|
21 Rêbendan 2007
HEVPEYVÎN / VEDAT YILDIRIM
‘Muzîka kurdî bi bikaranîna ziman xurt dibe’
Şerê
ku ev bi salan e li herêmê tê jiyîn û qedexeyên li ser zimanê kurdî,
ne tenê aborî û derûniya gelê kurd her wiha di muzîka wan de jî
parçebûyînek derdixe holê.
Solîstê Koma Mûzîkê a bi navê Kardeş Turkuler Vedat Yildirim da
zanîn ku bajarîbûna kurdan a bi darê zorê, bandora xwe li ser muzîkê
jî dike û wiha axivî: “Di nava kurdan de bajarîbûn xwezayî nîne.
Bajarîbûn ji ber pêwîstiya aborî û civakî nîne, ji ber êrîş û
qedexeyan pêk tê.
Di nava kurdan de koçberî ne tenê di salên dawîn de, ji sala 1925’an
de bi serhildana Şêx Seîd û Serhildana Dêrsimê dest pê dike. Di
salên 1960’î de, bi guherînên di zagonan de, hinek rihetî hate
jiyîn.
Bi salên 1970’î re û şunde, bi pêşengtiya rewşenbîrên ku wê demê di
komeleyên wekî DDKO’yê de dixebitîn, hin berhemên bi kurdî jî hatin
weşandin.”
‘Koçberî civakekî girtî ava kir’
Yildirim, anî ziman ku bi salên 1990’î re êrîş û şer bi xwe re
koçberiyeke ber bi bajaran ve derxistiye holê û wiha pê de çû: “Bi
êrîş û kuştinan, êdî jiyana li gundan jî nema. Çanda kevneşopî jî
mixabin bi vê yekê re winda bû. Çanda dengbêjiyê jixwe di demên dawî
yên Osmaniyan de bi têkçûyîna axa û began re, êdî winda bibû.
Medreseyên ku peywîra saziyên çandî didîtin jî, hatin girtin. Piştî
sala 1990’an, gund vala bûn û bi tevahî çanda kevneşopî jî bi vê
yekê re ji holê rabû.” Yildirim diyar kir hemû kes ji ber êrîşan xwe
avêt nav bajêr, lê ji ber ku ev bajarîbûn pir bi lez pêk hat, mirov
ketin nav valahiyeke çandî. Yildirim, wiha dom kir: “Kesên bûn
koçber, ketin nava valahiyekî çandî.”
‘Di bin bandora rock, fantazî, pop û arabesk de dimînin’
Di berdewama axaftina xwe de Yildirim balkişand ser çanda popûler a
li bajaran û nêrînên xwe bi gotina “Gelo kesên koçber bûne, li
bajaran dikarin çandekî organîk ava bikin? Li bajaran çandeke
popûler heye. Em nikarin vê yekê tune bihesibînin. Bi rastî kurd vê
yekê tune nahesibînin. Girtîbûyînek heye, lê dîsa jî hewldanek ji bo
ketina nava çanda popûler jî heye. Lê di navbera vê yekê de
perçebûyînek heye. Ev yek bandorek neyînî li mûzîkê dike. Di bin
bandora rock, fantazî, pop û arabesk de dimînin. Lê di gotinên
muzîkan de dewlemendî an jî pêşketinek nû nîne. Mijar dîsa deşt û
mijarên polîtîk in. Lê mûzîk nû ye.
Jiyanekî nû heye. Êdî li bajaran îşportavanî, înşaat heye. Lê ev yek
di mijarên gotinên kilaman de nîne. Ev yek jî nîşan dide ku gelê
kurd bi bajaran re tekîliyeke organîk çênekiriye” da der.
‘Qedexeya kurdî muzîka kurdî jî xizan dihêle’
Têkildarî mijarê Yildirim anî ziman ku di bingeha xizaniya ku niha
di muzîka kurdî de tê jiyîn de, bikarneanîna zimanê kurdî heye û
wiha dom kir: “Ji bo ku mirov bikaribin di mûzîkê de berhemên xurtir
derxin holê, divê zimanê xwe bikar bîne. Lê ji ber ku zimanê kurdî
di qada cemawerî û pîşeyî de nayê bikaranîn, qedexeya otosansûrekî
jî heye. Kurd nikarin zimanê xwe di jiyana rojane de bikar bînin. Ev
yek jî bandor li ser mijara mûzîkê jî dike. Her wiha em nikarin
berhemên heyî li gor zimanê xwe şîrove bikin û ji nû ve biafirînin.
Em nikarin têkiliya di navbera kevnoşopiya rojhalita navîn û muzîka
ewropî de ava bikin.”
Bi nirxên Rojhilata Navîn mûzîkek modern
Yildirim, got ku ger di warê perwerdekirin û birêxistinkirina muzîka
kurdî de xebat bêne meşandin, ev pirsgirêkên ji ber qutbûna tekiliya
di navbera muzîka modern û kevneşopî de jî wê ji holê rabe û wiha
got: “Divê konservatûarek bê avakirin. Dîsa saziyên me yên heyî, di
warê perwerdehiyeke alternatîf de xebatan bimeşînin. Divê ev
perwerdehî li ser nirxên çanda muzîka kurdî û Rojhilata Navîn bê
avakirin, lê bi muzîka modern jî tekiliyek ava bike. Pisporan derxe
holê.
Bila pişta xwe tenê nede nostaljiyê. Lê rexneyên xwe yên ji bo
muzîka modern jî bêyî ku wî înkar bike, bîne ziman. Ev yek dê
sektora muzîka kurdî jî bipêş bixe. Pisporiyeke di warê pişeyî de
derxe holê.”
(RUŞTU DEMÎR KAYA/ROJDA KIZGIN DÎHA/AMED)
Girêdanên Derve
-
REKLAM
|
 |
REKLAM
|