muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / HEVPEYVÎN GOTAR / JIYANNAME
HUNERMENDÊN KURD ALBUM                      KLIP / VIDEO              WÊNE
KONSER-FESTÎVAL
MP3                 GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
01 Berfanbar(Kanûn) 2007         ALBÛM                                                                        Di firoşgeriya online a Kurdî de gaveke girîng; "Kurdewari.com"

MUZIKKURD.com / AMED


 Girêdan

 Malper- Kurdewari.com

Di salên dawî de hin malperên danûstandina online yên Kurdî vebûn. Yek ji wan şîrketan jî KURDEWARI (www.kurdewari.com) ye.

Bazarvaniya online a Kurdî hê di deestpêkê de ye û bo Kurdan hêsanî û feydeyên cur bi cur tîne û xwedî potansyeleke fireh û cidî ye.

Li cîhanê di vê qadê de şîrketên bzaravaniya online gihêştin e firotina bi milyonan dolaran.

Kurdewarî.com jî bo pêşxistina bazarvaniya online, gihandina berhemên Kurdî destê hemû Kurdistaniyan di 2006'an de kete xizmetê. Di Kurdewarî de CD yên mûzîka kurdî, VCD û DVD'yên film û belgefîlmên Kurdî û pirtûkên kurdî û pirtûkên bi zimanên din ku derbarê Kurdan de hatine nivîsandin bi avayekî online tê firotin.

Kurdewari.com de herî dawî beşên bo firotina kovaran û ala Kurdistanê û salnameya Kurdî jî hate vekirin.

Avantajên firotina online û Kurdewari.com çiye


Avantaj û sûdên danûstandina online bi taybetî bo Kurdan ku ji ber nebûna bazarake giştî û dewleteke serbixwe ya Kurdistana mezin, gelek zêdeye. Kurdên dervey Kurdistanê dikarin berhemên ku li Kurdistanê derketin e bi hêsanî bikirin.

Kurdên li her çar perçeyê Kurdistanê jî dikarin hemû berhemên Kurdî ku li cihê ku dijîn di bazarê de nînin bi saya Kurdewari.com bi dest bixin. Bi vê avahî Kurdan dikarin berhemên ku di perçeyeke din a Kurdisitanê bi dest bixin. Her wiha berhemên ku di bazarê de qediyayê jî ser Kurdewari.com dikarin bikirin.

Kurdewari.com bi zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî weşanê dike û bi vî avahî herkes bi hêsanî dikare ser Kurdewari.com danûstandinê pêk bîne. Bo sîparîş kirin û kirîna berhemên di kurdewari.com de tenê divê bi avayekî hêsan endam bibin û piştre jî bi hezaran berhemên kurdî, bi sedan CD'yên muzîka Kurdî li ber destê we de ye..

CD û pirtûkên ku nû derketine jî her dem li Kurdewari.com dikarin peyda bikin.

15 VCD'yên belgenameyî ên zanistî yên Kurdî tenê di Kurdewarî de ye


15 VCD'yên belgenameyan tevayî aliyên jiyanê û yên mirov bi rengekî dîmenî û zindî hatiye hilgirtina dest jî tenê Kurdewari.com de dikarin bi dest bixin.


Ger hûn dxiwazin wan belgefîlmên Kurdî bidest bixin divê ecele bikin ji ber ku tenê 200 heb ji wan belgefîlmên Kurdî heye.

Ewlehiya kesên ku danûstandina pêktînin bo Kurdewari.com xala herî girîng e

Berpirsên Kurdewari.com radigihînin ku wan berhemên Kurdewarî dişînine bajarên Tirkiyê û Kurdistanê jî û diyar dikin "Ji bo ku metirsî li ser qewêtîvan û kirînvanên me çênebê em van berheman wekî firmaya Kurdewarî naşyênin. Heman wekî paketekî asayî, bê navê firmaya me em di hinêrin. Bi navekekî ferdî, dê berhem ji were werin şiyandin û dê aşkere nebe ku berhemên Kurdî ne. Wekî din dê di pakêtên me de bi ti cureyî aşkere nebe ku berhem ji Kurdewarî tê kirîn."

 

 

REKLAM

 

 


REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006-2008 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music