muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN HKMG


 

 


 
 
       
02 Nîsan 2007

ALBÛM-HEVPEYVIN                                                                   Berhema Alîn ya bi navê "Min bihîstî“ derket

Hevpeyvîn: Zeki Ozmen


Hunermend Alîn bi berhema xwe ya nû ya bi navê ´Min bihîstî´ tevlî cîhana hunera kurdî bû. Albuma ku bi hevkariya Mîr Muzîk û Kom Muzîkê derket ji 11 stranan pêk tê û aranjortiya wê Mehmet Gul kiriye. Digel straneka bi zimanê suryanî û straneka ku hunermend Aram Tîgran bi taybetî ji bo Alîn afirandiye, giraniya albumê ji stranên gelerî pêk tên.

Hunermend Alîn û hunermend Xêro Abbas strana Mihemed Şêxo ya bi navê ´Min bihîstî´ bi hevre strandine û dueta wan balê dikişîne li ser xwe û her wiha navê wê stranê li albumê jî hatiye kirin.

Di berhemê de hunermendên mîna Diyar, Sosin û Memo vokaltî ji bo Alîn kirine û her û amurjenên ku di qada muzîkê de ji nêz ve tên nasîn jî bi enstrumentên xwe reng dane yekem albuma hunermend Alîn. Di albumê de giraniya motîvên gelerî xuya dike û hewleke mezin ji bo parastina orjînaltiya wan stranên gelerî hatiye dayîn.


Pîvana kalîteya mûzîka kurdî


Alîn ji zarokatiya xwe ve li gelek welatan derketiye ser dikê û stran gotine. Ew her wiha ji hêla pîşeyî ve derman nas e.

Hunermanda ku nû tevlî cîhana bazara muzîka kurdî bû, li ser pirsa me ya ka ew çima heya niha bêdeng bû, dibêje ku ew baştir dibîne ku hunermend bi berhemên xwe, xwe bi guhdarvanan bidin nasîn û her wiha amadekirina albumê dibe sedem ku mirov tecrubeyên mezin bistîne.

Aylîn wisa berdewam dike: “Bêguman derxistina albumekî ne hêsan e û gelek hunermendên hêja ji ber sedemên madî û manewî nikarin bibin xwedî berhem. Ez jî mîna gelek hunermendan bi temenê zarokatiyê ve diderkevim ser dikê û herdem muzîk bûye parçeyekî ji jiyana min. Lê ez nikarim vê evîna xwe ya ji zarokatiyê ve ya ji bo muzîkê wekî destnîşankirina ku ez hunermend bûm nîşan bidim. Ji xwe girêdayî vê yekê televîzyon û dezgehên me yên ragihandinê jî pîvaneke diyar ji bo weşandina muzîka kurdî diyar nekirine û ji wê yekê kalîte û bêkalîtetî tevlîhev tê weşandin. Bi baweriya min, divê berhemên hunermandan mîna referans werin girtin û bi vî awayî wê mirov bikaribe kalîtê û bêkalîtetiyê ji hev cuda bike. Yanî min bi çarçoveya vê dîtinê de dest bi çêkirina albuma xwe kir“.


Hestên bi gotin û muzîka Mihemed Şêxo


Di berhemê de gotin û muzîkên du stranan yên Alîn in her wiha ji bilî muzîkê gotinên straneke din jî wê nivîstine. Strana Mihemed Şêxo ya bi navê `Min bihîstî` ku Alîn û Xêro Abbas bi hev re duet kiriye, klîpa wê hate kişandin û ev demeke ku klîp di televizyonên kurdî de bi baldariya temaşevanan tê weşandin. Alîn di derbarê hilbijartina vê stranê de jî wiha got: “Ez jî li wê axa ku nemir Mihemed Şêxo lê dijiya hatime dinê. Ez bi stranên wî mezin bûm. Hem keda wî ji bo hunera kurdî dayî û hem jî ji hêla din ve rewşa nexweş a ku ew pê re rû bi rû dima, ji bo min sembolek e. Min hem xwest bi vê stranê wî bi bîr bînim û ji hêla din ve min hestên xwe bi gotin û muzîka wî anî zimên. Min bi taybetî xwest ez vê stranê bi Xêro Abbas re bistrêm, ji ber ew jî ji wê herêmê ye û ez bawer dikim ku ji ber vê sedemê me herduyan baştir karî hestên di vê stranê de bijîn. Ji xwe me klîpa yekem ji bo vê stranê çêkir û armanca me bi klîpê ew bû ku em Mihemed Şêxo careke din bibîr bînin“.

Em dixwazin ji Alîn fêr bibin ka çima wê di serdemeke wisa de giranî daye stranên gelerî. Stranbêja ku nû dibe xwedî berhem di destpêkê de destnîşan dike ku ew ne li dijî muzîka kurdî ya ku bi awayekî hemdem tê afirandin e lê belê ew ji bo xwe çêkirina muzîka gelerî girîngtir dibîne.

Ew sedema vê yekê jî wiha tîne zimên: “Divê muzîka modern hebe û pêwîstiyek e jî. Ji hêla din ve divê muzîka gelerî jî winda nebe, ji ber ew bingeha me ye û herdem divê teslîmî nifşên nû were kirin. Ez ji muzîka gelêrî hez dikim û xwe çêtir di wê re dibînim. Di rastiyê de her çiqas minaqeşe hebe jî, hê piraniya gelê me li berhemên gelêrî guhdarî dike û ev jî tê wê wateyê ku meşa li ser rêya ku em jî li ser in berdewam dike.”


Evîna ji bo qelemê


Alîn bi taybetî helbesteke nûjen ji bo lawika bi navê `Qelem` hilbijartiye û sedemê vê yekê jî wiha bilêv dike: “Min dikarîbû gotinên populer ên mîna `gul´, evîn´, û hwd. ji bo vê stranê hilbijarta lê taybetiyeke qelemê ji bo min heye û min di vê stranê de hestên xwe û evîna xwe ya ji bo qelemê anîn zimên. Ji xwe di nava kurdan de jî bi hezaran mirov hene ku qelemê ji hemû tiştî nêzîktirî xwe dibînin…”

Ew sedema strandina straneka bi zimanê suryanî jî girêdayî cîranî û dostaniya suryaniyan û kurdan dike. Alîn balê dikişîne ku kurd û suryanî şirîkê heman axê û heman qederê ne û her wiha destnîşan dike ku ji ber wan sedeman strandina bi zimanê suryanî tişteke xwezayî ye.

Di dawiyê de em balê dikişînin li ser enstrumentên ji bo çend stranên di berhemê de hatine lêdan û pirs dikin ka gelo çima ew stran bi enstrumanên dewlemedtir yên muzîka rojava nehatine pêşkêşkirin. Alîn vê yekê girêdayî daxwaza aranjor û şîrketê dike û wiha dawî li bersivên me tîne: “Belê di destpêkê de ez jî wisa fikirîm lê belê hem aranjor hem jî şirketê wisa baş dîtin û ji ber ew pisporên vî karî ne, min jî wisa pejirand. Derfet û ragihandin li vê derê bi serê xwe pirsgirêk in. Mal li cihekî ye, her muzîkjenekî li cihekî din e û studyo li devereke din e. Yanî, ragihandin jî dibe sedem ku tişta di dil de tê xwestin, pêk neyê. Aranjorê min pisporê muzîkê ye û ez bawer dikim ku digel desteka wî û ya hemû kesên din yên ji bo vê xebatê bûn alîkar berhemeke ku muzîkhezên kurd guhdarî bikin derket.”
 (Diyarname)
 

Girêdan -

 


REKLAM

 

REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music