01
Berfanbar(Kanûn) 2007
ALBÛM
Onder Dilbirîn, bo
‘Zarokên Rojê' distre
Ozan Onder Dilbirîn, albuma xwe a bi navê ‘Zarokên Rojê’ ya yekem a ji bo
zarokên li Amedê jiyana xwe ji dest dane amade kiriye, li gel hemû
zehmetiyan jî derxist.
Di albuma ku ji 10 stranan pêk tê de, Dilbirîn ji bo bîranîna zarokên di
bûyerên 28’ê Adara 2006’an, teqîna di 12’ê Îlona 2006’an li Koşuyalu ya
Amedê pêk hatî de jiyana xwe ji dest dabûn stranan dibêje.
Dilbirîn, wiha axivî: “Di 7 saliya xwe de dema ez diçûm dibistanê, ji
ber pêkutiya leşkeran em ji gundê xwe derketin. Min di 14 saliya xwe de
tevlêbûna gerîlla tercîh kir. Di 17 saliya xwe de ez bûm dîlê azadiyê û di
27 saliya xwe de jî ez wekî hozanê gel derketim rê. Pêwist bû min ji xwe re
ev rê esas bigirta. Her wiha min kaset ne ji bo pereyan derxist.”
‘Hozan Serhat, Hogir û Delîla mînak digirim’
Dilbirîn, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Armanca min ew e ku ez jî
piçek be jî wekî Hozan Serhat, Hogir û Delîla fedakariyekê bikim. Xeyala min
ya herî mezin ez dixwazim kesên ku di ber vî gelê bi rûmet jiyana xwe danîne
holê bi stranên xwe nemir bikim. Ji ber ku min di albuma xwe de cih daye
stranên ji bo kesên di têkoşêna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane.
Şîrketên muzîkan nexwestin kaseta min derxînin. Lê min nexwest ez di kaseta
xwe de cih bidim staranên ji rêzê.”
Onder Dilbirîn kiye?
Di sala 1978’an de li Gundê Yenîharman a girêdayî Nevçeya Mezgîr a Dêrsimê
ji dayî bû. Dilbirîn ku zarokê malbetek xizan bû, dibistana seretayî heta
pola 3’yemîn li gund xwend. Piştre malbata wî ji ber operasyon û tundiyan,
mala xwe bir Navçeya Mezgîrê. Li Mezgîrê piştî ku dibistana seretayê xwend,
dibistana navîn jî li vir qedand. Dilbirîn ku di salên lîse dixwend de tevî
gerila bû, di encama pevçûnek li Dêrsimê qewimî de çavekî xwe winda kir.
Dilbirîn ku bi birîndarî xilas bû, dema di 10 mijdara sala 1994’an de diçû
tedawî bibe hate girtin û kete girtîgehê. Ev nêzî 10 salane Dilbirîn li
girtîgehên cûda dimîne û çavê xwe yê din jî piştî girêvên birçîbûnê vinda
kir. Dilbirîn ku di girtîgehê de fêrbû li tembûrê bixe, piştî ji girtîgehê
derket, li Mêrsînê di bin banê Navenda Çandâ Anka yê de muzîk çêkir.
Dilbirîn ku di hinbername û mîtîngan de derket ser dikê, niha jî di bin banê
MKM-Der a Mersînê de muzîyentiya xwe didomîne. (Dîha)
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|