|
11 Tîrmeh 2007
ALBÛM
Albûma pop rocka kurdî: Berfîn
Rauf Keleş bi albûma xwe ya solo “Berfin” navê di nava cîhana muzîka kurdî
de nivîsand. Albûma Keleş di Aydin Muzîkê de derket piyaseyê. Di albûma
“Berfîn” de bi tevahî 9 berhem hene.
Rauf Keleş, her çiqas eleqeya wî li hemberî muzîkê di zarokatiyê de hebe jî
di 18 saliya xwe de piştî ku qeyda xwe li Navenda Çanda Mezopotamyayê çêkir,
êdî bi awayekî profesyonel dest bi muzîkê kir. Keleş, di sala 1976’an de li
Farqînê hatiye dinyê. Tevî wî, ew heft bira û xwîşk in. Keleş, tenê heta
dibistana seretayî xwendiye. Ji ber ku aboriya mala wan qels e û malbata wan
qelebalix e, nikarî xwendina xwe berdewam bikira.
SERPÊHATIYA DESTPÊKIRINÊ
Farqîn bi dawet û şahiyên xwe û bi awayên dîlanên xwe gelekî navdar e. Li
Farqînê dawet bi tembûra elektro û bi baterî tê çêkirin. Ev rewş bivê nevê
bandorê li ser kesan dike. Rauf Keleş dema şeş-heft salî bû ku li nav zeviyê
dixebitî bi devê xwe wekî ku li tembûrê dixist û mirovên ku ev yek didîtin,
digotin qey li tembûrê dixê û li hemberî vê yekê şaş û mat diman. Keleş,
wiha got: “Carekê li Farqînê dawetek çêbûbû, lê sazbend nehatibûn. Min li wê
dawetê wezîfa sazbendan anîbû cih, min bi devê xwe dengê tembûrê derxistibû
û strabû, civata li wir jî govend girtibû. Ez hê ji wê demê de aşiqê muzîkê
bûm. Ez di sala 1989’an de çûm Stenbolê, li wir di karên cur bi cur de
xebitîm. Piştî wê di sala 1995’an de çûm Navenda Çanda Mezopotamyayê û min
li wir di warê muzîkê de qasî sê salan ders girt, hatim perwerdekirin.
Piştre min ji Koma Azad Farqîn (Yilmaz Dunen) nas kir. Farqîn got were bi me
re wek piyanîst û solîst bixebite, min jî tavilê teklîfa wî qebûl kir; lewre
ez ji berê de heyranê Koma Azad bûm û ez dikarim bibêjim ku Koma Azad her
xeyala min bû. Min di albûma Koma Azad a bi navê “Bihuşta Min” de cih girt û
bi navê “Lawiko” û “ Nav Dara” du stran xwend. Ev her du stran ji hêla gel
ve gelek hatin hezkirin.” Keleş, li klavye û gîtara akustîk dixe û bi van
enstrumanan besteyan çêdikî.
KESÊN TESÎR LÊ KIRINE
Keleş, diyar kir ku ne mimkûn e mirov di bin tesîra hunermandan de nemîn û
di zarokatiya xwe de heyranê tembûra Şiyarê Farqînî bû. Keleş, axaftina xwe
wiha domand: “Heta salên 1980-1990’î zilm û tahdeyiyeke zêde ya dewleta
Tirkiyeyê li ser ziman û çand û muzîka kurdî hebû. Strîna bi kurdî ji
kuştina mirovekî bi talûketir bû. Ji ber vê yekê Şiyar sond xwaribû, gotibû;
“heger ez ê nikaribim bi kurdî bistrêm ez ê bi tirkî jî nestrêm.” Loma ez
sirf heyranê tembûra wî bûm. Piştî salên 1990’î ez di bin tesîra dengê wî de
jî mam. Hunermendên din ên ku ez di bin tesîra wan de mam ev in; Xelîl
Xemgîn, Xemgîn Bîrhat, Sezen Aksu, Haluk Levent, Levent Yuksel û hwd.”
