|
25 Reşemî 2007
ALBÛM-HEVPEYVIN
‘Muzîk zimanê bêziman e’
Hevpeyvîn:DENİZ BİLGİN
Lorîn
Berzincî, keçeke kurd e di albûma wê ya bi navê “Çîrokên Evînê” de, stranên
evînî hene. Ew di muzîka xwe de dixwaze stîleke taybetî çêbike. Berzincî ji
bo stîla xwe wiha dibêje: “Min dixwest stîleke taybetî çêbikim, stîleke
girêdayî Lorîn. Ez bi zimanê keçên kurd stranan dinîvîsim û ez dixwazim bi
zimanê keçên kurd û muzîka xwe jî pêş ve bibim.”
Jiyana te ya muzîkê kengî dest pê kir?
Jiyana min a muzîkê ji emrekî gelekî biçûk de dest pê kir, dora 5 salî bûm
gava min stran li malê û li kolanê Qamişlo digotin, bi tenê û bi hevalên xwe
re jî. Di malbata me de muzîk cihekî mezin standibû, xwişk û birayên min ên
ji min mezintir, kêfa wan ji muzîkê re gelekî dihat û ez bawer dikim ev yek
tesîra xwe li min kir. Muzîk û huner bo min ew germbûna ku jê mehrûm bûme
gelek salan di welatê Swêd de, germbûnek ku di zaroktiyê de li Qamişlo
pêkhat û ji ber vê yekê jî min girêdide bi wê demê ve. Mûzîk bi rastî
zimanek taybetî ye, di baweriya min de. Muzîk zimanê kesên bê ziman û gotin
in.
Te albûma xwe ya yekemîn derxist...
Çîrokên Evînê, albûma min ya yekem e. Karê gelek salan e û ez gelekî li
hêviya vê rojê ma me, ji ber min dixwest formê wê û dabeşkirina muzîkê bi
dilê min be û ne mîna bêhtirînê muzîka îro be. Min dixwest stîleke taybetî
çêbikim, stîleke girêdayî Lorîn. Ev hemû kara min di ber xwendina xwe ya
universitê de kir, hêdî hêdî û bi dilê xwe, ji ber vê yekê wext stand.
Bawer im tu stranan jî dinivisî?
Bêhtirînê gotinan ez bi xwe dinivîsînim, lê çêdibe carna ez gotinên xweş
bibihîzîm û dil dikevim wan, gotinên ku li gora min bin û ez xwe di wan de
bîbînim, mîna Lorîn wek mirov û beriya her tiştî mîna keç.
Tiştê ku hişt ez dest pê bikim bi nivîsandina helsbestên xwe ew bû ku
bêhtirînê stranên kurdî, mixabin, ser keçan e û bi zimanê zilaman tên
nivîsandin. Ez bi zimanê keçên kurd stranan dinivîsim. Ez îro kêfxweş im ku
min di temenê 14 salî de, dest bi nivîsandinê kir û çêkirina awazan jî ,
stranên min hestên min baştir diyar dikin û ez keçek tijî hest im.
Di albûma te ya yekemîn de zêdetir stranên evînê hene, çima?
Evîn, evîn û tenê evîn... Bi hemû awa yan jî formên evînê. Çi evîna welat
be, evîna yar be, evîna dê û bavan be. Ev mijara stranên min e ta vî temenî,
îca nizanim bê wê di pêştir de çawa be? Nivîsandina stranan û mijarên wan
girêdayî hestên mirov e. Bo min wisa ye. Hestên mirov jî tên guhertin bi
dem, cî û temen re. Her beşek jiyana mirov û guhertinên wê hene. Lê her
dîsan jî bawer dikim mijara evînê wê her dem , cîhekî wê yê taybetî hebe di
hestên min de û hunera min de.
Daxwaza te ji bo paşerojê çi ye?
Ez ji dil hêvîdar im ku muzîka min û hunerê min bi dilê guhdaran be û hema
piçek muzîka kurdî ya fireh, dewlementir bike, Ji ber ev stîla min ya têkel,
nasnameya gelek ciwanên ku li dûrî Kurdistanê mezinbûn e. Û ez dixwazim
berdewam bim di vê şopa xwe de û gelek gelek stranên din çêbikim, bi zimanê
keçên kurd û muzîka xwe jî pêş ve bibim.
Tu him dixwinî him jî xebatên muzîkê çedikî? Ne zor e?
Bêguman, ne hesan e, lê kesê daxwaza wî bi qewet be kare sebrê jî bikişîne.
Xwêndina zanîngehê pir giran e û xwendina min jî ne li Stockholmê ye, li
bajarekî din e. Ez rojane diçim û têm û karê muzîka jî di ber re dikim. Ji
bilî vê qasî jî, ez kar jî dikim, bo ku mesrefa cd ya xwe bi xwe bidim. Ji
ber vê yekê jî demek dirêj stand, ta min albûma xwe derxist. Lê xem nake,
niha mirov hîna xort e û ciwan e ta niha karim, xwendin jî gelek nema ye. Ev
sala dawî ye. Ez mîna werger jî kar dikim, zimanê kurdî, erebî û swêdî û li
radiyo ya Swêdê jî kar dikim, di beşê kurdî û erebî de. Programan çêdikim.
Ji bo paşerojê projeyên te çi ne?
Ez herdem berdewam dikim di karê muzîkê de, em niha klîpeke nû amade dikin,
wê demekî nêzîk de bên weşandin û di biharê û havînê de jî bi nêtim konerta
çêbikim li deverên Kurdistanê. Ji bilî karê muzîkê di paşerojê de, dixwazim
kar bikim di rêxistinên navneteweyî de bo mafên mirovan. Kesên ku dixwazin,
albûma min di malpera min www.lorinmusic.com de bibîne.
Lorîn Berzincî kî ye?
Lorîn Berzincî di sala 1980 ê li bajarê Qamişloyê ji dayik bû, di malbateke
mezin de mezin bû. Di temenê xwe ya 10 saliyê de bi malbata xwe re mal bar
kir Europayê û li welatê Swêdê bi cih bû. Berzincî di pênc saliyê xwe de
dest bi strangotinê û fêrbûna gotinên stranan kir. 14 saliya xwe de dest bi
nîvîsandina stranan û çêkirina awazan kir. Berzincî, beşdarî gelek komên
muzîkê bûye. Piştra biryara xwe daye ku ew muzîka xwe ya taybetî çê bike.
Albûma wê ya yekemîn îsal derket
Berzincî, ji aliyek de xwendina bilind (universîtê) li Fakulta Zanistiya
Rojhilata Navîn bi zanistiya ramyarî û zimanê Rojhilata Navîn re, wek kurdî
(soranî, kurmancî), farisî û erebî dixwîne. Ji bilî xwendina universîtêyê
muzîk û teknîka strangotinê xwendiye.
Temaşe kirin -
Bo
Klîpa Lorîn a bi navê Beriya te dikim
bitiqîne
Girêdan -
Malpera Lorîn
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|