|
02 Nîsan 2007
ALBÛM
"Siwaro" careke din siwar dike rêwiyên xwe!
Albuma
hunermendê kurd Xelîl Xemgîn a bi navê "Siwaro" derkte. Albuma ku ji
Kom Muzîkê derket wekî nostaljiyeke salên 1990'î ji bo hezkiriyên
Xemgîn tê pêşkêşkirin.
Dengê stranên ku di albuma Xelîl Xemgîn "Siwaro" de ne di salên
1990'î de hema bêje li her mala kurdên Bakur bilind dibû. Ger radibû
dengê "Amed, Amed...diya min Amed...", geh radibû dengê ""Ey Botan
Botan Botanê, şerê me ser te giranê" û dom dikir stranên din. Ji
devê ciwanên evîndar de "Di tarîka şeva hîcra" bilind dibû û her kes
siwarê "Siwaro" dibû, bajar bi bajar, herêm bi herêm digeriya di nav
gund û çiya, navçe û bajarên kurdan de.
Stranên wê demê, stranên ku di navbera 1981 û 1990'î de hatine
nivîsandin, hatine stirîn niha di bin navê "Siwaro" de ji Kom Muzîkê
derket.
Di albumê de Yek jê Cegerxwîn, yek jê Hamit Avci û yek jî yê Hekîm
Sefkan ên din, gotinên stranan aîdê Xelîl Xemgîn in.
Albuma ku mirov dîsa dibe wê demê, wekî nostaljiyeke xweş careke din
xwe digihîje guhdarên muzîka kurdî.
Di "Siwaro" de, "Newroz", "Amed", "Dayê Menale", "Hîcran", "Ey
Botan", "Siwaro", "28'ê Adarê", "Hey Lê Dayê", "Tu Sorgul î" û
"Egîdê Me rakin" 10 stran cih digirin.(diyarname)
Girêdan -
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|