|
21 Rêbendan 2007
HEVPEYVÎN / DIETER
CHRISTENSEN
‘Muzîk sînoran nas nake’
AMED
- Dieter Christensen ku bi xebatên xwe yên muzîka li ser kurdî tê
nasîn, der barê Konferansa Muzîka Kurdî ku îro li dar dikeve got ku
çêbûna konferansên bi vî rengî ji bo pêşketin û danasîna çand û
muzîka kurdî navgînên girîng.
Konferansa Muzîka Kurdî ku ji aliyê Navendên Çandên Mezopotamyayê
îro li Amedê tê lidarxistin. Konferans dê du rojan dom bike. Li ser
vê yekê der barê muzîka kurdî û konferansê de beşdarê konferansê
muzîkolog Dieter Christensen nêrînên xwe ji me re vegotin.
DANÛSTANDIN AVANTAJ E
Muzîkolog Dieter Christensen diyar kir ku kurd li ser erdnîgariyeke
mezin dijîn û wiha axivî: “Li Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran,
Ermenistan û heta Gurcistanê. Li Iraq û Sûriyeyê bi ereban re, li
Îranê bi farsan re, li Tirkiyeyê jî li hin cihan jiyaneke têkelhev
dijîn. Ji ber vê yekê çanda kurdan gelek tişt ji çandên din
wergirtine. Di heman demê de çanda kurdan jî gelek tişt dane çandên
din. Danûstandina bi gelên din re ji bo muzîka kurdî avantajek e.
Dema têkiliya te bi gelê din re hebe, der barê muzîk û çanda wan
agahdar be, ji bo muzîk û çandê ev yek avantaj e. Di muzîka kurdî de
hin elementên ku ne yên kurdî ne hene. Mesele di muzîka kurdî de
enstrumanên kurdî hindik in. Ûd, di esasê xwe de ya ereban e. Ne ya
kurd û tirkan e. Def û zirne jî di esasê xwe de ne bi kurdî ye. Li
Hindistan, Makedonya, li welatên Ewropa û Meksîkayê tê bikaranîn. Lê
belê hin tişt hene bi kurdî ne. Mesele dengbêj dema xulxulandina
deng çêdikin û dawiya kilama xwe bi dengekî bi dawî dike bi kurdî.
Rojekê ez li Bexdayê digeriyam, dengê muzîkekê ji dûr ve dihat, min
dizanîbû ew muzîka kurdî ye.”
Christensen, da zanîn ku di lîstikên govendê yên kurdî di navbera 8
û 12’an deqîqeyan de dom dike û wiha got: “Melodiyên muzîka kurdî
wekî merivan in. Yanî nêzî hev in. Li her derê Kurdistanê tê dîtin.”
‘BAŞTIR DIBÎNIN’
Christensen, ragihand ku xwendekarên kurd li derveyî welat lêkolînan
li ser muzîka kurdî dikin. Christensen, got ku dema xwendekarên kurd
dicivin dema ku li welatê xwe bin hêj bêtir li ser muzîka kurdî hûr
dibin û axaftina xwe wiha domand: “Ev rewş ne tenê ji bo xwendekarên
kurd, ji bo xwendekarên din jî derbasdar e. Kesên ku ji welatê xwe
dema dibînin wan hembêz dikin û piştgiriyeke xurt didine hev. Li ser
zimanê xwe û çanda xwe bêtir hûr dibin. Ev rewş ji bo xwendekarên
kurd ku li derveyî welatê xwe bi muzîka xwe re eleqedar in, ji bo
wan avantajek e. Dema ku li welatê dijîn, dibe ku cudahiyên di
muzîka xwe de zêde nebînin. Lewre her tişt wekîhev e, dîtina
cudahiyên di muzîkê de zehmetir dibe. Lê ji ber ku ji derveyî welatê
xwe dijîn, cudahiyên di zimanê wan û çanda wan de bi rehetî dikarin
bibînin û ev yek jî avantajek e.”
