muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe-Gotar
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
18 Rêbendan 2007

ALBÛM                                                                       Albûmên nû yên Xanemîr ‘Mîravan im’, a Zozanê ‘Memedo’ û ya Canê ‘Vegere’

 

Kom Muzîkê 3 albumên nû pêşkêşî piyaseya muzîka kurdî kirin. Albuma Xanemîr ‘Mîravan im’, a Zozanê ‘Memedo’ û ya Canê ‘Vegere’ derketin pêşberî muzîkhezan.

DENGÊ ‘BÎNGOL ŞEWITÎ’

Albuma Hozan Zozan ‘Memedo’ bi etîketa Kom û Mir Muzîkê hatiye derxistin. Zozan ku ev 25 sal in di nav hunera muzîka kurdî de cih digire, piştî 7 salan bi albuma xwe ya nû derket pêşberî hezkiriyên xwe.

BI KURÊ XWE RE DUYET

Albuma ku di şêweya muzîka klasîk a kurd de hatiye amadekirin de 10 stran cih digirin û 2 stran jê gotin û muzîka wan aîdê Zozanê ne. Her wiha kurê Zozanê Serdar jî di albumê de bi diya xwe re duet kiriye. Hunermend Zozan ku yek ji jinên hunermendên a Koma Berxwedan bû, di salên 1980’yî de bi vegotina strana; ‘Bîngol Şewitî’ hatiye nasîn. Di vê albuma xwe de cih daye stranên wekî; ‘Bêje’, ‘Hewar e’, ‘Hevala min’, ‘Leylo’, ‘Egala min’, ‘Mihemedo lawo’, ‘Digerim’, ‘Tu ne mir’, ‘Zerê mi’ û ‘Potporî’ (Bejna te, ber bedenê).

7’EMÎN ALBÛMA CANÊ

Hozan Canê heta niha 6 album derxistibûn û niha albuma xwe ya 7’emîn pêşkêşî hezkiriyên xwe kir. Album li Tirkiyeyê Kom Muzîk û li Fransayê jî Fransa’da Play Sound belav dike. Di albuma ku 11 stran tê de cih digirin de stranên wekî ‘Şikrayê’ ku heta niha gelek kesî xwendine, Canê bi awaza xwe careke din rih dayê. Strana bavê Eyşe Şan Osman Şan ku Eyşe Şan bi xwe jî xwendibû ‘Lê lê Bêmal’ Hozan Canê jî xwendiye. Di albumê de stranên wekî ‘Bilbil’, ‘Efrîn’, ‘Miho’, ‘Hoy Yarê’, ‘Delal’, ‘Vegere’, ‘Şukrayê’, ‘Rengê Min’, ‘Lê lê Bêmal’, ‘Yar Wezo’, ‘Yar Koçerê’ cih digirin û ji van gotinên strana ‘Efrîn’ aîdê Canê ye.


XANEMÎR GOT; ‘MÊVAN IM’

Albuma hunermendê kurd Xanemîr jî bi etîketa Mîr û Kom Muzîkê hatiye pêşkêşkirin. Di albuma ku 11 stran têde cih digirin de gotin û muzîkê du stranan aîdê Xanemîr in.

Xanemîr 20 sal in karê xwe yê muzîkê didomîne û heta niha bi navê ‘Mizgîn’, ‘Arzeba’, ‘Welatê Rojê’ sê album derxistibû di albuma xwe ya çaran de goü, ‘Mêvan im’. Di ‘Mêvan im’ de stranêr wekî; ‘Giran Were’, ‘Kelîle (Soranî)’, ‘Gul evîna min e’, ‘Qulingo,’ ‘Ey Zagros’, ‘Tê tê’, ‘Mêvanim’, ‘Hoy Dilê’, ‘Perîşan im’, ‘Ji evîna te’ û ‘Ez çûme’ cih digirin.
7) (Dîha)


Girêdanên Derve -    Malpera Canê       /        Malpera Xanemîr 

 

REKLAM

 

REKLAM

 




muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music