|
29 Berfanbar 2006
KONFERANS
Konferansa Muzîka
Kurdî bi dawî bû
AMED- Li Amedê, yekemîn
Konferansa Muzika Kurdî hat lidarxistin. Konferansa ku ji aliyê
Navenda Çanda Mezopotamyayê ve û bi piştgiriya Şaredariya Amedê
hatiye amadekirin, du roj dom kir.
Li Amedê Yekemîn Konferansa Muzika Kurdî, di 23ê Çileyê pêşîn de li
Salona Şaredariya Rezan ya Amedê bi beşdariya hêjmarek mezin ya
rewşenbîr, hunermend û muzîsiyenên Kurd yên wek Dilşad Saîd, Seîd
Yusuv, Tara Caf, Nîlufer Akbal, Metîn Kemal Kahraman, hunermendên
Komên Musîkê yên wek Koma Azad, Koma Asmîn Serokê Şaredariya Mezin
ya Amedê Osman Baydemîr û Serokên Şaredariyên din yên Amedê, nûner û
Serokên partiyên Siyasî yên Kurdan, hat lidarxistin
Konferansa Muzika Kurdî ya bi navê “ ji paşerojê heta îro û ji îro
ber bi pêşerojê ve” bi deqîqek rêzgirtin ji giyanê pakê şehîdên Kurd
re û bi axaftina berdevkê Navenda Çanda Mezopotanyayê Hasan Şeker
destpêkir.
Hesen Şeker di axaftina xwe de bal kişand ser giringîya vê
konferansê û weha got: “ Em vê hevdîtinê gelek girîng dibînin. Ji
ber ku Kurdên ku sînorên wan bûne çar perçe, lê dilê wan hêj yek e,
li vir li hev civîyane. Nirxê me yê çandî sînoran nas nake û em li
ser vê esasê dibine yek, ev jî hêviyên me yên pêşerojê xurtir dike.”
Yek ji wan kemençêrê navdar yê Kurd Dilşad Seîd li ser girîngî û
rewşa mûzika Kurdî weha got; “ji bo berhevanîna muzika herçar
perçeyên Kurdistanê, konferansên bivî rengî gellek girîng in.”
Dilşad, bal kişand li ser girîngiya ziman ya li ser pêşkeftina
mûzîkê weha got; “tesîra ziman ya li ser pêşkeftina mûzîkek gellek
girîng e. Ger em bi zimanê xwe neaxifin û zimanê xwe di jiyanê de bi
kar neynin em Kurd nîn in.
Serokê Şaredariya Mezina ya Amedê Osman Baydemîr jî balkişand li ser
awaz û stîla muzika kurdî û xwest ku di qada navnetewî de ev awaz
bên nasandin.
Konferansa Muzîka Kurdî, di roja duduyan de jî bi pêşkêşkirina hin
babetên li ser rewşa muzîka Kurdî dom kir. Di konferansê de
hunermend, muzîsyen û lêkolînerên wek Mihemed Bayrak, Dilşad Seîd,
Tara Jaff, Vedat Yildirim, Nilufer Akbal, Mihemed Atli, Kakşar
Oramar û hwd. li ser babetên curbecur yên muzîka Kurdî, gotarê xwe
pêşkêşkirin.
“Divê hunermendê Kurd nekevin kemînên termolojiya dagirkeran”
Nivîskar û lêkolîner Mihemed Bayrak, li ser girîngiya termolojiya
muzîka Kurdî rawestiya. Mihemed Bayrak diyar kir ku termolojiya
muzîka Kurdî, taybetmendiya wê heye, divê hunermendê Kurd nekevin
kemînên termolojiya dagirkeran.
Encamnameya Konferansa Muzîka Kurdî
Konferansa Muzîka Kurdî, ji raya giştî re encamnameyek belav kir. Di
encamnameyê de, ji Wezareta Çandî ya Tirkiyê hat xwestin ku asteng û
çeperên pêşiya muzîka Kurdî, bên rakirin.
