|
25 Berfanbar 2006
HEVPEYVÎN / BILIND ÎBRAHîM
‘Li Başûr sê şêwazên kurdî’
Bilind
Îbrahîm yek ji stranbêjê kurd e ku li başûrê Kurdistanê li bajarê
Duhokê xebatên xwe yên hunerî û muzîkê dimeşîne. Eleqeya ciwanan ji
bo hunera Bilind Îbrahîm heye. Me bi Bilind Îbrahîm re li ser rewşa
muzîka kurdî li Başûr û pirsgirêkên muzîka kurdî hevpeyvînek çêkir.
M. Emîn YILDIRIM
* Rewşa muzîka kurdî li Başûr di çi rewşê de ye?
Li başûr bi sê şêwazên hunera kurdî tê pêşvebirin. Bi zaravayê
soranî li bajarê Hewlerê, Silêmanî, li bajarê Duhok û devera
behdînanê zaravayê kurmancî û devera Şengalê. Her deverek bi van
şêwazên xwe yê hunerî û stranên xwe yê taybet hene. Beriya çend
salan hunera kurdî ketibû bin bandor û qetilkirina strana erebî. Ev
jî ji ber ragihandina dewleta erebî û rejîma Baas li ser me hebû.
Piştî ku di sala 1991’ê heta 2006’an hikûmeta herêma Kurdistanê hate
damezirandin. Hêdî hêdî binyada strana kurdî bi şêweyeke nû tê
çêkirin. Kêmasî hene û tiştên baş jî hene. Hêdî hêdî pêngav têne
avêtin ku strana kurdî ji bin bandora tahma strana tirkî, erebî û
farisî derkeve.
* We behsa sê şêweyên muzîka kurdî kir, gelo van şêweyên cuda ji
bo muzîka kurdî ne dewlemendiyek e?
Bêguman dewlemendiyek e. Madem kurdî ye, her zaravayekî kurdî ye û
her yek bi xwe re rengîniyekê tînê. Lê divê tahma strana kurdî ji
dest nede. Her deverek bi zaravayên xwe bêjin û her deverek bi
amûrên xwe yên taybet lê bi kurdî bê jenîn û bê gotin
dewlemendiyeke.
* Li başûrê Kurdistanê rewşa muzîka Bilind Îbrahîm çi ye?
Di her berhemekê de ez hesaba van her sê deveran dikim. Di her
berhemeke xwe de du sê stranan bi devoka herêma Şengal ku nêzî
devera Mêrdîn, Amed û Rihayê ye, devera soran û bi giranî stranên
herêma behdînan dibêjim. Şêwazê muzîka min jî muzîka pop û kurdî
têkel e. Bi vê şêwazê distrêm.
* Îro rewşa muzîka popê çi ye?
Li gorî min strana kurdî baştir e ku nêzî muzîka Rojavayî bibin. Ji
ber ku bi hemû aliyên xwe ve em girêdayî pêşketina Ewropa û Rojavayê
ne. Heke em muzîka xwe jî têkelî muzîka Rojava bikin wekî pêngav ji
bo me çêtir e. Li gorî dîtina min xortên me li ser vê sîstemê bên
perwerdekirin dê çêtir be. Lê divê stranên Rojavayî zêde bandorê li
muzîka me neke û stranên me tahma xwe ji dest bidin. Em wekî bingeh
muzîka Rojavayî bibînin û tahma muzîka kurdî bi toneke muzîka kurdî
em bibêjin.
* Hûn dibêjin muzîka kurdî bila nêzî muzîka Rojavayî be, lê di
bingeha xwe de muzîka kurdî muzîka Rojhilatî ye...
Tu dizanî tiştek heye. Cemawera muzîka klasîk, pop û erebî jî heye.
Em vê qonaxê bizanibin xortên kurd çi dibêjin. Bandora muzîka
Rojavayî li ser xortên me heye. Xortên me pêwîstî pê hene. Ez
nabêjim bila muzîka klasîk nîn be, divê hebe. Lê divê kurd wekî hemû
miletan bila hunerê klasîk hebe, pop hebe, rock hebe. Her yek
cemawerek xwe heye. Li van xwendingehan muzîkê li hemûyan klasîk,
pop, rock, tekno hebe. Yanî cemawera kurd girêdayî rocka kurdî be
çêtir e girêdayî rocka erebî an jî tirkî be. ev ji bo muzîka klasîk
û pop jî wisa ye. Bila di hemû xwendingehên muzîkê de hemû cureyên
muzîkê hebe.
* Bi parçebûna Kurdistanê re geşedanên parçeyên din kêm tên zanîn
an jî nayê zanîn. Wekî Bilind Îbrahîm li Bakur zêde nayê nasîn.
Sedemên vê yekê em dikarin çawa ji holê rakin?
Sedemên vê parçebûnê diyar in û her kurdek vê yekê baş dizanin ku
çima peywendiyek di nava me de nîn e. Nezanîna însanê kurd û
bindestiya wî di nava her parçeyî de sistbûnek xistiye nava me. Divê
dezgehên ragihandinê wekî radyo, televîzyon, rojname, saziyên çandî,
hemû partiyên Kurdistanê vê xebatê bikin ku hunermendên kurd û
însanên kurd bigihînin hev. Dezgehên ragihandinê dikarin vê qonaxê
leztir bi pêşve bibin. Heke ev yek bê kirin dê tu asteng li pêşiya
me nemînin.
* Pirsgirêkên ku îro li pêşiya muzîka kurdî ne, çi ne?
Li gorî dîtina min hunera kurdî heta bi bazirganiya taybet ve neyê
girêdan nayê pêşvexistin. Divê banê hunerî du heb hebin. Ligel
dezgehên radyo û televîzyonî divê bazirganiya taybet jî hebe. Dema
ku rewşa aborî ya hunermend bi pêşve bikeve, dê huner jî bi pêş
bikeve. Ev yek ji aliyê aborî ve wisa ye. Ji aliyê hunerî û
pêşxistina strana kurdî de divê mamosteyên hunermend hebe, awazdan
hebe, helbestkar hebe, cihê xwendina muzîka kurdî hebe.
* Di 23 û 24’ê berfanbarê de li Amedê Konferansa Muzîka Kurdî li
dar dikeve. Hûn vê çawa dinirxînin, ji bo pêşeroja muzîka kurdî dê
çi bi xwe re bîne?
Pengavên bi vî rengî pengavên pîroz in ku li Amedê konferanseke bi
vî şêwazî tê lidarxistin. Ya din jî serkeftina konferansê li gorî
dîtina min li ser hindê dimîne ku rêveberiya konferansê bizanibin
însanên baş hunermendên kurd daxwaz bikin û li ser stran û hunera
kurdî bipeyivin. Heke ew însanên baş bê hilbijartin bêguman dê
encamên baş bi xwe re bîne.
* Herî dawî tiştekî ku hûn dixwazin bibêjin kerem bikin…
Spasiya we dikim ku ez li Azadiya Welat im û bi rastî zor pê kêfxweş
hal bûm ku li Amedê hazir bûm û bûme mêvanê we. Yanî ji bo min bû
rojeke muhîm ku di jiyana hunera xwe de bi alîkariya we dengê xwe
bigihînim cemawera xwe û li bajarê Amedê. Spas dikim.(A.Welat)
Girêdanên Derve
-
Malpera Bilind Îbrahîm
REKLAM
|
 |
REKLAM
|