|
25 Gulan 2007
HEVPEYVÎN
‘Kejê’ gihîştina Yekbûn e
ÎKRAM BALEKANÎ

Hunermend Yekbûn bi berhemeke nû “Kejê” derket pêşberî hezkiriyên xwe û me
jî li ser berhem û jiyana wê gotûbêjek pê re amade kir. Ji ta heta derziyê û
ji aş heta bajêr, em li ser her tiştî axivîn. Gelo ew heta niha bûye
evîndar, li ser siyasetê çi difikire, bi çi rengî li ser berhema xwe
xebitiye û gelek pirsên din.
Gelo di derxistina berhema duyem de tu dereng nemayî?
Albûma min a yekem di 2002’yan de derketibû lê li gorî min ji bo tu tiştî ne
dereng e. Heta niha, ji bo vê berhemê min dixwest ku ez xebateke baş çêbikim
û bi rastî ji her tişt li gorî dilê min çebû. Di warê burokrasiyê de hin
astengî çêbûn û em 6 mehan dereng man. Lê xem nake. Car caran tê serê mirov.
Tu çiqas li ser xebitî, yanî çiqas dema te girt?
Ez dikarim bêjim piştî ku albûma min a yekem derket hêdî hêdî ev xebata nû
jî dest pê kir. Piştî ku em ketin studyoyê nêzikî salekê xebatan berdewam
kir.
Di nava wê demê de, pirsgirêka herî mezin çi bû? Astengî hebûn an na?
Pirsgirêka herî mezin ekîba produksiyonê tune bû. Ji bo her tiştî
pirsgirêkek derdiket. Vê yekê jî ez diwestandim. Hêvîdar im ku di qada
hunera kurdî de jî êdî ekîbên profesyonel bêne avakirin û hunermend tenê li
ser hunera xwe bixebitin.
Te bi çi awayî stranên xwe hilbijartin?
Min ji nava arşîva xwe nêzîkî 500 stranî hilbijartin û ez, produktor û
aranjorê ku bi min re xebitîn, em rûniştin, me yek bi yek guhdarî kir. Heta
ku ev repertuar derket. Wekî din hevalên ku ji bo stran û stranên gelêrî
alîkarî dan min hebûn, ez ji niha ve spasiya wan dikim. Yanî ez ne bi tenê
bûm.
Berhema te bi giştî ji çend stranan pêk tê û stranên te bi xwe jî hene
yan na?
12 stran in û 2 jê bi tirkî ne. Du stran jî yên min bi xwe ne. Stranên bi
navê “Nikarim” û “Gulê”...
Herî zêde kê alîkariya te kir?
Wele ez nikarim tenê navekî bêjim lê di amadekariya vê berhemê de produktorê
min zêde nav xebatê de cih negirtibe jî di aliyê aborî de pirsgirêk
dernexistin. Wekî din di nav xebatê de her wext Nail Yurtsever, Metin Kalaç
li cem min bûn, spas ji wan re...
Tu herî zêde ji kîjan stranê hez dikî? Bêguman mirov ji hemûyan hez dike
û paşê di berhemê de cih didî wan, lê ya herî ku kêfa te jê re tê kîjan e?
Her stran ji bo min bêguman pir taybetî ne, lê ez dikarim bêjim cihê strana
“Nikarim” pir cuda ye. Helbesta wê, aranje û şîrovekirina wê jî min bi xwe
çêkiriye. Ji bo vê sedemê cihê vê stranê pir cuda ye.
Gelo strana Kejê bi rastî dikare berhema te temsîl bike?
Çima na? (Dikene)
Bi dîtina min strana “Yar Eman” wê gelekî bê hezkirin, tu çi difikirî?
(Dikene û ez bawer im bi pirsa min dikene û wiha dibêje) Belê gava min ew
stran bihîst bi rastî pir kêfa min jê re hat. Hevalê Îkram Balekanî
berhevkarê wê stranê bû. Pir spas ji bo alîkariya wî. Ez bawer im guhdar jê
hez bikin.
Tu bi ekîba berê re xebitî yan jî te şirket û ekîba xwe guhertiye?
Belê niha albûma min ya duyem ji aliyê Metropol Muzîkê ve hate çapkirin. Ya
yekem Kom Muzîkê tomar kiribû. Lê vê carê çênebû.
Ferq û cudahiya di navbera Kejê û Nîrwana de çi ye?
Bi rastî pir ferq heye, guhdar jî wê bibînin. Niha albûma “Kejê” bi rastî jî
gihîştina Yekbûnê nîşan dide. Tarzê vê albûmê jî girêdayî vê yekê hatiye
guherîn.
Terzê te çi pê hat? Te çima terzê xwe guhart?
Ev 17 sal in ez di nava kar û xebatên hunerî de me û bi muzîkê re mijûl im.
Her wext muzîk bi pêş dikeve û heta ku ji destê min tê ez ji tiştên nû di
nava muzîka xwe de bi kar tînim.
Tu ji korsanan ditirsî yan na?
Ya rastî tiştên ku ez jê bitirsim tune. Tenê tirsa min ew e, her çend ku
korsan bi hêz dibe, muzîka kurdî jî ew qas qels û lawaz dibe. Yanî paşketina
muzîka kurdî jî girêdayî bihêzbûna şîrketên korsan e. Ew jî girêdayî gelê me
ye. Heger nexwazin çanda wan paş bikeve bila li berhemên korsan guhdarî
nekin.
Tu difikirî klîban çêbikî? Ger tê çêbikî ji bo kîjan stranê tu dixwazî
çêbikî?
Ez dixwazim cara yekem ji bo du strana klîbê bikişinim yeke tirkî û yeke
kurdî. Hinekî girêdayî guhdaran e, ez ê li gorî hezkirina wan hilbijêrim.
Tu ji siyasetê hez dikî yan na?
Mirov hez bike yan neke, mirov bê siyaset pûç û vala ye. Pêwîst e ku mirov
tiştekî biparêze.
Tu difikirî ku rojekê bi awayekî aktîv bikevî nava xebatên siyasî?
Na Na Na Bêguman na... (Wê carê bi rastî dikene). Siyasetmedarên kurd ger bi
dil û can bixebitin, ne tenê têra kurdan têra Rojhilata Navîn hene.
Navbera te û magazînê çawa ye? Gava nûçeyên magazînî li ser te
derdikevin, tu aciz dibî yan na?
Heta niha nûçeyeke ku min aciz bike, derneketiye. An jî min nebihistiye û
neditiye. Lê magazîna ku ez fêm dikim, jiyana ku ne taybet, aliyê
hunermendên biyanî, ez meraq dikim. Magazîn bi hebûna sînoran baş e û pêwîst
e ku hebe jî...
Bi dîtina te di nava civaka kurd de jî pêdivî bi rojname û malperên
magazînî heye yan na?
Di nava civaka kurd de, jiyaneke magazînî tune ye. Loma ne ew dikarin
xebateke magazînî têr bikin û ne jî xebatên magazînî dikarin bingeheke wisa
amade bikin. Lê hebûn ji tunebûnê baştir e.
Tu heya niha bûyî evîndar an na?
(Bikene û bi xwe bawer dibêje) Belê, belê yekî ku ez jê hez dikim heye û ez
hêvîdar im ku di demeke nêzik de zewaca me jî çêbe.
Em bi sohbeta te pir kêfxweş bûn. Hêvîdar im ku hûn ji me aciz nebûbin...
Ez pir kêfxweş bûm. Hêvidar im ku xwendevan jî kêfxweş bibin. Silav û rêz...
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|