muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
07 Tebax 2007         NÛÇE                                                                          Kurd çûn ezmanê

 Girêdan

 

Koma mûzîka Kurdî ya bi navê Komapel ku li edeneê xebatên xwe di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya de dimeşînin di warê sektora mûzîka Kurdî û di qada medyaya dîtbarî ya Kurdan de xebateke di mijarê xwe de "pêşî"ye derxistin holê.

Gruba Çêker ya Wekfilm bo strana 'Reşê' ya koma klîbeke cihêreng kişandin.di klîbê de çûyîna kurdan bo ezmanê weke mijar hatiye bikaranîn.Klîp aku bi delfetên biçuk hatiye kişandin de 5 kes rol girtîye.Di klîbê de serpêhatiyên ciwanên Universîteyî bi siwar bûna wesaît(mekîk)'a ezmanê destpêdike.Ciwanên ku li kokpîtê cihê xwe digrin şalûşapikê gelêrî ya Kurdan li xwe kirine.

Ciwan rêwîtiya fezayê bi şal û şapik temam dikin. Di valahiya fezayê de jî bi tevî kincên xwe stran dibêjin. Di vê beşa klîbê de kincên ku di roja me de têne lixwe kirin û şal û şapik têne muqayesekirin. Bi vî awayî balê dikşînin ser girîngiya parastina çanda herêmî ya li hemberî nûjeniyê.

Klîba ku ji ber bêderfetiyan di 6 mehan de hatiye kişandin, 5 deqîqe dikşîne. Ji ber ku ev yekem car e di sektora kurdî de tiştek wiha tê çêkirin, xuya ye ku wê demeke dirêj qala vê klîbê bê kirin.

Berpirsyarê Wekfilm Prodüksiyon û derhênerê klîbê Hasan Akgul, got ku bi Komapel re civînek çêkirine û ji bo vê klîbê di vê civînê de biryar girtine. Akgul balkişand ser armanca klîbê û wiha got: “Me xwest ku em nîşan bidin ku çanda kurd di çi serdemê de dibe bila bibe, dikare bê jiyandin. Loma jî me di klîbê de cih da newayên kurd.” Akgul da zanîn ku efektên klîbê, di kompîturê de çêkirine. (© HAWAR DENGÛBAS)
 

 

 

REKLAM

 

 


REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006-2007 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music