|
07 Tebax 2007
NÛÇE
Arşîva muzîka kurdî çêdike
Welatiyê bi navê Necdet Koken ku bi salan e arşîva muzîka kurdî çêdike, bi
awayekî kasetên kurdî bi dest dixe û wan dike arşîv.
Necdet Koken, diyar kir ku ji bo arşîvkirinê tesîra radyoya Êrîvanê li ser
wî çêbûye û di malbata wan de gelek kes dengbêj in.
Koken, got ku bavê wî jî dengbêj e û malbata wî her tim kasetên dengbêjiyê
tomar dikirin. Koken bilêv kir ku dema kasetên kurdî qedexe bûn gelek
kasetên di dest malbata wî de hatin çalkirin an jî desteserkirin.
Koken ji bo arşîvkirina muzîka kurdî mînaka ku dema agir bi malekê dikeve da
û wiha got: "Dema agir bi malekê dikeve tu dibêjî gelo ez çi xelas bikim. Tu
di wê telaşê de çi tiştên girîng hebin li pey wan dikevî û dixwazî van xilas
bikî. Tu di nava agir de çi xilas bikî kar e. Niha ev ji bo muzîka kurdî jî
wisa ye. Gelek tiştên aîdî çanda muzîka kurdî ji holê radibin û hewcedarî pê
heye ku ew bên parastin."
BÛYERÊN BALKÊŞ
Koken, tenê arşîva muzîka kurdî çênake heke ji destê wî tê muzîka kurdî
gelên wek ereb, tirk, îngilîz û hwd. jî çêdike. Koken, destnîşan kir ku dema
li ser muzîka kurdî nîqaş tê kirin, ji wî pirs tê pirsîn. Koken ji ber ku di
van mijaran de xwe rehet hîs dike bi hêsanî bersiva wan dide. Koken, li
kursê perwerdehiya zimanê îngilîzî dibîne û gelek caran li wir kasetên
hunermendên kurd diavêje ser teyîbê û guhdarî dike. Rojekê bûyereke balkêş
tê serê wî û wiha behsa bûyerê kir: "Rojekê min dîsa kaseta Nasir Rezazî
avêtibû ser teyîbê, çayci û li cem wî yekî îskoç hatin. Çaycî got ‘ev kî ye
dibêje’. Min got ‘Nasir Rezazî dibêje.’ Muzîka Rezazî gelekî li xweşiya
îskoç çûbû. Em li ser muzîka kurdî hinekî peyivîn. Piştî axaftinê gelekî
matmayî man, beriya vê axaftinê bi awayekî din nêzî muzîka kurdî dibûn.
Piştî vê axaftinê nêrînên wan ên der barê muzîka kurdî de guherîn." Koken,
dîsa careke din kaseteke Şeroyê Biro bi yekî Zonguldakî dide guhdarîkirin.
Ew kes matmayî dimîne û ji bo dengê Şeroyê Biro dibêje ‘Ev kes dengê xwe wek
ensrumental bi kar tîne’ û gelekî di bin tesîra Şeroyê Biro de dimîne.
XEBATÊ BERFIREH DIKE
Koken, da zanîn ku dê pêşerojê xebatên xwe berfireh bike û heta niha tenê
piranî bi avayekî kaset dikirî, der heqê muzîka kurdî de lêkolîn dikir.
Koken, destnîşan kir ku ew ê der heqê hunermendên kurd û gelek kasetên nayê
zanîn lêkolînê bike û wan berhev bike. Koken, axaftina xwe wiha dirêj kir:
"Heke derfetên mirov nîn be, çêkirina arşîvan gelekî zehmet e. Ji ber ku ji
bo çêkirina arşîvan, mirov xwe bigihîne gelek cihan. Em bêjin Şakiro çûye
gundekî Xinisê tenê li wir stran gotiye û ev stranên wî hatiye qeydkirin û
herdu wiha gelek hunermendên wiha hene, gihîştina van kasetên berê gelekî
zehmet e. Lazim e tu her tim li ser van lêkolînan çêbikî û bigerî. Ez
dixwazim di pêşerojê de xebateke wiha berfireh bikim."
MUZÎKA BIYANÎ
Koken, ragihand ku bi muzîkên biyanî re jî eleqedar dibe û muzîka biyanî jî
dişopîne. Koken niha muzîkên hînd û muzîkên Îranê berhev dike û gelek caran
bi mirovên gelên din re li ser înternetê û bi riyên din li ser muzîkê dikeve
nava nîqaşan û muzîka kurdî bi wan dide nasîn. Koken, der heqê muzîkên
biyanî de hestên xwe wiha anî ziman: "Her muzîka gelekî ji bo wî gelî rengek
e. Niha tu muzîkekî pir hindik guhdarî bikî pir hindik tu dikarî bêjî ew
muzîka kîjan gelî ye. Ji bo muzîka kurdî ev çiqas hindik be jî mirovên din
guhdarî bikin dikarin jê derxin ku ev muzîka kurdî ye. Di muzîkê de formên
gerdûnî hene gerek muzîka kurdî jî cihê xwe di nava muzîka gerdûnî de
bigire. Tu nikarî bêjî ya te ji te re bimbarek be an jî nikarî van muzîkan
nebînî."
GELEK KES NAYÊN NASÎN
Koken, di axaftina xwe de anî ziman ku gelek hunermendên kurd nayên nasîn û
Koken bilêvkir ku piranî ên populer tên nasîn û axaftina xwe wiha dirêj kir:
"Memoyê Silo heye niha li Moldovayê dijî lê kesek zêde wî nas nake. Hê jî
gelek kes Aram Tîgran û Kavîs axa, Tehsîn Teha, nas nakin. Mesela kesên li
Hewremanê wek Peyvan Caff, Erdalan, Farzîn, dîsa yê Rojhilatî Nasir Rezazî,
Baxtiyar Salih nas nakin.".(Çetîn Altun)
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|