muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
01 Îlon 2007         ALBÛM                                                                          Dîno vê carê jî bi "Namûs" ê wê bibe bibe dengê dilên we
Dîno

 Girêdan

Malper-Malpera Dîno

 

 

Hunermendê kurd Dîno bi albûma xwe ya sisêyan ji stranguhdaran re got; ‘merheba!’. Albûma bi navê “ Namûs “ ji yanzdeh stranan pêk tê û ji hêla Mir Muzîkê ve hate derxistin.

Bi albuma “ Lê dayê’ denge xwe da naskirin û albuma bi navê ‘Çû’ berdewam kir.

Di albumê de stranên bi navê Gulê delalê, Qêrina Amedê, Çavên payizin, Heviya min Nemîne, Dereng neyê, Nesrîn, Namûs, Kulmek Azadi, Oy Yarê, Zû Were, Min Bihist Dayê cih digirin. Hunermend Dino der heqê albuma nûh de bersiv da pirsên me.

Birêz Dîno bi rastî jî ew albuma te gelek bi navekî balkêş hate çêkirin. Gelo ji bo çi “ Namûs” ?


Belê,wekî hûn ji zanin,wateya namûsê bi tekiliyên navbera jin û mêran ve hatiye bi sînor kirin. Sîstemên deshilatdar naverokên van nirxên civakî vala kirine û êdi piraniya mirovên vê sedsalê ji nêzîkatiyeke bê bingeh û erzan nêzî van nirxan dibin ev yek ji dibe sedema têkçûyîna nirxên piroz ên civakê. Ji bo vê jî êdi civak tiştekî namîne ku pê sad û bextewar bibe. Min xwest ku ez van tiştên bingehîn bikim li nav mijarên rojevê û bikaribim bidim nîqaşkirin. Li gor min wateya namûsê pêwîste bi nêrîneke fireh bê ser ziman û min xwest di stranê de bînim ziman. Armanca min a din ji, azadî, xwedî derketina mirovahiyê û mûji froşî jî li nav cercewa namûsê bê niqaşkirin. Pêwiste ev rewşa aloz bê zelal kirin ji ber ku rojê bi dehan keç û jin ji ber tewanbariya namûsê tên kuştin an ji ev şaşî dibin sedemên bûyerên xwe kuştinê.

Gelê Kurd ji dengê te, ji terz û Kesayetiya te gelek hez kir. Sedema vê hezkirinê çi ye?

Eger hunermendek, rewşenbîrek, siyasetmedarek, dîroknasek hwd… di bin bandora jiyana ku tê de dijî bimîne û li hember civaka xwe berpirsyar bibîne wê demê ewê li gor kurahiya zanetî û giyana xwe ya ramanî wana şîrove bike û van jêhatiyên xwe rêk û pêk bike û bike xizmeta gelê xwe.

Her çiqas jêhatiyeke min a wisa nebe jî min hewl da ku bibim bersiveke biçûk. Bêguman serkeftin û hewildan bi hev cûdane. Ez nikarim bêjim ez serkfetî me lê bi dilekî rehet dikarim bêjim ku ez xwedî hewildanekê me. Û bi rastî ev hewildan ên min li nav gelê me cîheki gelek mezin ji min re vekir. Ev hembezkirin û qebûlkirin diyariyeke herî mezin e ji bo min. Wana min bi dilekî germ pêşwazî kirin, ji ber ku stranên min û hestên min nêzî xwe dîtin.

Gelo tu profesyonel bi muzîkê re mijûl dibe û jiyana xwe ji qezenca ji muzîkê dimeşîne?

