muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
01 Tîrmeh 2007         ALBÛM                                                                          Ji Besê Aslan 'Xema Çel Meqamî'

 Pêywendîdar

 

Berhevkara xebatên çandî yên devkî Besê Aslan xebata xwe ya çar salan di kitêb-cd’yekê de civand ser hev. Xebata ku ji stran-kilamên kurdî yên Elbistan-Meraşê pêk hatiye, ji hêla ‘Guvercîn Muzîk’ê ve bi navê ‘Xema Çel Meqamî’ (Kirk Makamlik Efkar)derkete piyaseyê.

‘Xema Çel Meqamî’ ji stran-kilamên evînî,hesret û bedewiyê pêk hatine. Tevahiya kilamên berhevkirî, ji dorhêla gundên elewî yên Elbistanê hatine berhevkirin. Berhevkar bixwe jî kurdeka kurmancîaxêv a elewî ye.

Kilamên ku di berhema diyarkirî de cih digirin ev in; Delal, Bûkê, Çovê te na, Zozan, Keçik û lawik, Qadire yar, Dem, Şîn, Salo û Gajê Gulamor, Haydar, Nennî û Boran.

Aslan berhema dabaşa gotinê diyarî bo tevahiya dengên qedîm û hunermend Mihemed Şêxo kiriye.

Taybetmendiyeke girîng a berhemê ev e ku devoka kurmancî ya Meraş-Elbistanê bêyî ku destkarî bê kirin hatiye parastin. Bi çi awayî hatibe gotin wisa jî tekstên kilaman hatine nivîsandin. Bo nimûne di kilama ‘Şîn’ê de çêjeke xweş a vê devokê xwe dide der:


‘Çoxê ki Hasan war bûyî

Kî doka xa raş hişk kirî

Şawekê çûyîye ser mazalon

Kî sarê xa donî

Ki la mi garyoyî

Ka dîm

Ka onîm

Ka lo bar derî dowastyom

Ki candarman da go ki

Başın sağolsun, başın sağolsun

Mi nizanî ki Hasan mirî ye

Ki onîn royî min don

Ki min birin Ka çûm ki î romadî ya

Ki doka xa kor bûyî ya’


Di xebata xwe ya çar salan de Besê Aslan; bi gelek rûspiyên herêmê, kilambêj, kesên navsere û pîrên (dede) çanda elewitiyê re gotûbêjên rûbirû kiriye, dengên wan tomar kiriye û wan kişandiye kamerayê. Al Dede, Tuccarî, Huseyin Karaman, Esme Gul, Mustafa Durmaz, Salman Aslan (Bavê berhevkar), Alî Taşar, İvê Döne, İbrahîm Gul û Zogre Bakir çend nav in ji çavkaniyên bevhevkara ciwan.

Di berhemê de nivîsareke li ser kilamên elewiyên Elbistan-Meraşê heye. Nivîsar bi 5 zimanan e; Kurdî (kurmancî), Tirkî, Almanî, Îngilîzî û Fransî.

Berhevkar, Besê Aslan li ser pirsa; ‘Gelo di pêvajoya xebata çar salan de tu bi çend kesan re axivî, li çend gundan geriyayî, te serî li çi berhemî dan?’ wiha dibêje: ‘Hema hema bibêje li tevahiya gundên elewiyên Elbistanê geriyam. Li hinek gundan bi gelek kesan re, li hinek gundan bi kesekî tenê re axivîm. Li 66 gundan geriyam. Zêdetirî bi 500 kesî re axivîm. Min dengên wan tomar (qeyd) kirin. Min serî li berhemên li ser muzîka kurdî ne dan. Heta ji min hat, min çîrok û berhevkirinên dinyayê xwendin. Min berhemên Muhsîne Yazıcıoglu, Pertev Naili Boratav xwendin...’


Besê Aslan, di sala 1982’yan de li gundê Karaçara Elbistana Meraşê hatiye dinyayê. Ji Eşîra Sinemilî ye. Li Elbistanê xwend. Zanîngeha Înonuya Malatyayê terikand. Niha li Agiriyê, li Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Resimê dixwîne. Di destekê wê de kitêbên dibistanê, di destê din de amûra dengirtinê û makîneya fotoyan gund bi gund digere û berhevkariya çanda devkî dike. Besê Aslan xwediya kitêba ‘Nar Agacının Golgesî Yoktur’ (Siya Dara Hinarê Tuneye) e ku kitêb bixwe jî, berhemeke çanda devkî ye.

Aslan diyar dike ewê xebatên xwe yên berhevkariyê berdewam bike. Armanca wê ya sereke ew e ku di demên pêş de berhemeke ‘kilamên şînê’ ku ji devê jinan hatiye berhevkirin amade bike.(SALIHÊ KEVIRBIRÎ )


Xema Çel Meqamî, Besê Aslan, Guvercin Muzik

Ji bo têkiliyê: xemacelmeqami@hotmail.com
 

REKLAM

 

 


REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006-2007 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music