muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
15 Berfanbar2006

JIYANNAME                                                                     Mihemed Arif Cizîrî
 

Siyamend Terbî

Jiyan
Hunermendê bi nav û deng û dengxoş Mihemmed Arif Cizîrî di sala 1912'ê Zayînî li Cizîra Botan, cihê mêr maqûlên Kurd hate dinê û çavê xwe vekir. Hatina Mihemmed Arif bo ser dinê hevçax bo tevî Imparatoriya Osmanî û şerê êke cîhanî û qir kirin û kuştina bi kome Ermenîyan bi destê dewleta Usmaî ku bêhna xwînê tevlî şîrê dayka Mihemmed Arif de bû.

Di zarokatiya xwe de vî jî mîna hemû zarokên Cizîrê guhdarîya wan bas û mijaran dikir ku ev qesabxanên bo Ermenîyan danabûn. Her lewema vî bi çavê zarokîniyê pirsyar ji xwe dikir, eva bo çi û ji ber çi û heta kengî?

Lewaz bûna Impiratoriya Kevnare Usmaî û herifîna dergehê bilinde vê Impratoriyê û pêk hatina çendîn dewletan li ser vê axê û kuşt û kuştar û girtina xelek' û şerê yeke cîhanî bûye hegera têk çûna jîyana Giştî ya xelkê deverê.

Ev rojên reş û deravên teng û jarî û belengazî û bin pê kirina mirovannîya mirovan bandoreke zaf dana
ser jîyan û hiş û mejîyê Mihemmed Artif û di kûratîya dilê wî da cih digirtin. Her vek xuyaye û tişteke
eşekre bû ku cencera şerê yêke cîhanê zaf êş û elem tev xwe anîn û hindek jî afirandin û li deverê belav bûn, nemaze kolip û xela li hemû cihekê hebû û heta çendîn salan perê xwe bi ser dever û cîhanê da kêşa bû. Mihemmed Arif jî wek hemû kesên din ev saloxêt kirêt û ne rind ji bîra vê neçûn, rabihoriya wan xurtên li ser kelexê seyekê yan kitkekê li kulanêt Cizîrê hevdu di kuştin û çavan pirtikên keleş ji destê hev di revandin, heta zikê xwe berîyê zarokên xwe têr biken. Yan çîroka vê keça kiçke ku bi hegera hebûna palozeke nan di destê vê de dibin dest û pên çend kesan da hate pelçiqandin bo pare nan. Rojeke din ji van rojên tarî ku Mihemmed Arif bi çavê xwe mêze kiriye û qet ji bîr nekiriye, eva bû ku babê wî jî tevî sedan xurt û egîdên Cizîrê bo şerê êke cîhanê hatne şandin û êdî nezivirîn.

Mihemmed Arif ji sala 1925 hetanî 1929'ê de, jîyana xwe di girtîgeha Dîyarberkr' de bihorand, navbirî wê demê bi çavê xwe mêze kir ku çavan seyda û hevalên wî yek bi dîv yêkê bi bê dengê hatine Qenaredan.

Îdî ji vê rojê ve hizrek kevte mejîyê wî, hizra Welatparêzîyê û bîr û hizra wî di hemberî cîhanê da hatin
guherîn û bi çaveke din mêzeyî çepelîyên cîhanê dikir. Dunyayeke bê bawer ku merofv têde çi
bihagiraniyek nine.

Piştî serbest bûn ji hepsa Dîyarbekrê, Mihemmed Arif çend mehan li kulanêt Cizîrê avkêşî kir. Di hemen demê da jî dest bi sitirîna stirana kir, namze ev stiranên pesin û mehta gernasan dikin û hem jî neqencî û kirêtîya kesên xweînmij û sitemkar eşkere dikir. Em dikarin bêjin hemû stiranên vê ên bijare û demê lawîniya wî da li salên reş di wê çerxê da renge dervîşî' didan, nemaze li varê wan merovên bi destê dujminan hatne êşandin. Mîna Emê Gozê, Xelîlê Xazî, Salihê Norî, babê Norî, Nadir Beg û zaf ji mêrxasên dinêye Kurdan. Stiran gotin yek ji xasmanîyên xelkê Cizîrê ye. Dibêjin rojekê Mîrê Botanê biryarek der kir ku ev kesê Cizirê be, stiranekê nezanît yan qesîdeyekê nexwînît bila li Cizîrê nemîne.

Dayka Mihemmed Arif (Edila) li Cizîra Botan dengbêjeke bi nav û deng bû. Li bin çavedêrîya dayka
seydayê stiranbejên Cizîrîya "Edwê Noran" heftî nebû, ku Mihemmed Arifê zarok du sê caran tev dayka
xwe û "Celîla Leelê" û dayka Remezan Cizîrî neçûbane şahî û dawetan û xelkêt Olî li hinek malên
Cizîrîyan, wek xwandina Mewlûda Pêxember û Medîhe û Helbestan, nemaze li demên hecê û sinet
kirina zarokan û xitim kirina Quranê.

