bi mîlyonan kurd li muzîkê guhdarî
dikin. Li ser pirsa me ya "Ger ew qas kurd li muzîka kurdî guhdarî dikin
çima para pastayê ew qas hindik e?" ew wiha bersivê dide: "Bi çavekî muzîka
kurdî jî qadeke ticarî ye mêze nakin. Bi ya min divê pêşî em fêm bikin ku ev
qad di heman demê de qadeke ticarî ye jî.”
‘Her tiştê li ser kurdî dibe meseleya asayîşê’
Hunermend Atli ji ber ku li televîzyonan, di bernameyên konseran de heman
kesan dibîne, rexne li organîzeyan dike, daxwaza pirçandîtiyê tîne ziman û
dibêje: “Divê pêşî li mirovan bê vekirin. Gerek em vê yekê nîqaş bikin. Ev
di heman demê de bi demokratîkbûyîna me ve jî girêdayî ye. Mafê her gotinê
heye ku bê ser ziman û gerek em ji bo her gotinê qada vegotinê ava bikin.
Hin problemên din jî hene; rewşa çandî û siyasî ya li Tirkiyeyê nahêle
mekanîzmayên ku li dinyayê ji bo her kesî dixebitin, ji bo kurdan jî
bixebitin. Ev jî ev e, rewşeke tirsê derxistye holê; Her kesê ku bi
nasnameya kurdî re eleqedar bibe, wekî ku di nav agir de be ye. Dema rewş ev
be, karsazek nikare derkeve holê û bibêje, ‘Ez ê ji bo muzîka kurdî
razemeniyê bikim’, ew xwe di nav ewlehiyê de nabînin û ji ber vê yekê
saziyên sponsoriyê di nav me de pêş nakevin. Gerek em vê yekê aşkera bikin:
Çima mekanîzmaya ku li her derê dixebite ji bo me kurdan naxebite? Diyar e
rewşeke ku nahêle karsazên kurd piştgiriyê bidin muzîka kurdî heye li vî
welatî. Baş e, çima ev rewş heye? Ez bawerim ev nîqaş dê qadên nîqaşê yên nû
li me vekin. Digel ku li ser kaxizê çanda kurdî serbest e jî, digel ku di
TRT’ê de weşana bi kurdî heye jî, çima karsazekî/e dernakeve û reklama xwe
bi ser kurdî re nake, çima di çapemeniya tirk de hê jî cih ji muzîka kurdî
re nîn e?”
Tişteke din ku Atli balê dikişîne jî ev e; Di demên dawî de hin produktor
dibêjin, “Pereyên xwe bîne, ez albûma te derxim.” Mehmet Atli li hemberî vê
yekê pir hêrs dibê, vê yekê wekî “Fikreke çewt a ticarî” dibîne, bi gotina;
“Ji bo selameta hunerê gotineke trajîk e” bi nav dike û dibêje, “Ger ez pere
jî dibînim, li wir çi karê te heye?” DÎHA
REKLAM
|
 |
REKLAM
|