|
10 Nîsan 2007
ALBÛM
Serhado bi yekem albûma hiphopê ya bakûrê Kurdistanê pencereyek nû
di mûzîka Kurdî de vekir
MUZIKKURD.com

Albûma Serhado ya bi navê "Xewna Jiyan"
li bakûrê Kurdistanê derket bazarê.
Di albûmê de 12 stran cîh
digrin.Bi hunermendên wek Xêro Abbas,hesen Şerif,Xelya,Beyto Can,Dilava û
Sîdar duetên balkêş hatine çêkirin.
Album li gor konsepta hiphipê bi
avayekî serkeftî hatiye amade kirin.Ji bineesazîya ensturmanan heta berga
albûmê xebateke serkeftî derketîye holê.
Serhado di warê naveroka stranan
de bi mijarên têkoşîn,azadî û serxwebûna niştiman,mafên jinan,evîn,pirsgirêk
û çewtîyen civakî jî li gor riha hip hopê peyamên xurt dide.
Her wiha bi "Xewna Jiyan" bêtir
eşkere bûye ku zimanê Kurdî û hiphop çiqas baş li hev tên û bingeha serî
hildanê ya têkoşîna kurdî û peyamên giştî yên mûzîka Kurdî ya polîtîk bi
avayekî nûjen û pêşketî gihêştine hev.
Di çend albûmên Kurdî de mînakên
mûzîka hiphop û rapê hebe jî û ser înternetê jî çend stranên hiphopê bi
Kurmancî hatine weşandin jî albûma Serhado ya "Xewna Jiyan" yekem albûma
xwerû hiphopê ya bakûrê Kurdistanê ye.
Wek tê zanîn hunermenda ji başûrê
Kurdistanê bi navê Rezgar jî bi zaravayê kurmancîya jêr yekem albûma hiphopa
Kurdî sala par weşandi bû.
Serhado jî bi yekem albûma hiphopê
ya bakûrê Kurdistanê pencereyek nû bi avayekî serkeftî û bi qelîte di mûzîka
Kurdî de vekirîye.
Girêdan -
Malpera
Serhado /
Malpera
Rezgar ya hûnermendê hiphopa Kurdi ji Kurdistana azad
Guhdarî bike -Straneke
bo nasandinê ji "Xewna Jiyan"
(bo
hemû stranan albûmê bikirin)
REKLAM
|