01
Berfanbar(Kanûn) 2007 ALBÛM
Gelek
albûmên nû derketin
Di meha berfanberê de gelek albûmên nû ji bakurê
kurdistanê ,Ewrûpa û ji Kurdistana azad tevlî arşîva mûzîka Kurdî bûn.
Yek wan albûman albûma Şîlana Karêrî “Vayê Payîzî” ye. Albûm ji stranên bi
zaravayê zazakî pêk tên. Di albûmê de bi tevahî 11 stran hene. 9 stranên
albûmê aîdî Şîlana Karêrî ne.
Koma Silbûs û Tarî bi albûma xwe
ya “Diyalog” derdikevin pêşberî muzîkperweran. Albûma ku ji Mîr Muzîk
Produksiyonê derdikeve, li kêleka zaravayê kurmancî û zazakî stranên bi
tirkî û îngilîzî hene. Di albûmê de tevî strana ku ji Ugur Kaymaz ve hatiye
gotin bi tevahî 12 stran hene. Di albûmê de enstrumantalên wekî ney, cura,
keyboard, kemençe, gîtar û gelekên din hatiye bikaranîn.
Albuma Murat kuçukavci ya bi navê
“Çavreşa Min” ji hêla Kom Muzîkê ve derket piyasê.
Di albuma Murat Kuçukavci de yanzdeh stran cih digire; Çavreşa Min, Gulperî,
Tu sebeb î Xezalê, Cejna Me ye, Megrî Dayika Min, Weta Nabim, Aşiqê Te Me,
Delal, Eman Eman, Delala Dilê Min û Ez î Kal im.
Karwan Kamil li Kurdistana azad albûma xwe ya dawîn derxist. Her wiha
albûmên nû yên Sman Omer, Avan Cemal, Loqman Cemîl derketin bazara
Kurdistana azad.
Hozan Derwêş û Hozan Canê jî di nava amadekariyên albûmên xwe yên nû de ne.
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|