|
02 Nîsan 2007
ALBÛM-HEVPEYVIN
Koma Dîcle albûma klasîkên kurdî derxist
Koma
Dîcle di sala 2006’an de bi albûma xwe ya ewil ‘Dîcle’ derketin pêş
hezkiriyên xwe. Piraniya stranên albûmê gelêrî ne û ji aliyê hezkiriyên wê
tê ecibandin. Ji ber ku çar endamên komê jî ji herêma Dîcleyê ne, navê komê
bûye Koma Dîcle. Me li ser albûma Koma Dîcle, tarzê we yên muzîkê û xebatên
wan ên pêşerojê hevpeyvînek çêkir.
Hûn dikarin hinekî behsa xwe bikin? Koma Dîcle kengî ava bû?
Me (Semîh, Eskerî û Hecî) Koma Dîcle di sala 1998’an de ava kir. Piştî ku
Koma Dîcle ava bû me di gelek şahiyan de cih girt. Hevalê me Hecî piştî
derketina albûmê ji ber hin probleman ji komê veqetiya. Bêrîvan di albûmê de
vokal (solo) kir. Ku wê bi dengê xwe yê xweş û bişewat hêz da xebata me.
We çima navê Koma Dîcle li xwe danî? Taybetmendiyeke vî navî heye?
Me pêşî navê Grûp Dîcle li xwe danîbû, lê belê bi piştre me di nav xwe de
biryar girt û navê xwe guherand, kir Koma Dîcle. Sedema guherandina Grûp
Dîcle ev bû: Em hemû ji herêma Dîcleyê bûn û çemê dîjleyê jî bo me bûbû
çavkaniya îlhamê.
Tarza we çi ye?
Tarza me muzîka klasîk a kurdî ye lê belê em carina tarzên wek pop û rockê
di nav tarza xwe de bikartînin û ji vê jî sentezekê diafirînin. Lê dîsa jî
em ji tarza xwe razî ne û em ê her li ser vê bingehê berdewam bikin. Ji bo
me ya girîng orjînalîteya muzîka kurdî ye.
Dema we dest bi muzîkê kir hûn di bin tesîra kîjan kom an hunermendan de
mabûn?
Semih: Ez cara pêşî di bin tesîra Şivan Perwer de mabûm. Piştre di bin
tesîra kom û hunermendên wekî Koma Berxwedan, Huseynê Farê, Mihemed Şêxo,
Ciwan Haco, Nîzamettîn Ariç û Xêro Abbas mam.
Askeri: Ez jî cara yekemîn di bin tesîra Şivan Perwer de mam. Piştre di bin
tesîra kom û hunermendên wekî Koma Amed, Aramê Tîgran, Mihemed Arifê
Cizrawî, Seîd Yûsif û Ahmet Kaya de mam.
We qet di çalakiyan de cih girtiye?
Me di gelek çalakiyên cur bi cur de cih girt. Em ji bo piştgiriyê di şevên
partiyên kurdî de derketin ser dikê. Em gelek caran beşdarî bernameyên
televîzyon û radyoyên herêmê bûn. Par jî ji bo ku em koma xwe bi temaşevanan
binasînin di Roj Tv’yê de li bernameyekê bûn mêvan.
Hûn dikarin hinekî behsa albûma xwe bikin? We albûmê li ku û kengî çêkir?
Me bawer dikir ku em ji hêla xebatên xwe ve gihîştine merhaleyekê û êdî
pêwîst bû me ji bo albûmekê gavek biavêta. Em li hev civiyan û me biryara
çêkirina albûmê girt. Me di dawiya sala 2004’an de ji bo repertuarê bi
Mustafa Gazî re şeş hefteyan xebitîn û di encamê de repertuara me temam bû û
di heman demê de em ketin studyoyê. Mustafa Gazî hem ji her alî de alîkariya
me kir û hem jî derhêneriya albûmê kir. Di dawiya 2005’an de albûma me xelas
bû û di sala 2006’an de jî derket pêşberî muzîkhezan.
Di albûma we de çend stran hene?
Di albûmê de duwanzdeh stran hene. Ji wan şeş heb ên Mustafa Gazî ne. Xeynî
wan stranan pênc stranên gelêrî jî Mustafa Gazî da me. Gotinên strana Yarê
gotinên Hecî ne.
Muzîkhez eleqeyeke çawa nîşanî albûma we didin?
Muzîkhez eleqeyeke pir mezin nîşanî me didin. Em li her derê rastî hestên
gel ên dilînî tên. Sektora muzîkê di rewşeke pir xirab de ye lê belê li
hemberî vê rewşê albûma me gelek baş tê firotin.
Klîbên we hene?
Erê, du klîbên me hene. Me ji stranên “Hemo” û “Şervan bûm” re kişand.
Di warê muzîkê de cihê ku hûn dixwazin bigihîjinê ku der e?
Em kurd bi her awayî ji mafên xwe bêpar mane. Ji ber vê yekê em li gorî
şertên heyî tevdigerin û di encamê de xebatên me li gorî van şertan pêk tên.
Me divê em bi hunera xwe di riya têkoşîna neteweyî de pêşde biçin. Em bi her
awayî di xizmeta gelê xwe de ne. Di warê muzîkê de hinek be jî feydeya me
bigihîje têkoşîna neteweyî em ê şad û bextewar bin.
Ji bo albûma duyemîn tu xebatên we hene?
Erê. Muzîkhezan albûma me ya yekemîn pir eciband. Xebata me ji hêla gel ve
pir hate hezkirin. Em bi vê hezkirina hanê motîve bûn û ev rewş ji bo
çêkirina albûma duyemîn bû sedemeke girîng. Niha em di merhaleya repertuarê
de ne. Piştî ku repertuar temam bibe em ê bikevin studyoyê. Em ê di albûma
duyemîn de bi zaravaya zazakî jî çend stranan bixwînin. Lewre di albûma
yekemîn de me bi zaravaya zazakî qet stran nexwend û ji ber vê yekê her kesî
rexneyan li me girt; ku rexneyên li me hatibûn girtin tevde li cih bûn.
(ANF)
Girêdan -
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|