muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
08 Nîsan 2007

ALBÛM                                                                       Ji Hesen Şerîf newayek nû "Av û Av"

Albuma Hunermend Hesen Şerîf a bi navê ‘Ey Av û Av’ ku ji helbesta Feqiyê Teyran hatiye girtin, ji hêla Kom Mûzîkê ve hate derxistin. Heman albûm li Herêma Kurdistana Federal jî ji hêla Kompanya Nûdem/Korek Mûzîkê ve jî hate derxistin.


Di albûma Şerîf a dawî de bi taybetî gelek helbestên klasîk ên wêjevanên navdar ên kurd ên wekî Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û gelek hunermendên wekî Emîn Botan, Rizgar Kêsteyî, Edîb Çelkî û Feysel Mustefa cih digirin.

Di albûmê de helbesta Melayê Cizîrî ya bi navê ‘Yarê’ ligel newaya wê ya tasavûfî bi şêwazek nû hatiye sitirîn. Her wiha strana navê xwe daye albûmê ya bi Feqiyê Teyran ‘Ey Av û Av’ jî bi gotinên xwe dê demek dirêj li ser zimanê hezkerên mûzîkê bimîne. Di albûmê de gelek estûmantalên cur bi cur hatine bikaranîn û hewayek mistîk hatiye afirandin. Di albûmê de hind stran bi dengê zikir û dengên cuda hatine rengînkirin. Çarîneyek ji strana Ey Av û Av wiha ye: Ey av û av, ey av û av/Ma to bi eşqa û muhbetê/Mewc û pêlan tavêy belav/ Bê sekne û bê rahetê Ji eşqa kê her têy û têy/Heta kengî her bêy û bê /Bo min bêje heyranê kêy/ Da ez bizanim qisetê” (Dîha)
 

Girêdan - Malpera Hesen Şerîf

 


REKLAM

 

REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music