Berê her tiştî hewildana min tenê bi karê mûzikê bikim lê weke hûn ji zanin ku qet hunermendekî Kurd tune an ji ez nizanim ku bi tenê mûzîkê bikaribe jiyana xwe bidomine. Mixabin ev derfetên me ninin. Gelek salên direjin ku li ber xwe didim û dixwazim tenû karê hûnerî bikim, lê carna mecbûr dimînim ku bixebitim. Rewşa hunermendên Kurd girêdayî rewşa gelê Kurd e. Ji bilî wê jî em ne xwedî dewlet in û saziyên me jî ne li gorî sîstema saziyên dewletekê ava bûne. Saziyên me bi zêdetir enerjiya xwe ji bo berdewama tekoşîne bikar tînin. Ji bo vê jî saziyên me nikarin mezin bin û serbixwe bin. Ev rewş jî bandoreke neyinî li ser kar û xebatên hunerî dikin. Eger sazî li gor plansaziyên zanistî û weke saziyên profosyonal kar bikin, wê demê hunermendên ku girêdayî van saziyane wê derfetên aborî bidest bixin ku wê demê ewê bikaribin rehetir bijîn. Ev rewş jî wê rêya hunereke baştir û bi hêztir veke. Ez wisa bawer dikim ku pirsgirêka me ya heri mezin, em li gor pîvanên navnetewî tevnagerin.

Bi rastî jî Albumên te ji hemû stranên de pêk tê, te yên pir xweş hene. Te kengî dest bi karê besteyan kir?

Belê, ev mijar gelek caran ji min tê pirsîn e. Min gelek caran ev ramanên xwe yên der heqê helbestan de anîbûm ziman. Li gorî min hestên herî bi hêz ên ku ji nav dilê hunermend tên in. Lê ev yek nayê wê wateyê ku pêwiste herkes helbestan binivisîne. Ev nêrîna min e û ez wisa hîs dikim û wisa dibînim. Û karê xwe li gor van plansaziyên xwe yên hunerî bi rêk û pêk dikim. Eger mirov bikaribe xwe li nav helbesteke din bibîne, bê guman mirov dikare bipejirîne û wê helbestê di hunera xwe de bikar bînin. Ev yek ne şaşe..lê, li gorî min tiştê herî girîng afirandin e. Ez di nava hunerê de wek nirxeke sereke dibînim. Ji ber vê yekê jî ez gotinên stranen xwe bi xwe dinîvîsim.

Têkliyên te bi hunermendên din re çawa ne?

Tekiliyên min bi hunermendan re wek tekiliyên bi hevaltiyê ne. Wekî din tekiliyên me yên bi hunerî geleki kêm in. Di navbera me de çandeke alikarî û hevparî ji destpêkê ve çênebûye. Em jêhatiyên xwe ji xwe re dikin çek û ji bo bijîn wan bikar tînin. Lê kêm bin jî tekiliyên min bi çend hûnermendan re heye. Em carna tên cem hevdû û hewildidin kû tekiliyeke germtir û baştir cêbikin. Lê ev yek jî dîsa girêdayî derfetane. Tekilî girêdayî nêrina jiyanê ne kî cawa û çiqas kûr xwedî ramaneke hûneri ye Ev berhema we bi rêya kijan saziyan ve hat çekirin an jî alîkariyeke çawa hat kirin? Gelo hêviyên we bicih hatin? Belê, ev berhema min bi rêya MIR mûzîk û KOM mûzîkê hate piştevanî kirin. Herdu saziyan bi xebateke kom û bi hev re derxistin. Taybetî li milê Ewrûpayê MIR mûzîk, Kurdistan û Tirkiyê jî KOM mûzîke ev xebatan dan meşandin. Bê guman daxwazî û plansaziyên mirov her dem li gor dilên mirov nameş in. Her tişt dîsa giredayî derfetan e lê dîsa gelek spas dikim ku bi hemû hêza xwe hewl dan û ev berhema min çêkirin. Li gor min xebateke serkeftî derket holê. Bê guman dîsa biryar ya guhdarvana ye.

Gelo gotineke ku hûn di dawiyê de dixwazin bêjin heye?

Daxwaziya min ya herî sereke, berê her tiştî yekitiye. Him li eniya hunerî him jî di warê netewî de daxwaziya min ya herî mezin ev e. Pirsgirêkên civakê çi dibin bila bibin, bi tenê bi rêya yekitiyê wê careser bibe. Eger hemû beşên civakê nikaribin di nav xwe de bibin girse, wê rêxistinên wê negihêjin armanca xwe. Ji ber vê derfetdayîna we spas dikim..

ADEM KARAÇOBAN/ KOLN
 

 


 

REKLAM

 

 


REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006-2007 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music