|
10 Nîsan 2007
ALBÛM
Albûma "Zîz" ya Çar Newa nîşanekeye xetimîna di mûzîka Kurdî de ye û
Kom Mûzîk jî tawanbareke xetimînê ye
ETEM FERQÎN-SERHAD B.RÊNAS /
MUZIKKURD.com

Albûma dawîn ya koma Çar Newa binavê "Zîz" bi qasê mehek berê derket.
Bo albûma nû ya Çar Newa him ji alîyê hezkirîyê wan,him ji hez hezkirîyên
mûzîka modern a Kurdî bendewarîyek mezin hebû.Mixabin "Zîz" ji wan
bendewarîyên 2-3 salî gelek dûr e.
Derketina "Zîz" deng ve ne da jî.2 sedemên deng ne vedana "Zîz" hene.Yekem
sedem girêdayî Çar Newayê ye û ji ber ne serkeftî bûna albûmê tê.Sedema
dûyemîn jî ji ber şîrketa ku "Zîz" derxistîye derdikeve holê û yanî ji ber
Kom Mûzîkê.
"Zîz" tekrareke xirab ya "Mak" e
Çar Newa ku piştî veqetina Serhed û Suleyman ji koma Amedê hate damezirandin
û piştî albûmên "Sî" û "Mak" niha jî bi "Zîz" derket hezkirîyên xwe.
Albûm ji wan 12 stranan pêk tê;"De bê", "Şimik Reş", "Taxa Jêrê",
"Zarokatî", "Çîmenê", "Şevek Tarî", "Zeynebê", "Cade Çol", "Hemamê",
"Hawar", "Hey lolo Delal", "Almast".
Ger "Zîz" ji alîye kom an jî hunermendekî din ve hatibûya çêkirin em
dikarîbûn bêjin albûmeke gellek serkeftîye. Lê mirov bi avayekî xwezayî ji
ber pêşketina giştî ya mûzîka Kurdî û Cîhanî,pêşketina teknolojîyê û
rabirdûya mûzîkal ya Çar Newa albûma "Zîz" nikare biecibîne.
Albûma yekemîn ya Çar Newa "Sî" bi rastî jî bo mûzîka Kurdî diyariyek gelek
baş bû.Çar Newa xeletîyek nekir û piştî "Sî" yê albûmeke bi tam û rengekî
cûda pêşkeş kir û "Mak" derket holê.Lê heman serkeftin di "Zîz"ê de
nîne.Albûm başe lê têde pêşketineke nîne.
Di bikaranîna enturmanan de yeknesakîyek xirab tê dîtin.Heman dûzahengî di
aranjeya stranan de jî heye.Stranên gêlerî ku hatine hilbijartin piraniya
wan stranên ku gelek caran ji alîyê kom û hunermendên cûda ve hatine şîrove
kirin hatiye xwendin.Bi hezaran stranên gelêrî ku di kurahîya arşîva mûzîka
kurdî de ne û xelk ji wan straran ne hayedarin nehatine bikaranîn.
Asta sound(deng) a albûmê jî ne başe û ne xurt e û balkêşîya albûmê hatiye
asteng kirin.Hin ensturmanên wek "obua" ku rengekî xwe da bû albûma "Sî"
,ensturmenên wisa jî nîne.Albûm wek albûmeke konserê ye.Dibe ku Çar Newa bo
mayîndeyîya berhemê riyeke wisa bişopandibin û lê beyî şêweya lêdana
hosteyane ya ensturmana ev yek jî çê nebûye.
Mesela Çar newa dikarîbû ku şibîna "Zîz"ê ji "Mak"ê bi bikarnanîna
dahol(bateri) û bass'ên cûda ji holê rakiba.Her wiha wiha ji "Sî" û "Mak"
cûdatir berga albûma "Zîz" xirabe û balkêş e.
Hin sedemên din ya serneketina albûma "Zîz" heye.Her wiha heman sedemên bi
rengî û meyîbûnîya muzikalî di çend salên dawîn de dibe serneketina gelek
albûmên din jî.Wek albûmên dawîn yên Dîyar,Koma Agirê Jiyan,Xêro Abbas,Şener
Yildiz,Rojhan Beken,Delîl,Xanemîr,Seyidxan û çend albûmên din in ku
meyîbûnîya muzikalî dibe serneketina wan.
Bê guman mînakên berovajî vê yekê jî heye ku di wan salên dawî de bi
serkeftî tevlî arşîwa mûzîka kurdî bûne û xwe gihandina gel wek albûmên
dawîn yên Ciwan Haco,Rojda,Kawa,Koma Rewşen,Dîno, Îbrahîm Rojhilat,Xelîl
Xemgîn,Hesen Şerif,Aramo,Hamid,Burhan Berken,Nilufer Akbal,Mirady û çend
navên din jî dikarin bijmerin.
Bê gûman ev analîz bi giranî ser esasê mûzîka bakûrê Kurdistanê ye.
