muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
01 Gulan 2007

ALBÛM                                                                       Li ezmana hezkirin

İkram Oguz

Li ezmana hezkirin, navê albûma Şêxo ya nu ye. Albûm, ji alî Devsan Kasetçilik va hatîye çêkirin.

Aranjorên wê jî Şêxo, Soner Akalin û Ozan Emrah Aksoy in.

Ez rexnekarê muzîke nînim, lê belê ez wek guhdarvanekî muzîka kurdî dixwazim vê albûmê bi we bidim nasîn û derheqê wê da ra û ramanên xwe bi xwendevanên NavKurdê ra parve bikim.

Albûm ji yanzdeh kilaman pêkhatîye, ji wan çar klamên wî Tirkî, yên din jî Kurdî ne.

Di vê albûmê da jî Şêxo, wek mîna albûmên xwe yên berê cîh daye çar şiêrê mamostayê Cegerxwin. Ew şiêr jî "Şêrînê", "Nizanim", "Xebur" û "Şoreş" in.

Ji yên Tirkî jî kilamek ji Aşiq Melulî girtîye û navê wê jî "Ne Mutlu" ye. Gotinên kilamên din û muzikên hemû klaman yên Şêxo bi xwe ne.

Ji hemû kilaman ya yekemîn, ya ku navê xwe daye albûmê "Li ezmanan hazkirin" bala mirovan dikşîne.

Dema ku min albûm dît û navê wî xwend ji xwe ji xwe ra got:

Çima, li ezmana hezkirin, gelo jêr têra Şêxo nake ku ji bo hezkirinê diçe ezmana. Lê kingê ku min pirsên wî klamê xwend, hêdî hêdî Şêxo fêm kir ku wî çima navê albumê wusa lêkirîye.

Hezkirina ku Şêxo di vê şiêrê da tarîf dike û tîne ziman, bi rastî ew li rû dinê ne mimkune ku mirov jê tam bike. Gorî Şêxo sebebê wê çîye, ez nizanim.

Lê gorî raya xwe dikarim bêjim; ji dirutî û dijminatîya mirovan, têkîlîyên mirovatîyê jî roj bi roj qirêj dibe. Ev têkilîyên qirêj jî, ji bo jîyenek bê hezkirin, bi serê xwe tenê bes in.

Ji ber vê yekê jî Şêxo, bi kilam û stranên xwe, bi melodîyên xwe banga jîyanek nu, jîyana ku li ser hîmê hezkirin û mirovatîyê bilind dibe, dike û wuha dibê je:

" bira hezkirin ji dil be
hezkirin bira ji dil be

mîna kevir û daran puc nebe
ax û ava jîyanê be

mîna kulilkan rengareng be
ji berf û baranê paktir be

ji hîv û rojê ronahîtir be
bi eşqa mirovatîyê be

bi navê Xwedê jorin be
Bîr û bawerîya te be..."

Di hunermendîya Şêxo da tiştek zêde bala min dikşîne. Ew jî, Şêxo ne tenê lî welat û nav kurdan da, li derveyî welat, bi taybetî di nav Almanan da jî bi nav û deng e.

Ji ber vê yekê ku muziîka Şêxo, di nav baxçê muzîka kurdî da rengeki gelek girîng e û ji bo dewlemendîya muzîka kurdî gere bê parastin. Ez bawerim, dema ku we ev albûm girt û guhdarî kir, hunê jî derheqê mzîka Şêxo da wek min bifikirin.

Heger hun li vê dinê naxwazin bê hezkirin bijîn, çavê xwe bigrin, berê xwe bidin ezmana û albuma Şêxo guhdarî bikin.



REKLAM

 

REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music