|
01
Berfanbar(Kanûn) 2007 ALBÛM
Farqîn bi albûmeke
nû tê
Hozan Farqînê ku ev zêdetirî 20 salan e bi muzîka kurdî re eleqedar e û ji
sala 93’yan û vir de jî di nava Koma Azad a di bin banê Navenda Çanda
Mezopotamyayê de hatiye avakirin de cih digire niha amadekariyên xwe yên ji
albûmeke din a solo dike.
Farqîn ji herêma Farqîna Amedê ye û ji bo demeke dirêj ji ber pêkutiyên
dewletê ji wargehê bav û kalên xwe sirgûnî bûye. Farqîn û malbata wî di
dawiya salên 80’ê de koçberî metrepolên Tirkiyeyê bûye û li koçberiyê dest
bi karê muzîkê kiriye. Ew tîne ziman ku zêdetir xwe nêzî terzê muzîka gelêrî
dibîne û dibêje ez li ber awazên Kawîs Axa, Mihemed Arif Cîzrawî mezin bûme.
Farqîn di heman demê de muzîka li ber pir enstrûmanan tê çêkirin jî red nake
û tîne ziman ku ev terz dema baş bê bikaranîn ji bo muzîka kurdî jî
dewlemendiyek e.
Me bi Farqîn re li ser hezkirina wî ya ji bo muzîka kurdî çîroka wî ya di
nav pêlên muzîka kurdî de sohbeteke têr û tijî kir. Farqîn wekî stranbêjên
‘bazarê’ xerîdariya (tüketim) tiştên heyî nake. Bi rastî kedê dide muzîkê û
dixwaze hin tiştên nû jî biafirîne. Ji ber vê yekê ye ku piranî dan û
standinên wî bi dengbêjan re ye û tîne ziman ku wî dengbêjî ji bo pêşveçûna
muzîka xwe esas girtiye û ji xwe re kiriye mînak.
HUNERMENDÊN BANDOR LÊ…
Farqîn wateya muzîka kurdî bi van hevokan tîne ziman: “Muzîka kurdî ji ber
ku velorandina bi zimanê dayika min e, ez jê hez dikim. Wekî din ji bo kesên
wekî min xerîbî jiyane terkewelat bûne muzîka kurdî wateya jiyanê ye. Min di
muzîka kurdî de zimanê xwe nas kiriye û ez hînî kurdayetiya xwe bûme.” Di
dewama van gotinan de Farqîn çîroka xwe ya bi muzîka kurdî re vegot.
Destpêka Farqîn a ji bo muzîka kurdî guhdarîkirina radyoya Êrîvanê ye.
Malbata Farqîn, malbateke kurdhez û girêdayî nirxên xwe yên neteweyî ne.
Bavê wî di şevên dirêj ên zivistanan de radyoya Êrîvanê vedikir û wan awazên
dengbêjên kurd guhdarî dikir. Farqîn li ber van awazan mezin bûye û xwe nas
kiriye û dewama van hevokan wiha anî ziman: “Farqîn bi xwe cihekî kevnare yê
çand û hunera gelê kurd e. Ji Meyafarqînê heta niha ev dever cihekî girîng ê
çand û hunera kurdî ye. Kesekî li vir bê dinyayê ji xwe parekî têkiliya wî
bi çand û hunerê re heye. Malbata min jî têkiliyeke xurt bi dengbêjan re
hebû. Hatin û çûna wan a mala me hebû. Bavê min her roj radyoya Êrîvanê
guhdarî dikir. Dengbêjên wekî Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cîzrawî, Tehsîn
Taha, Kawîs Axa, Şiyar… bandora van li ser me çêdibû. Bi taybetî Şiyarê
Farqînî bandoreke girîng li ser min kiriye û wan mûzika kurdî bi min daye
hezkirin.”
ZIMAN GIRÎNG E
Çîroka Farqîn a di salên 80’ê de li metrepolên Tirkiyeyê û destpêkirina wî
ya ji bo muzîka kurdî bi çûn û hatina NÇM’ê dest pê dike. Ji ber ku di
malbatê de zimanê serdest kurdî bû li metrepolan di warê xwe parastina
binyatî de bûne xwedî avantejekê lê di heman demê de gelek zehmetî jî
kişandine. Farqîn piştî vegera xwe ya welêt vê xweparastinê wekî avantajeke
esasî dinirxîne û cudahiya xwe û muzîka xwe di vir de dide der. Li gorî wî
dema mirov muzîkê bi zimanê xwe yê dayikê pêk bîne zêdetir dikare hestên xwe
tevli awazên xwe bike û dê baştir xwe vebêje. Di vê noqteyê de Farqîn kesên
bi kurdî distrên û bi zimanên biyanî jiyanbar in rexne dike û dibêje yên
nêzîkbûneke wisa derdixin pêş nabe ku karekî serkeftî û mayînde ji bo muzîka
kurdî bikin. Farqîn wiha got: “Têkiliya huner û ziman têkiliyeke bingehîn e.
Dema ev têkilî nebe ne pêkan e ku hunereke xurt bê afirandin. Mînak lê
binêrin Bulent Ersoy û Zekî Muren di warê muzîka tirkî de pir serkeftî bûne.
Li binyatê wan dinêrî, ji eslê xwe ve jî tirk in. Wekî din lêbinêrin hin
kurdên me yên ku muzîka tirkî pêk tînin jî hene; gelo ev çiqas serkeftî ne.
Her wiha hin kesên muzîka kurdî pêk tînin jî hene û bi kurdî distrên û bi
tirkî daxivin. Dema li kasetên kesên wisa jiyanbarin dinêrin rastî, dibîne
ku tu serkeftina wan tune ye. Ji ber vê yekê ye ku divê beriya her tiştî
hunermerd serdestî ziman be ku bikaribe ruhê awazên xwe bide jiyandin.”
ALBÛMEKÊ DERDIXE
Farqîn di nav gotinên xwe de anî ziman ku berhevkariya ji bo muzîka kurdî
her diçe kêm dibe û ew vê yekê ji bo muzîkê wekî xetereyeke mezin dibîne.
Farqîn li ser vê mijarê wiha got: “Rastî me hê gencîneya muzîka kurdî bi
giştî dernexistiye holê. Gencîneke pir dewlemend heye û mixabin xebatên ji
bo derxistina holê ya vê gencîneyê pir qels in. Piraniya hunermendên kurd
xerîdariya tiştên heyî dikin. Divê hunermedên muzîka kurdî zêdetir xwe nêzî
gel bikin û ji gencîneya muzîka kurdî îstîfade bikin." Me bi Farqîn re
meseleya ‘giyayê hewşê’ jî axivî. Lewre ligel hunermendên gelê kurd nivîskar
û helbestkarên jiyaneke li ser xaka welat tercîh kiriye tim gazinca ‘giyayê
hewşê tahle’ dikin û tînin ziman ku nirxên wan nayên zanîn. Farqîn ligel
gazinca xwe di heman demê de tîne ziman ku ev rewş êdî rewa bûye. Farqîn
piştî salan, niha dîsa dikeve stûdyoyê û albûmeke ji 13 stranan pêk tê amade
dike. Di albûmê de Farqîn dûetekê bi dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî re pêk tîne.
Farqîn got ku di vê kasetê de bi hemû şeweyan min derfet dîtiye ku ez terzê
xwe yê muzîkê bînim ziman. Albûma wî di meha berfanbarê de dertê. Me jî jê
re got ‘em ê li bendê bin’.
ADIL ZOZANÎ
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|