Kom Mûzîk xwedî helwesteke xeter e
Sedema dûyemîn niha bo dema niha ji sedema yekemîn girîngtir e.Ji ber ku
helwesta niha ya Kom Mûzîk dikare bibe sedema têk çûna albûmên gelek baştir
jî.
Wekî hemû cihên li Cîhanê li Kurdistanê jî mp3 û belav bûna neyasayî ya
stranan dibe sedema kêm bûna firotina albûman.di ser de jî pêk nehatna
sektora mûzîka Kurdî di warê aborî de jî dibe sedem ku mûzîka Kurdî ji vê
pêvajoyêyê zêdetir zirarê bibîne.
Wek tê zanîn li bakûrê Kurdistanê û li Tirkîye piştî 1991'an qedexeya ser
mûzîka Kurdî rabû û di warê derketina albûmên Kurdî e "teqînek" çêbû.Bi
sedan albûm derketin û asta qelîteya piranîya wan albûman nizm bû.Di heman
demê de bi rizgarîya li başûrê Kurdistanê ji rejîma Sedam li wê derê jî di
warê mûzîka Kurdî de pêşketin çêbû.
Li bakûrê Kurdistanê bi taybetî sala 1997'an şûnde di asta qelîteya mûzîka
Kurdî de pêşketineke berbiçav derket holê.Di vê pêşketinê de bi taybetî
bandora koman gelek zêde bû.em behsa 10 sal berê dikin.Di wê demê tenê
televizyonek satalaytî hebû hema tu malpereke Kurdî tune bû yanî delfetên
medyaya Kurdî û ragihandina Kurdî li gor niha gelekî kêm bû.Kom Mûzîk jî
1997'an de hate damezirandin.Kom Mûzîk ser hev albûmên ji hev xweştir û
baştir tevlî arşîva mûzîka Kurdî kir û demekî kurt de di mûzîka Kurdî de bû
"otorîteyek".Di wê demê de jî, niha jÎ ji xeynî Kom Mûzîk şîrketên ku
albûmên Kurdî çêdikin hebûn û henin.Bi taybetî jî Ses Plak yek ji şîrketa ku
albûmên herî baş diweşîne ye.
Di 2 salên dawîn de Kom Mûzîk xwedî helwesteke nayê fam kirin e.Niha li gel
ku rewşa medyaya Kurdî gelek pêş da çûye û hetta qenaleke mûzîka Kurdî jî
heye.Lê albûmên KurdÎ li gor 10 sal berê pir kêm tê firotin û ji xeynÎ
nefirotina wan qet haya tu kesî ji albûmên ku derdikeve nabe.Hema hem bêjin
sedema yekemîn "mp3" lê tenê ev sedem îzahata vê rewşa nake.
Ger em bêjin bo Kurdî eleqe kêm bûye.Ev jî nîne.Ji ber ku di 2 salên dawîn
de hejmara weşanên Kurdî û pirtûkên Kurdî û hejmara firotina pirtûkên Kurdî
de zêdebûnake girîng di holê de ye.Ku xwendin ji guhdarî kirinê dijwartir e
û kesekî zimanê Kurdî baş nezanibe jî dikare mûzîka Kurdî guhdarî bike.
Pêşkeşîya albûmên Kurdî bo gel baş nayê kirin.Bi firışgehên mûzîka re
têkîlîyeke baş nayê danîn.Afîşên albûman bi başî nayê belav kirin.firotina
albûman baş nayê teqîp kirin.Bo albûman bergên baş nayên çêkirin.Reklamên
balkêş û xurt nayê weşandin.Klîbên baş nayê çêkirin.Êdî dem ne dema berê
ye.Dem dema medya û ragihandinê ye.Êdî Kurdek tenê bo Kurdî bûna albûmê wê
albûmê nakire.Ger bikîya ba ne normal bû.Divê asta berheman zêde be û
metodên navnetweyî ya qezenckirinê bêne bi karanîn ku him çanda Kurdî qezenc
bike û him jî çêkerên wan berheman qezenc bike û berdewamîya vê rewşê bê
bicîh kirin.
Mînaka herî balkêş ku ji ber Kom Mûzîkê negieşte girseyan albûma Koma Rewşen
e.Albûma koma Rewşan ya dawÎ bi navê "Pola Nû" ji layê naverokê de albûmeke
gelek pêşketî bû.Lê berga albûmê ewqas xirab bû ku di mirovan de hîsa
albûmeke amotorî û herêmî diafirand.
Divê kom Mûzîk dev ji xemsarîya dîktatorî berde û him bo pêşketina xwe û him
jî bo pêşketina mûzîka kurdî û bi giştî çanda Kurdî bi rêbazên hemdem gavên
nû bavêje û berê her tiştî jî rêz û hûrmeta xwe bo zimanê Kurdî bi
amadekirina beşeke Kurdî bo malpera xwe nîşan bide..
Girêdan -
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|