|
25 Rêbendan 2007
ALBÛM
Ji Zekerya "Gencê Pîr"
MUZIKKURD.com
Hûnermendê
bi navûdeng piştî du salan bi albûma xwe ya bi navê 'Gencî Pîr' derket
pêşperî hezkirîyên xwe.
Di albûma dawîn ya Zekeria de 12
stran cîh digirn ku navên stranan ewin;
01. Dereng hati
02. Gullé
03. Kijé nekey
04. Min tu navé
05. Genci pir
06. Tom dewé
07. Jaré dil dedey
08. Roji bextim
09. Bo min be
10. Derdé te
11. Işqit
12. Çon dilit dé
Şêwaza albûmê wek albûmên berê ya
Zekerya nêzî senteza pop û erebeske.Klîba yekem a albûmê bo strana "Gullê"
li stenbolê hatÎye kişandin.Tê payîn ku Zekeria wek albûmên xwe yên berê bi
vê albûma xwe jî bazara mûzîka Kurdî bihêjîne.
Wek tê zanîn Zekeria ji bajarê
Kurdistana azad a Silêmanî ji dayik bûye.Bi taybetî li Kurdistana azad
bandora mûzîka tirkî ya hunermendên esl-kurd ku eslên xwe înkar dikin wek
Îbrahîm Tatlises,Mehzun Kirmizigul û hwd. bi saya Zekerya hate
şikandin Û gelek Kurd bi navberîya mûzîka Zekeriya vegerÎyan mûzîka Kurdî û
dev ji mûzîka tirkÎ berdan.
Her wiha albûma Zekerya yê bi navê
"Têlînaz" li bakurê kurdistanê jî hate belav kirin û "Têlînaz" 2004'an
di nava albûmên Kurdî de bû albûma yek ji herî zêde hate firotin.
Zekerya Kîye?
Zekerya Abdulla li Hewlêrê li
Kurdistanê hatiye dinê, di zaroktiya xwe de piraniya dem û heza xwe bi
mûzîkê re derbas kiriye. Ew di malbatekê de mezin bû ku mûzîk wek hogira
herî xwe ya mezin qebûl dikir.
Di sala 1993ê de koçbarî Swêdê bû û dest bi karê mûzîkê kir, her li wir bi
stranbêjîn navdêrên kurd re dest bi jenîna Kîborê kir. Di sala 1998ê de
yekemîn albuma xwe "Tu Hatî" weşand û ev albuma wî bû pira wî ya ku jê ve
derbasî cîhana mûzîkê bû û karibû navê xwe li wir bide bihîstin.
Sala 1999ê albuma xwe ya bi navê "Bigerrêwe" weşand, piştire karên xwe
pêşvetir birin û bi riya weşandina albuma "Dayê" di sala 2001ê de bêtirî
milyoneka alîgirên kurd li xwe civandin. Piştî vê yekê jî berdewam pêşve
çûye, bi awakî ku her dema bixwaze dikare pir alîgiran li dorên xwe
bicivîne.
Sala 2002ê albuma xwe ya silverî ya bi navê "Rojgar" weşand û bala hemû
alîgirên mûzîka Kurdistanê kişande ser xwe. Heta niha jî 1.5 milyon kopiyên
vê albumê hatine çapkirin û li Kurdistanê bûye albuya wî ya silverî. Bi riya
vê albumê pir alîgirên wî li Kurdistanê çê bûn. Di vê albumê de 14 stran
hene, herweha jî gelek stranên xwe kirine vîdeo klîp û li kanalên kurdî têne
weşandin û tenê ji stêrikeka hunerî jî mezintir û rêzdartir bûye.
Baweriya Zakaria tenê bi stêrikbûyinê nehatiye û albuma "Tîlînaz" jî di sala
2004ê de weşand ku bû albuma zêrîna Zakaria û li Kurdistanê sê milyon
kopiyên wê hatine çapkirin.
(wikipedia kurdi)
Albûmên
Zekerya
Tu Hatî
(1998)
Bigerewe (1999)
Daye
(2001)
Rojgar (2002)
Telînaz (2004)
Gencî Pîr
(2007)
Guhdarî bike -
Stranên nasandinê ji albûma dawîn "Gencî Pîr"
REKLAM
|