|
07 Tebax 2007 ALBÛM
Kerebetê Xaco û muzîka Kurdî
Karapêtê Xaço ji nîve sedsalî zêdetir renc û deng û rengê xwe daye muzîka
kurdî lê mixabin di xusaretiyeke melûl û zelûl de jî, can da. Lê bi şan,
şeref, mêrantî û serbilindî.
Karabêtê Xaço bi stranên xwe yên gelêrî ganê mirov tewira tewir li hev
digerîne: Di kilama Lawikê Metînî de herçî ku guhdarî dikin bê guman bi ber
keçıka evîndar dikevin ku li ber diya xwe digere ku gazî evînbara wê Lawikê
Metînî, delaliyê malê bike da ku ji herdûyan yek "tê dixwaze bira bê wê
bixwaze, tê direvîne bira bê wê birevîne; nay narevîne sibê yan dê wê bi rê
bi kin an jî dê wê biguhêzin."
Dema behsa muzîka kurdî tê kirin bi xweserî nav û dengê çend hunermendên
navdar tên bîra meriv. Wek bi deng û tembûra xwe Mehmed Arifê Cizîrî, bi
dengê xwe yê dawûdî Hesenê Cizîrî, bi deng, meqam û naveroka xwe Kawîs Axa,
xasma bi azadiya dengê jinên kurd Meryem Xan û Nesîn Şêrwan, bi deng û saz û
govenda xwe Hesen Zîrek, bi meqam û dengbêjîya xwe Tehsîn Taha, bi dengê xwe
yê melûl û egît, dengbêjê helbestên helbestvanê me yê mezin Cigerxwîn
Mihemed Şêxo û dengbêjê me yê klasîk, xwerû û bijare Karapêtê Xaço. Ev hemû
tev çûne ser dilovaniya xwe, her yek ji wan cihek wan ê taybet di nav dil,
cerg, deng û guhê me de heye, lê di vê nivîsa xwe de ez dixwazim çîçikek li
ser mijara hunermend û balyozê muzîka kurdî mamosteyê gewre Karapête Xaço yê
rehmetî rawestim. Hunermendên me yên zindî hemen yên me ne û li jiyanê ne.
Di pêşerojê de li ser vê mijarê jî eger hûn destûra min bidin ez dê nivîsek
cuda binivîsim.
Muzîk bi yan jî bê enstrûman, dengê ku hatiye honandin û tête ragihandinê
ye.
Her dengê ku li meriv xweş tê muzîk e. Wek dengê xwezayî, baran, xuşêna avê,
xwendina kew û çûçikan, lawiran, însanan, enstrûmanan...
Muzîk dengê ku ji ba dengbêjan an jî enstrûmanan ve hatiye honandinê ye
Lê xweştirînê wî ew tişt e ku muzîk dengê enstrûman û dengbêjan e ku bi
rewşek honandî tê guhê mirov.
Her çeşîdê muzîkê meriv ber bi bergehek cuda ve dikişîne; mîna êş, elem,
şahî, şên, şênahî, şîn, şînî, grîn, ken, biberketin, ketina ramandinê û hwd.
Kilamek lehengiyê eger lehengê kilamê di ber xwe daye û serkeftiye carna
damara mêraniya meriv ra dike, bi firşik dike û eger lehengê kilamê ketiye
bêkesiyê jî carna damara mêraniya meriv da dixe, sinûx dixe. Wek vê yekê
kilamek dîlanê jî wisa ye. Eger evîndar û evînbar gihiştine hev û du meriv
pê şa dibin, nexwe meriv bi ber dikeve.
Lê kilamên govendê....ax lo dilo lo dilo, ax lo dilo lo dilo, dilêm dermanê
dilan...
Însanê ku ne koçek be jî bi kilamek govendê, en hindik dîsa yan destên wî
yan tiliyên wî, yan lingên wî yan jî bedena wî li gorê ritma muzîkê
dileyize.Wek xwendina pirtûkek çewan li anagorê ramana sereke ya pirtûkê
bergeh li meriv dide guhertin. Wek: di romanek de li anagorê remana sereke
ya babetê, serehatin û bûyerên kehremanan meriv ji rewşek dixe rewşeke dî.
Karabêtê Xaço bi stranên xwe yên gelêrî ganê mirov tewira tewir li hev
digerîne: Di kilama Lawikê Metînî de herçî ku guhdarî dikin bê guman bi ber
keçıka evîndar dikevin ku li ber diya xwe digere ku gazî evînbara wê Lawikê
Metînî, delaliyê malê bike da ku ji herdûyan yek ‘tê dixwaze bira bê wê
bixwaze, tê direvîne bira bê wê birevîne; nay narevîne sibê yan dê wê bi rê
bi kin an jî dê wê biguhêzin.’ Dilê guhdaran bi gotinên helbesta kilamê û
xasma bi miqam, deng û şîrove kirina Karabêtê Xaço dinoqe nav gerînekan û
ser û bin dibe.
Lê kilama Evdalê Zeynê, bavê Temo, siwarê cindî? Bê çaretî, feqîrî, kaltî,
ava reş... Jiyana kurdan a gundan ji kew û qulingan veneqetiya ye. Quling
tên û diqîrin, carnan ji taxên sar ji zozanan tên koç dikin û diçin beriya
xwarê germiyanan... Evdal gazinên xwe ji dinyayê, feqîriyê û kaltiyê dike,
duha wî jî ew e ku feqîrî ne tu çek e, Xweda milê kurê bavan tu caran nika
neke .
Kilama Xalit Begê Cibrî yeka bi nav û deng e ku Karapêtê rehmetî sêwiriye.
Lihevanîna vê kilama gelêrî wisa bi kul û keser e ku şîretan li begê malê,
Xalit Begê dike, lê feyde nake: mi go were axa were meçe romê rom xayin e,
çi bikim bextê romê tinîne, çi bikim begê malê wê bixapîne mîro...
Zembîlfiroş, Derwêşê Evdî, Genc Xelîl, Lêb’ holê, Çûme Cizîrê, Hindî were
paytext e, Baraviyê, Lê dayê û kilamên mayîn ên kevnar ku Karapêtê Xaço
stiriye, hemû tev feyza wan mîna Nîlê dirêj e lê her yekê ji wan wek Dîcle û
Ferat neteweyî ne, evînî ne, mêrxasî ne.
Pêdivî ye ku li ser kilam û miqamên mamoste Karapêtê Xaço muzîkzan û
wêjevanên kurd bi hûrgilî rawestin. Karapêtê Xaço ji nîve sedsalî zêdetir
renc û deng û rengê xwe daye muzîka kurdî lê mixabin di xusaretiyeke melûl û
zelûl de jî, can da. Lê bi şan, şeref, mêrantî û serbilindî. Deng û awaza wî
me ji Xerzan heta Botan, ji Serhedê heta Amedê, ji Rewandûzê heta Hewlêre,
heta Mehabadê, Hewramanê, Erîvanê, ji rojavayê Kurdistanê heta rojheletê
Kurdistanê, me di dîrok û wêjeya me ya rûmetdar, qehreman lê ewqasî jî
şerpeze û belengaz de digerîne. Wî ala muzîka kurdî bê atle berz kiriye. Em
rêz û dilovanî ji dengbêjê me yê herî mezin Karapêtê Xaço re pêşkêş dikin..
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|