|
12
Rezber(Îlon), 2006
KONSER
Ciwan Haco roja Şemîyê li Berlînê ser dîkê ye
Hunermendê
bi navê deng ya mûzîka hemdem a Kurdî Ciwan Haco di 16.09.2006ê de li gel
grûpa xwe wê li Passionskirche li Berlînê konsêrtekê bide.
Konser ji alîyê Europäische Zentrum für Kurdische Studien / Berliner
Gesellschaft zur Förderung der Kurdologie (BGFK) (Navenda Ewropî ji bo
Lêkolînên Kurdî / Civata Berlînê ji bo Piştgiriya Kurdolojî) tê organîze
kirin.Ev dezgeh di 1991ê de hate damezirandin.
Bi helkefta 15-saliya wê ev
konsêrt dê pêk were. Ev instîtûya lêkolînê ya prîvat berdewam kongire û
çalakiyên zanistî amade dike û kovara zanistî »Kurdische Studien« (Lêkolînên
Kurdî) û herweha rêzepirtûkên »Kurdologie« diweşîne. Pirtûkxaneya kurdolojî ya
instîtûyê li Ewropayê di nav pirtûkxaneyên mîna wê de ya herî mezin e.
REKLAM
|