muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe-Gotar
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
15 Rêbendan 2007

HEVPEYVÎN / XANEMÎR                                                                ‘Muzîk nefesa jiyanê ye!’

 Hevpeyvîn: Salihê KEVIRBIRÎ

Hunermendê kurd Xanemîr demek berê bi albûma xwe ya çaran ji stranguhdaran re got; ‘merheba!’. Albûma bi navê ‘Mêvan im’ ji yanzdeh stran-kilaman pêk tê ji hêla Kom Muzîkê ve hate derxistin.

Ji albûma dawî diyar dibe ku Xanemîr, li gorî albûmên xwe yên berê şêwazeke nû pêk aniye û enstrumantalên dewlemend bi kar aniye. Hunermend Xanemîr ev 20 sal in xizmeta muzîka kurdî dike û di Kom Muzîkê de bi navê ‘Mizgînê, 1991’, ‘Welatê Rojê, 1996’ û ‘Arzeba, 2001’ xwediyê sê albûmên din in.


Hunermend Xanemîr, li ser xebata xwe ya hunerî min pirsên me bi dilgermî bersivand...


* Gelo Xanemîr cara yekem kengî derket peşberî guhdaran, tê bira te?

Xanemîr dema li dibistana seretayî dixwend, dest bi karê strangotinê kir. Bêguman wê çaxê zarok dihatim hesabandin. Hunermendî wê demê ji bo me ne eşq bû, ne jî sewda! Her kes ji xwe re li nav û dengî û macerayekê digeriya. Yekem car, li gundekî Tetwanê di daweta hevalekî xwe de min bi zimanê kurdî stran gotin. (kêliyekê diponije, tîne bîra xwe) Ne şaş bim sala 1982’yan bû. Ji gundên derdorê gelek kes hatibûn hafa min. Ew roj hem ji bo min, hem jî ji bo gundiyan taybet bû. Sedema vê taybetmendiyê ew bû ku cara ewil guhdariya stran û kilamên kurdî dikirin. Ez wê rojê tu caran ji bîr nakim!


* Naxwe heta wê demê te bi zimanê tirkî stran digot?

Mixabin erê! Min bi zimanê tirkî distra. Dengê min xweş bû. Di şahiyên dibistan û xwendinê de stranbêjiya min her bi zimanê tirkî bû. Di çardeh saliya xwe de ez hatim Stenbolê. Bi qasî du salan min li vî bajarî di şahî û dawetan de stran gotin. Dîsa bi tirkî. Di wan salan de ez beşdarî pêşbirkeke muzîkê bûm. Li wir jî stranbêjî bi zimanê tirkî bû. Ez bûme duyemîn. Duyemîn dereceyeke baş bû, lewre min di gazînoyekê de du salan kar kir.

Di sala 1985’an de ez çûm leşkeriye. Li Ordueviyê (Avahiyên xweş ên leşkerên payebilind) nêzî du salan ji giregirên mezin ên artêşa tirk re min stran gotin. Her bi tirkî! (dikene). Beriya ku leşkeriya min biqede bi mehekê, malik li min mîrat kirin li ser stranbêjiya kurdî. Me prove dikir. Gelek sazbend hebûn. Wekî min leşker bûn. Ji min re lê dixistin. Stranbêjên din jî hebûn. Çend kurdên din jî di nava me de hebûn. Lewre ji dilê min hat min bi kurdî stranek got, yeka din û yeka din jî... Tu nabêjî, fermandarek li jorê jî me guhdarî dike. Gazî me kir. Çavên xwe girt, devê xwe vekir. Agir ji devê wî malmîratî dibariya. Dê û jinê me got... Tu dizanî, min çi kir piştî vê bûyerê?


* Çi? Ez bûma min ê yekser dev ji tirkîgotinê berda!

Erê jixwe min jî wisa kir! (dikene). Ji wê rojê û pê de min biryar girt ku ez ê êdî tu caran bi zimanê tirkî stranan nebêjim. Şikir ji Yezdanê Dilovan min negot jî. Êdî min xebata xwe her li ser kurdî berdewam kir. A rast vê gavê jî gava tê bîra min, ez ji wî fermandarî re dûa dikim ku qenciyeke wisa li min kir! Kir ku ez li zimanê dayika xwe werqilim.



* Xanemîr, em dîsa vegerin daweta li gundê Tetwanê ku yekem car te bi zimanê kurdî stran got. Wê rojê hestên çawa bi te re peyda bûn?