Di encamnameya Konferansa Muzîka Kurdî de hinek ji biryarên ku li
Konferansê hatine wergirtin, weha ne;
Di vê Konferansê de carek din piştrast bû ku Kurdistan, di warê
pirrçandî, pirrolî û hunerê de coxrafiyek dewlemend e. Ji ber vê
yekê, divê tevê van nirxan bên parastin û li ser wan lêkolîn bê
kirin.
Divê bi xebatên akademîk û zanyarî giranî li ser muzîka Kurdî bê
danîn û bi zanyaran re pêvendî bê danîn daku muzîka Kurdî bigrin
rojeva xwe û piştgiriyê bidin pê.
Muzîsiyen û lêkolînerên ku li ser muzîka Kudî dixebitin, bên
birêkxistin û bi berfirehî bixebitin.
Bi piştgiriya sazî û muzîsiyenên Kurd, di derbarê muzîka Kudî de
proje bên amadekirin û pêşkêşê saziyên navneteweyî yên wek UNESCO,
Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û hwd. bê kirin.
Ji bo amadekirina arşîv û berhevkirina nirxên muzîka Kudî, li her
cîhên ku Kurd lê dijîn, grûbên xebatê bên avakirin û bi xebatek
hevbeş, saziyên di vî berbarî de bên çêkirin.
Ji bo ev belavbûn û perçebûna navbera muzîsiyenên Kurd ji holê rabe,
divê Yekîtiya Muzîsiyenên Kurd bê avakirin û her muzîsiyenên beşdarê
vê Konferansê bibin endamê xwezayî yê Yekîtiya Muzîsiyenên Kurd.
Ji bo avakirina Konserwatuwarên Kurdî, hewldanên pêwist bên kirin.
Hunermendên Kurd bi şahîyek ligel hev civiyan
Li Amedê, hunermend, muzîsîyen û nivîskarên kurd ku beşdarê
konferansa Muzika kurdî bûbûn, bi vê mebestê bi şahiyek ligel hev
kom bûn. Şahiya ku li Otêla Dedemanê pêkhat, bi coş derbas bû.
Şahiya ku bi hevkariya Şaredariyê Amedê ku ji aliyê Navenda Çanda
Mezopotamyayê ve hatibû amadekirin, ligel Serokê Şaredariya Mezin ya
Amedê, Serokê şaredariyên din yên Amedê, hêjmareke mezin hunermend,
muzîsîyen û nivîskarên wek Mihemed Bayrak, Dilşad Seîd, Tara Caf,
Nilufer Akbal, Metîn Kemal Kahraman, Seîd Yusûf û Aynûr Dogan beşdar
bûn.
Serdestîya Tirkî di
konferansê de bû sedema nerazîbûnan
Di Konferansa Muzîka Kurdî de, ji bilî kesên ku bi tirkî nizanin an
jî bi tenê kurdî dizanin hemû delegeyên ku nirxandin kirin, bi tirkî
axivîn.
Di Konferansa Mûzîka Kurdî
ku bi feraseta 'divê muzîka kurdî jî li ser xaka kurdan bê
nîqaşkirin' cara yekem li Amedê tê lidarxistin de, ji bilî kesên ku
bi tirkî nizanin hemû delege bi tirkî axivîn. Vê yekê jî di hişê
mirovan de xalepirsên wekî, 'Gelo muzîka kurdî bi zimanekî din
dikare bi hemû aliyan ve bê nîqaşkirin û pêşve birin? Kesên ku
nikarin xwe bi kurdî îfade bikin dê muzîka kurdî çawa pêşve bibin?,
Bi vî rengî dê kurdî nekeve bin tesîra tirkî?' di hêşin mirovan de
derxistin.
Girêdanên Derve
-
REKLAM
|
 |
REKLAM
|