01
Berfanbar(Kanûn) 2007
NÛÇE
Awaza
bilûra Tahirê Bilûrvan ji bo çiya ne...
Tahirê Bilûrvan ku berê kêf û şahiyan bi awaz û stranên bilûra xwe dianî
ziman, piştî ku di sala 1987'an de kurê wî derket çiya, tenê ji bo hesret û
bêrîkirinê pifî bilûra xwe kir. Tahirê Bilûrvan, bi hesreta kurê xwe salên
dirêj e dixwaze dengê efsûnî yê bilûra xwe, bi çiyayên Cudî, Gabar û
Herekolê û bi zozanên bêhna biharê jê tên, bide bihîstin.
Hawira bi pevçûn ku li herêmê demeke dirêj e didome, bandorê li aboriyê,
jiyana civakî û siyasî kir. Her wiha, li hunerê jî kir. Herî zêde jî,
hunermendên herêmî di bin vê tesîrê de man. Hunermendên herêmî ku ji ber
stranên kurdî yên di dawetan de gotin her tim hatin binçavkirin û girtin,
hewl dan ku xebatên xwe bi derfetên hindik ên di destê xwe de, bikin. Ji ber
vê sedemê, dengê wan derneket derveyê bajarê wan. Yek ji hunermendên ku li
dijî pêkutiyê û bişawtina çandî hewl dan bibin alternatîfek jî, Tahîr Bayar
ê wek Tahirê Bilûrvan tê nasîn e. Tahirê Bilûrvan ku herî zêde di bin
bandora pevçûnan de ma, newayên xwe yên ku berê li ser evîn û rengê jiyanê
ava dikir, bi çûyîna kurê xwe yê ku çû çiya re, li ser hesret, xemgînî û
bêrîkirina xwe datîne.
Ji deh sazila xwe heta niha li bilûrê dixe
Bayar êşên kişandin bi riya bilûra xwe dide der, li Navçeya Silopiya Şirnexê
dijî. Serpêhatî û çîroka wî jî dişibe ya hostayên din ên bilûrê. Tahirê
Bilûr van ku li gundê Divinê di 1941'an de ji dayîk bûye, bavê 4 zarokan e.
Bayar di 10 saliya xwe de dest bi lêdana bilûrê dike. Piştî perwerdehiya ji
hostayên din ên bilûrê yên herêmê yên mîna Çolî, Mistê Şero û Eliyê Etu
digire, xêr û şeran û civatan hestên xwe bi riya bilûrê vedibêje. Piştî
windakirina xizmek xwe 20 salan ji bilûrê dûr dikeve. Lê Tahirê Bilûrvan
piştî Şerê Kendavê yê di 1990'an de ku ji bo xwe wekî mîladekê bi nav dike,
cardin dest bi bilûrê dike.
Dema kurê wî derket çiya bilûr girt destê xwe
Bayar diyar kir ku bilûr wekî bengîniyê, nexweşiyeke ye û da zanîn ji ber ku
bi salane bilûr negirtiye destê xwe, wekî birovekî bilûra wî jê xeyidiye.
Bûyere ku di be sedema Tahirê Bilûrvan bi bilûra xwe re li hev were, di sala
1987'an de tevlê bûna kurê wî ya PKK'ê bûye. Tarihê Bilûrvan, vê yekê wiha
vedibêje: "Berê dema ku min li bilûrê dixist ez pêr kêfxweş dibûm. Hin caran
keçikan çîçekên reng bi reng ên ku kom kiribûn didan min û dixwestin ez li
bilûrê bixim. Wê demê awaza bilûra min hîn xweştirbû. Lê niha dengê bilûra
min jî wekî yê min xemgîne. Piştî ku di sala 1987'an de kurê min tevlî PKK'ê
bû, dengê bilûra min êdî hertim bi hesret û xemgînî derket."
Tahirê Bilûrvan ku ev bi salane ji kurê xwe agahiyan nagire wiha dom kir:
"Bi çûyina wî re dengê bilûramin jî guherî. Li şûna awazên evînê, hesreta
kurê min girt. Her ku hesreta min zêre dibe, ez bilûra xwe digirim destê xwe
bi kuraniya dilê xwe ve diçim. Bilûra min hesreta min dide der. Heke min bi
bilûra xwe derd, nefrîn û hesreta xwe naniya ziman ez ê ji derdan dîn
bibûma. Ya ku êşa dilê min herî baş famdike bilûra min e."
Gelek hunermend wiha winda dibin
Tahirê Bilûrvan ku demek dirêj di Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Silopiyê de
xebat meşandiye û bi qewala xwe reng daye çalakiyan niha jî li Navenda Çand
û Hunerê ya Mem û Zînê ya li Cizîrê xebatên çand û hunerê dimeşîne. Tahirê
Bilûrvan niha li warê qedîm ê Mem û Zînê bilûra xwe ya caran dibe zimanê
xemgînî û caran dibe zimanê şahiyê bi ba dixe. Tahirê Bilûrvan diyar dike ku
bi sedan kes ji ber ku derfetên wan tinin wekî wî li aliyekê hunera xwe bi
serê xwe îcra dike û wiha dibêje: "Tişta min xemgîn dike ev e. Yên bi
îdîayek cuda derketine rê jî li huner û henermend xwedî dernakevin. Ez 66
salî me. Li aliyekê debara malbata xwe dikim û li aliyê din hunera xwe îcra
dikim. Ev gelek zor e." (Dîha)
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|