Heyecaneke mezin xwe li min pêça bû wê rojê. Dema min distra, gelek kêfxweş dibûm. Li aliyekê jî min şerm dikir. Baş tê bîra min, di nava xwîdanê de winda bûbûm! Ya rastî nakokiyek jî li min peyda bûbû. Nakokiya, stranan bi kurdî bibêjim an bi tirkî? Sal 1982 ye, pişti 12’ê Îlonê ye. Dê weledê xwe davêje! Dev ji stranbêjiya kurdî berde, fîsikaniya bi kurdî jî dibe sedem ku mirov di qula hepsê de bimîne... Qedexe bû kurdî. Tenê mirov dikaribû di dawetan de û di nava gundan de ku bandora artêş û dewletê lê kêm bû kilamên kurdî bigota.


* Li gorî te wateya muzîkê çi ye? Bêyî deng, awaz û sewtan jiyan ji bo te çawa ye?

Jiyan ji bo min nîvco ye gava ev tişt tunebin. Muzik ji bo min her tişt e. Bûye parçeyek ji jiyana min ku tunebe nabe. Her ferdek xwe bi awayekî tîne ziman, ez jî xwe bi muzîk û stranên kurdî tînim ziman. Ji bo min muzik, sewt û awaz afirandin e, lêkolîn e, mîzah e, felsefe ye, folklor e. Bi awayekî din, navekî din ê jiyanê ye. Muzîk ji bo min nefesa jiyanê ye!



* Ev bîst sal in tu di nava xebata hunerî de yî. Car dibe ku tu xebata xwe li mêzînê bixî? Di warê hunerê de xêr û gunehên Xanemîr çi ne? Pêşketin û lawaziyên te çi ne?

Helbet kêmasiyên her mirovî hene, yên min jî hene. Lê ez di baweriyeke wisa de me ku pêşketinên min zêdetir in. Di warê pisporiya hunerî de, di warê zimên de, di warê têkiliyên ciwakî de pêşketin pêk hatin. Gelo ev pêşketin têrî dikin? Helbet na! Em nebêjin qelsî û lawazî lê em dikarin bibêjin ku carcaran kêmasiyên mirovan derdikevin holê. Dixwazim tiştekî din bibêjim di vî warî de. Hinek hest hene, çiqas mirov bi pêş bixe dîsa têrî nake. Ew jî kurdperwerî û welatparêzî ye!



* Siheta te xweş! Lê gelek caran rastî rexne û analîzên li ser hunermendan têm. Ji bo Xanemîr jî carinan tê gotin ku tu di berhemên xwe de, xwe dubare dikî. Li ser vê yekê ramanên te çi ne?

Ez tu caran vê ramanê napejirînim! Xanemîr li gorî hêz û qeweta xwe, tevî pirsgirêk û bêderfetiyan hewl daye hunera xwe bi pêş bixe û xistiye jî...


* Pirsekî klasîk e lê ez ê dîsa pirs bikim. Xanemîr muzîka kurdî di pêvajoya îro de çawa dinirxîne? Nexweşiyên ku tu dîbînî çi ne?


Helbet pêşketinên baş hene. Çêbûne, çêdibin... Li hêla din alozî jî hene. Li gorî bilêvkirina te nexweşî jî hene. Kesên perwerdehiya vî karî ditîne, bi salan e xwe di nava vê xebatê de dîtine, karên hêja dikin. Hunerê jî hêja dikin.

Mixabin gelek kes jî hene ku bazirgan in! Li pey navê xwe ne, ked nadin lê kedxwariyê dikin. Dema wisa ye neheqî li kesên ku heq kirine tê kirin. Li gorî baweriya min di hunerê de bazirganî divê tunebe. Huner divê ji bo gel bê çêkirin...


* Nexweşiyeke din jî heye bi dîtina min. Gelek kes hene di warê teknîk û zanista muzîkê de bi pêş ketine. Lê sed mixabin ku ji layê kurdî û kurdewariyê ve vala ne. Kesê muzîka kurdî bike pêwîst e zimanê kurdî jî îdare bizanibe!


Di vî warî de barekî giran dikeve ser medyaya kurdî. Gelek xebatên xerab hene. Divê baldarî hebe, hilbijartinek hebe. Her albûm û klîb dive yekser neyê weşandin. Lijneyeke çavdêriyê divê di vî warî de hebe mesela. Naxwe em ê mala xwe bi destê xwe xerab bikin...


* Plan û proje?

Dixwazim di dema bê de albûmek derbixim ku xweser ji kilamên dengbêjiyê pêk were!
)


Girêdanên Derve -    Malpera Xanemîr 

 

REKLAM

 

REKLAM

 




muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music