|
25 Rêbendan 2007
ARŞÎW
Ji Arşîwa
Mûzîka Kurdî, Çend bergên Plaqên(qewan) Kurdî
MUZIKKURD.com
Li
ser gelek hunermendên Kurd wek Qerebetê xaco,Meyrem Xan,Eyşe
Şan,Arif Cizrewî,Hesen Cizrewî,Mihemed Şêxo,Kawis
Axa,Şakiro,Hesen Zîrek,Tehsîn Taha,Eyaz Yûsiv û hwd. xebatên
arşîw kirin û ji nû ve çap kirinê çi bi qeydên radyoyên Erîvan û
Bexdayê û çi jî bi qeydên din ji nû ve hatine belav kirin û
gihêştine destê gel û arşîva mûzîka Kurdî.
Lê gelek hunermedên
din hene ku di salên 60î û 70yî û 80yî de li bakûr û perçeyên
yên kurdistanê de berhemên xwe wekî plaq (wek 45î û long play)
derxistine.
Li ser berhemên wan
hunermendan ji ber kêm peyda bûna berhemên wan û kêm çap bûna di
dema derketina wan berheman xebatên arşîv kirinê nehatine kirin.
Li Kurdistanê bi
taybetî li bakûrê Kurdistanê 20-30 sal berê Kurdî qedexe bû û
lewma jî hejmara berhemên bi vî rengî ne zêde ne.
Emê wek MUZIKKURD.com
berhemên bi vî rengî bi qasê ku ji destê me bê kom bikin û berê
bi weşandina wêneyên wan berheman û pişre jî belav kirina qeydên
wan bi taybetî bo nifşa nû wan berheman bidin nasandin.
Emê bo cara pêşî
3 plaqên Kurdî didin nasandin.Salên derketina wan baş nayê
zanîn.Her wiha kesên ku di warî de xwedî arşîw û materyalin
dikarin bo nasandina wan berheman bi MUZIKKURD.com re têkîlî
deynin.
Hunermend : ÎBRAHÎM ADIGUZEL
Çêker: ADIGUZEL PLAK
Stran: Beşa a.LÊ LÊ BÛKÊ
Beşa b.APO APO..
Sal:198?
Cure:45 î

Hunermend : AŞIK MUSA PERVANÎ
Çêker:NISSO PLAK
Stran: SIRGUNA EYLI BEYTÊ
Sal:197?
Cure:33 yî

Hunermend :ZULFÎKAR YUMRUK
Çêker:HARIKA PLAK
Stran: 1-EBDURREHIMÎ HECÎ
SîNAN 2-XELÎLO
3- AY DIL EBDULO
4- DÎLBERA MIN TU RINDIKÎ
5- EHMEDO LAVO 6-MEYREMA
FILÊ 7-KEZIZER
8-EMINÊ EHMED
9-MALA NASIR
10-QIZA KURDANî
Sal:197?
Cure:33 yî

REKLAM
|