muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
17 Tebax 2007

ALBÛM                                                                       Xêro Abbas bi albûma 4'emîn "Barana Şevê" vegeriya

ETEM FERQÎN / MUZIKKURD.com

Albûma dawîn ya Xêro Abbas bi navê "Barana Şevê" li bakûrê Kurdistanê û li Ewrûpa derket bazarê."Barana Şevê" albûma 4'emîn yê Xêro Abbas e.

Di albûma "Barana Şevê" ji 11 stranan pêk tê.

Stranên di albûmê de ewin; 1.Barana şevê, 2.Hêvî Evîn, 3.Bûkê, 4.Marşa Evînê, 5.Welat, 6.Dil Bide Min, 7.Narê, 8.Zor e, 9.Bûrî Bûrî, 10.Kezîzerê, 11.Tu

"Barana Şevê" xwedî hin stranên baş û serketiyê lê....


Xêro Abbas yek ji hunermendê girîng ya mûzîka hemdem ya Kurdî ye.Her çiqas di albûmên xwe de cîh li stranên gelêrî dide be jî şêweya wî bi giştî derdora tarzên wek rock,pop,pop-folk ê de ye.

Xêro Abbas di albûma "Barana Şevê" de hewl daye xîtabî her du girseyên ku muzîka gelêrî û him jî mûzîka hemdem guhdari dikin bike.Ev stratejî piştî Ciwan Haco ji alîyê gelek hunermedan tê bi kar anîn.Xêro Abbas di çêkirina mûzîka hemdem de zêde wêrek nîne û berhemên baş lê berhemên bi heman rengî diafrîne.Di hin qadan de xwe pêş naxîne.

Xêro Abbas xwedî dengekî baş û bilind e û hunermendeke berhemdêr e,lê di "Barana Şevê" de asta xwe ya mûzîkalî pir zêde nexistiye pêş.Cûdayî û cihêrengîya albûma "Westiya Bû" di  "Barana Şevê" de nîne.Wek dewamake albûma wî ya "Axîn" e.

Strana "Barana Şevê" straneke Hekîm Sefkan e.Hekîm Sefkan heman stranê di albûma xwe ya "Stranên Qedexe" de goti bû.Aranjeya strana "Barana Şevê" ya Xêro Abbas ji aranjeya Hekîm Sefkan pêşketir û baştir û rengîntir bûye.Komên kemanan bi stîla rojavahî,motifên rock  strana "Barana Şevê" bi temamî kiriye staneke cuda.

Her wiha strana Kezîzer jî strana Abbas Ahmed e ku vê stran jî di albûma "Mêvana Xewnê"(2003)  ya Abbas Ahmed de cîh girti bû. Aranjeya strana Kezîzer jî ji halê vî stanî ya albûma Abbas Ahmed baştir bûye.

Strana "Marşa Evînê" straneke bi stîla rock e.Dişibe strana "Nikarim" ya Xêro Abbas a di albûma "Axîn" de.Strana "Welat" bi meqama xwe yek ji balkeştirîn ya albûma "Barana Şevê" ye.Her wiha strana Narê ku bi avayê pop,hip-hop hatiye amade kirin wê bala gelekan bikşîne.

"Barana Şevê" ji Kom Mûzîkê ve hatiye derxistin.Em di vê albûmê de jî hêvî dikin ku albûma Xêro Abbas jî nebe qurbana helwasta demên dawî yê di warê qelsîya belav kirin û nasandina albûmên Kom Mûzîkê de.


Xêro Abbas kîye?

Xêro Abbas di sala 1962'an de li başur-rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîye) bajarê Qamişloyê hatiye dinye.Li Sûrîye perwerdeya sereta,navîn û lîseyê temam kir Di sala 1986'an de ji ber zextên rejÎma Sûriye û ji ber bê delfetiyan koçî Elmanyayê kir.Di wan salan de eleqeya wî ser muzîkê zêdetir bû. Di 1989'an de bi tevlî bûna Koma Berxwedan dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir.1998'an de yekem albûma xwe ya bi navê "Xerîbo" weşand.Albûma Xerîbo di nava Kurdan de eleqeyek mezin dît.Li Ewrûpayê di dehan konser da.

2002'an de di Newroza mezin ya Diyarbekîrê ku bi qasê milyoneke Kurd tevlî bû bû de derket ser dîkê.Piştî gelek salan cara yekem bi vê wesîleyê vegeriya axa Kurdistanê û di vê vegera xwe de maçî axa xwe kir û vê helwesta wî ji aliyeke gel ve bi coş û hezkiriyeke mezin hate pêşwazî kirin.

Xêro Abbas şêweya klasîk a muzîka Kurdî bi bingeheke modern yekxist û bi vî avahî şêweyeke ku him girêdayî rêça xwe û heman demê de jî şêweyeke modern derxist holê.Vê jêhatiya Xêro Abbas him cihê wî him jî berdarî ya wî zexmtir dike.

Girêdan

Malper-Malpera Xêro Abbas

Kirîn-Bo kirîna albûmên Kurdî bitiqîne

 

REKLAM

 

REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music