muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
15 Tebax 2007

ALBÛM                                                                       Stranên bijare yên Ayşe Şanê di albûmekê de hatin komkirin

Di albûma Eyşe Şan a ku ji aliyê Kom Muzîkê ve hatiye amadekirin û çapkirin de, stranên gelêrî “Bavê Seyro”, “Kirasê te meles e”, “Bêrîvana Malxerab”, “Mamo”, “Saliho Kurmam”, “Zerî Heyran”, “Were keçê nav zebeşan”, “Lawikê Metînî”, “Xezal Xezal”, “Ay Dil”, “Hawar Bavo” û yên wê bi xwe “Heywax Dayê”, “Esmerê were/ Neyleyim” (kurdî-tirkî) û “Sallana sallana” (kurdî-tirkî) hene.

Kom Muzik, stranên bijare yên hunermenda nemir a kurd Eyşe Şanê di albûmekê de kom kir û çap kir.Eyşe Şan yek ji dengbêj û hunermendên jin ên kurd bû ku di muzîka kurdî de xwedî cihekî taybet e û ji destpêka hunermendiya xwe sala 1950 heya çû ser dilovaniya xwe, gelek stran gotin û dengê wê li hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistanê belav bû.

Eyşe Şan dema hîn zarok e, li dîwana bavê xwe li klam û stranên kurdî gohdar dike. Dema tê 20 saliya xwe êdî ew jî di nav jinan de stran dibêje û dengê wê belav dibe.

Li ser daxwaza bavê xwe dizewice, lê li hev nakin û dev ji hev berdidin û car din dizewice, lê dev ji muzîkê bernade.

Paşê di Radyoya Dîlokê (Entab) de stranan dibêje, lê nabe û ji wir diçe Stenbolê, bi tirkî dibêje, lê ew jî ne bi dilê wê ye û car din dest pê dike û bi kurdî stran dibêje. Demek diçe Almanyayê, ji wir vedigere û diçe Başûrê Kurdistanê, di Radyoya Bexdayê de bi kurdî klam û stranan dibêje û dengê wê yê bi şewat û nermik, li kuçe û kolanên hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistanê belav dibe. Stranên wê ji ser zimanan nakevin.

Bi hunermendên mezin ên mîna Mehmed Arif Cîzrawî û Îsa Berwarî re hev nas dikin, bi hev re stran dibêjin, derdikevine şev û konseran û album çêdikin. Lê dema li Îzmîrê çavên xwe digire, bi tenê ye û li dû wê tenê bi qasî deh mirov hene.

Li gel salên dirêj ên bi kul, keder, zor û zahmetiyan dagirtî jî, Eyşe Şan bi dehan klam û stranên gelêrî û yên xwe, li dû xwe hiştin.

Niha hin ji van stranan ji aliyê Kom Muzîkê ve, bi navê ”Stranên Bijartî” ji nû ve hatiye berhevkirin û mîna albûmekê hatiye çapkirin.


Di albûma Eyşe Şan a ku ji aliyê Kom Muzîkê ve hatiye amadekirin û çapkirin de, stranên gelêrî “Bavê Seyro”, “Kirasê te meles e”, “Bêrîvana Malxerab”, “Mamo”, “Saliho Kurmam”, “Zerî Heyran”, “Were keçê nav zebeşan”, “Lawikê Metînî”, “Xezal Xezal”, “Ay Dil”, “Hawar Bavo” û yên wê bi xwe “Heywax Dayê”, “Esmerê were/ Neyleyim” (kurdî-tirkî) û “Sallana sallana” (kurdî-tirkî) hene..

 

Girêdan

Gotar-Dotmîra bê tac û text: Eyşe Şan

Kirîn-Bo kirîna albûmên Kurdî bitiqîne

 

REKLAM

 

REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music