Keleş, da zanîn ku ew guhdariya hemû tarzên muzîkê dike û wiha got: “Lê belê
ez bi giranî guhdariya muzîkên wek pop, rock, blues, jazzê dikim û ji hêla
din jî guhdariya hunermendên wek Mehmûd Kizil, Şivan Perwer, Sezen Aksu,
Xelîl Xemgîn (kasetên wî yên kevn), Şiyar, Brader, Kawîs Axa, Karapetê Xaço
û hwd dikim.” Keleş, di jiyana xwe de ji bilî karê muzîkê di televîzyoneke
taybet de karê tonmaisteriyê dike.
REWŞA ALBÛMA WÎ
Tarzê ku Keleş bi kar tîne pop rock e û li ser albûma xwe ya nû wiha got:
“Ez jî wekî her kesî di çêkirina vê albûmê de rastî zorî û zehmetiyan hatim.
Gava albûm dihat çêkirin, enstruman dihatin lêxistin ez ne li wê bûm. Ev
pêvajo bêyî min buhurî. Ev yek ji bo min rewşeke neyînî bû. Lewre her tişt
li gorî dilê mirovî pêk nayê. Ji ber vê yekê di çêkirina albûma xwe ya
duyemîn de ez ê ji serî heta dawiyê li studyoyê bim, bi hemû karê albûma xwe
mijûl bim, ku hingê wijdanê min dê rehet be.” Keleş, ji ber li Almanyayê
dijî û albûma wî li Stenbolê dihat çêkirin nikarîbû bihata. Keleş, axaftina
xwe wiha dirêj kir: “Îmkanên min dest nedan ku ez biçûma Stenbolê, bi
çêkirina albûmê re mijûl bûma. Min tenê bi telefonê dîtin û pêşniyarên xwe
pêşkêş dikir. Mixabin ev têkiliya bi telefonê ji bo albûmeke baş têr nake.
Bi giştî albûm wekî ku min dixwest çêbûye, lê belê hin kêmasiyên wê jî hene.
Ji ber ku albûma ewil e divê mirov wan kêmasiyan bide xatirê naşîtiyê. Di
çêkirina vê albûmê de ez bi hevalê xwe yê hêja Sido (Siddik Sezgîn) re
xebitîm. Lewre Sido ez gelek baş nas dikirim û wî bi xwestekên min çêtir
dizanîbû.”
MUZÎK Û XEYALÊN WÎ
Keleş, li ser rewşa muzîka kurdî got ku ew spasiyên xwe pêşkêşî dengbêjan
dike, lewre ku wan wêjeya devkî ya kurdî gihandine roja îro. Keleş, axaftina
xwe wiha dirêj kir: “Dengbêjên me di riya muzîka kurdî de ronahiyek in. Yanî
bingeha muzîka kurdî dengbêj in. Heger mirov îro li tûrikê muzîka kurdî
binêre dê bikaribe rastî hemû tarzên muzîkan (wekî jazz, rock, blues, pop,
rap, hîp hop û hwd.) bê. Ev jî mirovî dicoşîne, moralê dide mirovî. Ez
dikarim bê mubalexe bibêjim, ku muzîka kurdî îro di riyeke gelek baş de ye û
ez îdia dikim ku muzîka kurdî muzîka herî kevn û qewîn a cîhanê ye. Bes
kêmasiya wê ya perwerdehiyê heye. Divê êdî konservatuar vebin. Lazim e ev li
başûrê Kurdistanê hîn zûtir pêşde biçin û pêşiya xort û ciwanên kurdan
vebibe.
Xeyala Rauf Keleş ya herî mezin li Amedê di şahiya Newrozê an jî di
mîhrîcana çand û hunerê de derkeve ser dikê, li pêşberî gelê xwe hunera xwe
îcra bike û stranên xwe bistrê ye. Xeyala Keleş ya duyemîn jî di warê muzîkê
de bi hunera xwe bigihîje cihê herî baş. Keleş, vê ne di mahneya populerî de
dibêje, di mahneya muzîk-kalîteyê de dibêje. (TAYLAN ESMER / ANF)
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|