Lewma şagirdê dayka xwe, çeleng û zîrek bû û dizanî gihdarên wî çi terze stiran divên, lewma bi lez xwe berda nav dilê wan û karî bigehîje armancê. Xelki zû bi axên û nalînên wê dihesîyan, çûnku ev axên û nalêne ji devê Mihemmed Arif dibarîn, hemû ji kovan û keserên vwan dihatin. Ji ber wê yekê û hewcehîyên hizr û bîrê û dilê xwe li serê salên sîyan qesta Duhoka dasînan kir, li Duhokê orteke nûv bo dengê xwe mêze kir û dest bi stiran gotinê kir. Lî wê derê xaringehek vekir heta nanê rojê peyda biket û rojê nan difirot û şevê jî tev heval û merovên mîna xwe belengaz dirûnişt û stiran digot.

Paşê ço eskerîyê û piştî eskerîyê li dûmahîya salên sêyan de xwe kire sinetçî û berê xwe da gundêt
dûr, bo sinet kirina zarokên xelkê, ev şola nûv ya Mihemmed Arif bûye sedema vê ku Mihemmed Arif
zêdetir ji berê têkelîya xelkê biket û tevî xelkê rencber û îzakêş û çave kirî bijît. Navbirî li bin sîbera vê
sinetçiyêda karî têr ava edet û rewşên xekê û mîrata stirana Kurdî ji serekanîyê vexot. Sal bo salê nav û dengê Mihemmed Arif bilavtir diobû. Di geryanên xwe da çi li guvend û şahîyan û çî li kuçk û Divaxanên şevên Kanona zaf tişt guhdarî dikir. Di sala 1946 an û 1947an bû hegera bizvîna hizra derwêşatîyê di hundura Mihemmed Arif de tîpeke ayînî bi serokatîya xwe pêk anî. Endamên vê tîpê navbirî bûn ji:
Remezanê Cizîrî,
Hesenê Hemdanî,
Zawayê Hesenê Hemdanî Earo,

Ewdê eshedê Cizîrî, ku mewlûd dixwand û xelekêt ayînî li ser rêya mevlevîyan pêşkêş dikirin. Piştî
salekê Mihemmed Arif qesta Bexdayê kir û xwe gihîande kompaniyên tomar kirina stiranan û tevî wan
hinek ji stiranêt xwe tomar kirin. Bi firotina wan stiranan li Kurdistanê hinek rewşa Jîyana Mihemmed Arif baş bû û roj bo rojê Mihemmed Arif nav û deng peyda dikir û tevî hunermend û rewşenbîran pêwendî digirt. Mihemmed Arifher di vê qunaxê da tevî hunermendên bi nav û deng wek Elî Merdan, Resol Gerdî, Hesen Zîrek, Tahir Tofîq, Hesenê Cizîrî, Cemîl Beşîr, Meryem Xan, Fewzîye Mihemmed, Nesrîn Şêrwan nasyar bû.

Di sala 1949an Mihemmed Arif xwe gehande radyo Kurdî ya Bexdayê û ji aliyê berpirsên radyoê ve bi germî hate pêşwazî kirin û Mihemmed Arif karî piranîya stiranên xwe ji rêya radyoê ve bigehîne guhê
guhdaran. Stirana Mihemmed Arif ya Xezal – Xezal wek birişskê di nav xelkê da belav bû û cihê xwe di
dil û hundura guhdaran da vekir. Îzgeha Kurdî bi belav kirina stirana Xirabû - Xirabû bi dengê Mihemmed Arif xweli ber dilê guhdaran şirîntir kir û Mihemmed Arif jî mîna stiranbêjeke mezintir dihate çav lêkirin. Di stiranên Mihemmed Arif de Eşq û Evîn kesayetîya jinê û keça Kurd û şerê egîd û mêrxasan hemûyan cihê nemazeye xwe hene.

Mihemmed Arif di roja 1992.12.17ê hevberî 26ê Sermaweza sala 1371ê li bajarê Duhokê ço ber dilovanîya xudê û ji hunera Kurdî mal avayî kir û li goristana Şaxkê teslîm axê hate kirin (hate veşartin).


Berhem
Mihemmed Arif Cizîrî nizîkî sed stirana tomar kirîye: ku Xezal – Xezal, Xirabû - Xirabû, Swaro, Pismamo, Yardilo, ez Xezalim, Bêrîvanê, Befr barî, babê Fexrê, hesenîko, Çîyayê Şengarê, Koçerê, Gulê Mehromê, Şevên Nîsana, Dîyarbekir, Çîyayê Kurdistanê û . . . hinek ji wanin. Bo cara êkan tîra evîna dilê Mihemmed Arif ketiye tevgula Ertoşî, li devera şernexê ya ku dikeve Rojhilata Cizîra Botan, li
destpêka salên sîyan da piştî ku hatîye Duhokê (gul) hatîye bîravê û stirana Gulê Mehromê pê got û
çendîn salan nigarê vê diberokê da bû. Li sala 1951ê bûye evînadrê jinekê li gundê kurê gavana ku navê vê Ilîzabê bû, evîndarîya wan çend salan dom kir.


 

REKLAM

 

REKLAM

 




muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music