HEKARÎ Û SÊRT
Christensen, diyar kir ku di navbera salên 1958 û 1969’an de wekî
antropolog hatine Kurdistanê û sedemên serdana wan jî ne ji bo
muzîkê bû, ji bo dîtina hin bermahiyên dîrokî bû. Christensen,
axaftina xwe wiha dirêj kir: “Me bermahiyên dîrokî nedîtin, lê me
hin tiştên din dîtin. Ev yek jî pir li xweşiya me çû. Bi taybetî
mêvanperwerî û germahiya kurdan. Me biryara ku li ser kurdan û çanda
wan lêkolînê bikin girt. Hevsera min dest bi karê dîzik û xilikan
kir. Piştî 7 salan em careke din hatin Kurdistanê. Ji bo lêkolînê em
bikin dokumanterên berfireh nîn bûn. Tenê wêje hinekî bi sînor bû.
Dîzik û xilikên ku hevsera min çêkirin, li gelek cihan hatin
pêşandan. Min jî lêkolîn li ser muzîka kurdî kir. Me li herêma
Hekarî û Sêrtê lêkolînên xwe kirin. Sedemên ku lêkolîna li van
herêman ev bû ku her du herêm di warê pêşketinê de li gelek paş
mabûn. Di warê veguhastinê û wekî din jî herêmên mahrûmiyetê bûn. Ji
ber vê min xebatên xwe yên li ser muzîkê li herêma Hekariyê kir. ”
Christensen, da zanîn ku muzîka kurdî ya niha tê kirin ji ya borî
domînantir e û wiha got: “Di salên 1965’an de tenê li radyoya
Êrîvanê, li radyoyên li Iraq û Îranê dengê muzîka kurdî dibihîst. Lê
niha di televîzyon û radyoyên li Tirkiyeyê heta ji wê zêdetir di
televîzyon û radyoyên li Amerîkayê tê bihîstin. Kurdên li Amerîka an
jî li welatên Ewropayê dijîn bi alîkariya ragihandinê piştgiriyeke
mezin dane muzîka kurdî.”
KONFERANSA AMEDÊ
Christensen li ser Konferansa Muzîka Kurdî ya li Amedê ku îro li
dardikeve jî wiha got: “Çêbûna konferansên bi vî rengî, bi beşdariya
kesan û saziyên cuda, dê muzîka kurdî di nava cîhanê de hêj bêtir
bide nasîn. Ev konferansên bi vî rengî ji bo danasîna çand û muzîka
kurdî navgînên girîng in. Di vê konferansê de kesên ku min navên wan
nebihîstine û xebatên wan li ser muzîka kurdî ne hene. Hin kesan ji
berê ve nas dikim. Wekî prof. Stephen Blum ji New Yorkê nas dikim.
Di konferansê de ez ê kesên nû na bikim û hin tiştên nû hîn bibim.
Ji ber vê yekê bi çar çavan li benda konferansê me. Ez pirtûkekê der
barê muzîka kurdî de derdixim. Ez bi hêvî me ku vê Konferansa Muzîka
Kurdî dê piştgiriyeke mezin bide min. Bi kesên ku xebatên wan li ser
muzîka kurdî hene, dê di nava me de danûstandinek çêbibe. Der barê
muzîka kurdî de gelek tiştên ku ez nizanim, hîn bibim û van tiştana
di pirtûka xwe ya li ser muzîka kurdî de, dê vebêjim.”
‘SÎNOR NE GIRÎNG IN’
Christensen, got ku ji bo muzîkê sînor ne girîng in, ji ber ku muzîk
sînoran nas nake û axaftina xwe wiha dirêj kir: “Di muzîkê de hebûna
sînoran nîn e, ji ber ku muzîk bi hêsanî dikare sînoran derbas bike.
Di warê muzîkê de sînor nîn in. Ji bo pêşketina muzîka kurdî sînor
ne girîng in. Muzîk ne wekî pez e. Dema li Hekariyê min xebatên li
ser muzîka kurdî dikir gelê herêmê qaçaxçîtiya pez dikirin. Ji ber
ku li Bakur kirîna pez erzan bû û li Başûr û Rojhilat buha bû. Ji
ber vê yekê pez ji vî aliyî dibirin aliyê din. Li ser sînor leşker
hebûn. Dema leşkeran bidîta dibû pirsgirêk. Lê muzîk ne wisa ye. Bi
rehetî ji aliyekî dikare derbasî aliyê din bibe. Faktora wê ya herî
girîng muzîk di dil de ye, sînor ew qas ne girîng e.(Dîha)
Girêdanên Derve
-
REKLAM
|
 |
REKLAM
|