|
18 Gulan 2007
ALBÛM
Albûmên Serdar 'Wurze' û Emê Bêjin
derketin
‘WURZE’ SERDAR
Hozan Serdar ku yek ji hunermendên ‘zazakîbêj’ e, bi salan e ku hewla muzîka
kurdî dide. Di albûma bi navê ‘Wurze’ de, 9 stran hene. Gotin û muzîka
piraniya stranan ji hêla Serdar bixwe ve hatine çêkirin. Strana ‘Wurze’, ji
hêla Serdar ve ji Hunermendê Dêrsimî Silo Qiz hatiye wergirtin ango
çavkaniya stranê Silo Qiz e. Serdar ew berhev kiriye û muzîkeke xweş jê re
amade kiriye.
Ji bilî Wurze, stranên din ku di berhemê de cih girtine ev in; Mêrxas,
Setero, Wuşenê mi rindo, Gewrê, Sirê zerê mordemi, Haq bela xo to do, pitê
mi û Emîna. Tevahiya stranan bi zaravayê zazakî (kirmançkî) hatine vegotin.
Albûm li Tirkiyeyê ji hêla Kom Muzîkê ve; li Almanyayê ji hêla Mîr muzîkê ve
hatiye derxistin.
Orkestrayek ligel Serdar di amadekirina vê berhemê de kar kiriye. Emmanuel
Stanley, Klaus Bitner, Feri Farisi, Sinan Acar, Yasîn Boyraz û Ertan Tekîn
di vê orkestrayê de bi lêxistin û bikaranînan enstrûmentalan cih girtine.
‘EMÊ BÊJIN’ NOSTALJÎ
‘Emê bêjin’, berhemeke nostaljîk e. Ji kilam û stranên 7 hunermendên ku îro
ne li nav me ne pêk tê. Bi gotineke din, hunermendên ku di nava sazî û
dezgehên kurd de cih girtin û paşê bûn ‘pakrawan’ên doza kurdî.
Sefkan, Alî Temel, Çiya, Mizgîn, Serhad, Evdilmelîk Şêxbekir û Hogir...
Tevahiya van navan di nava saziyên kurdan de ango di nava Navenda Çanda
Mezopotamya û Akademiya Kurdî de xebatên xwe yên hunerî meşandin. Di nava
komên bi navê Koma Azad, Koma Amed, Koma Berxwedan de cih girtin. Paşê di
beşên din ên têkoşîna kurdan de cih girtin, têkoşiyan û jiyana xwe ji dest
dan. Bi stran, kilam û lawjeyên xwe yên otantîk, welatperwerî û şoreşgerî
man. Hunermendên navborî, di albûma ‘Emê Bêjin’ de, 12 stranên stranên bi
navê; Oy Kurdistan, Emê bêjin, Kaniya me, Lo lo Lawiko, Şitla Azadî, Gundîno
hawar, Dayê menal, Qîza Helebce, Seyîd Riza, Berî her tiştî, Keremke û Gulê
bang kir Sosinê distrên. Albûma ‘Emê Bêjin’, bi guhdarîkirinê re guhdarên
xwe dibe salên 1990’î. Hêjayê gotinê ye ku berhemeke di warê arşîvî û
nostaljiyê de albûmeke hêja ye.
Ev albûm jî, ji bilî Kom Muzîkê, li Almanyayê ji hêla Mîr muzîkê ve hatiye
çapkirin. (Salihê Kevirbirî)
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|