muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
27 Gulan 2007

NÛÇE                                                                        Ji Batmanê Albûmek pop-rockê 'Ez Kî Me'

Muzîsyenê êlihî yê bi navê Brûsk ku xebatên xwe bi şêwaza pop-rock di bin navê 'Ez Kî Me' de kir albûmek û tevahiya xebatên studyoyê yên albûmê li Êlihê pêk anî. Brûsk, bi hin enstrumanan û bi taybetî jî bi şêwaza şîrovekirina stranan, bi sewta xwe ya klasîk a wek muzîsyenên kurd, balê dikşîne.

Muzîsyenê êlihî yê bi navê Brûsk (Mervan Uzum) ku di sala 1996'an de li Polatliya Enqereyê dest bi muzîkê kir, xebatên xwe yên muzîkê ku bi şêwaza pop-rock dimeşîne, di albûma bi navê "Ez Kî Me" de anî cem hev. Di encama xebatên ku 2 salan dom kir de, hefteyek beriya niha albûma Brûsk ji aliyê Huner Muzîkê ve hate derxistin.

 Di albûmê de 10 stran hene. Tevahiya xebatên studyoyê yên albûmê, li Êlihê hatin meşandin. Brûsk, bi hin enstrumanan û bi taybetî jî bi şêwaza şîrovekirina stranan, bi sewta xwe ya klasîk a wek muzîsyenên kurd, balê dikşîne.

Di albûma Brûsk de 6 awazên (beste) aîdî wî cih digirin. Her wiha awazên Baran Çelebî, Zana Aksoy û Recep Kaçmaz ku muzîsyen in jî cih digirin. Klîba yekemîn a albûmê, ji bo strana "Ez Kî Me" ku navê xwe daye albûmê jî hate kişandin. Klîba duyemîn jî, ji bo strana 'Keçika delal e' hate kişandin. Klîbên Brûsk di rojên pêş me de wê di kanalên neteweyî de jî bêne weşandin.

WÊREKIYÊ VEDIBÊJE

Brûsk, diyar kir ku ev demeke dirêj e xwestiye xebatên xwe yên muzîkê bîne cem hev. Brûsk, got ku otorîteyên muzîkê li hemberî vê fikra wî ya albûmê bertekek erênî dane û wî jî ev albûm çêkiriye. Brûsk, got ku di serê pirsgirêkên lê rast hatiye de, pirsgirêka aboriyê tê û wiha dom kir: "'Piştgiriya manewî ya kurdan her tim di dilê min de bû."


Brûsk, sedema ku navê 'Ez Kî Me' li albûma xwe kiriye, wiha vegot: "Ev awaz, behsa kesekî kurd dike. Wêrekî, rastî, kesayetiya kedkar a kurdekî vedibêje. Her wiha tê de tê nîşandan ku kurdekî çawa dibe fêkiyê li ser sifreya neyaran. ‘Ez kî me, bilbilê van çiyan im, bazê asûmanan, fêkiya li ser sifreya neyaran, ez kî me? Ez hozanê vê cîhanê me. Şervanê çiyayên bilind im, kurd im ez li vê cîhanê.’"

ENSTRUMANÊN ROJAVA YE

Brûsk got ku ji bo nîşan bide ku mirov dikare li Êlihê xebatên profesyonel bimeşîne, li Êlihê xebat meşandiye. Brûsk, diyar kir ku miletek, bi ziman û çanda xwe dikare hebûna xwe pêk bîne. Brûsk, wiha got: "Mirov bala xwe bidê wê bibîne ku ne tenê muzîka kurdî, muzîkên hemû gelên li cîhanê, ber bi rojavabûyînê ve diçin.

Min jî di muzîka xwe de enstruman û muzîkên rojavayê bikar anî, lê min ev yek bi nîgarên kurd xemiland. Yanê min sewta rojhilatê, bi enstrumanên rojavayê re kir yek."

REKLAM

 

REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music