|
04 Gulan 2008
NÛÇE
Xelîl Xemgîn vê
carê got: Ax
Xelîl Xemgîn vê carê bi albûma
‘Ax’ê derket pêşberî hezkiriyên xwe. Xemgîn, konsepta albûmê tevî Hekîm
Sefkan amade kiriye.
Xelîl Xemgînê ku ev bi dehan sal e dengê wî pêlan dide, li Çiyayê Kurmancê
hatiye dinê. Wî dengê çiyê girtiye û bi wî dengî distrê, bi wî dengî heta
niha çend albûm pêşkêş kirine. Ew di albûmên xwe de pirsgirêkên gel tîne
ziman, heta niha jî her bûye dengê gel û hunermendê gel. Nifşê salên 1980'yî
û yên piştî 1990'î bi dengê wî mezin bûn, hin ketin bin bandoreke mezin û
beşdarî têkoşînê bûn, hin pê giriyan, hin pê coşiyan... Ev coş piştî salên
2000'î jî dom kir. Xemgîn ku hezkiriyên xwe bê stran û dengê xwe nahêle,
dîsa albûmeke nû, afirandike nû pêşkêş dike.
Stranên wî hêlîna guhdaran in
Hunermend Xelîl Xemgîn piştî ‘Bagok’ (1988), ‘Ey Şehîd’ (1992), ‘Name’
(1995), ‘Zend’ (2004), ‘Kehniya Stranan’ (digel Diyar derxist) û ‘Siwaro’
(2007) ku ji stranên berê pêk dihat vê carê bi ‘Ax’ê silav li guhdarên xwe
kir.
Konsepta albûmê digel Hekîm Sefkan hatiye amadekirin û ji stranên di albûmê
de 5 jê gotinên wan aîdê Sekfan in, yek jî Hekîm Sefkan û Xelîl Xemgîn bi
hev re gotinên wê nivîsandine. Xelîl Xemgîn ku di albûmê de gotinên ‘Here’
wî bi xwe nivîsandiye, her wiha stranên ku gotinên wan aîdê Seyidxan,
Ferhadê Îçmo û Cegerxwîn in xwendiye.
Ew, di nav muzîka kurdî de bi deng û rawestana xwe xwedî ciheke taybet e. Bi
dengê xwe yê xurt û xwezayî, xwedî şiroveyeke serketî ye; bi vî awayî
guhdaran dikişîne nava stranên xwe, ji wan re li wir hêlînekê çêdike û wan
li wir bi cih dike... Hunermend Hekîm Sefkan ji bo Xemgîn gotinên, "Xelîl
Xemgîn yek ji wan kesan e ku pir kêm mîna dengê xwe, gotin û melodiyên tije
diafirîne. Ji guhdarîkirin û karkirina bi Xelîl Xemgîn re ez têr nabim" bi
kar tîne û Seyidxan jî wisa dibêje ji bo Xemgîn; "Ew bi dengê xwe yê dawidî
bi salan e hewl dide helbest û awazên bi naveroka xwe dewlemend pêşkêşî
hunerhezan û gelê xwe bike."
'Eman hey lê' bi şêweyeke din hat
Xemgîn di ‘Ax’ê de jî ev derxistiye pêş. Bi starana ‘Rojên berê’ berê
guhdaran dide rojên berê, di ‘Hewar’ê de gazî teyr û tilûran dike û yek bi
yek azad dike girtiyan.
Wî strana ‘Şengal’ê xwendiye ji bo bîranîna şehîdên li hêrema Şengalê: Di
‘Şengal’ê de bi daxistin û bilindbûna newayê tabloyeke xweş pêşkêş kiriye,
di ‘Eman hey lê’ de jî derketiye derveyî şêwaza xwe. Helbesta ‘Eman hey
lê’ya Cegerxwînê navdar bi şêwaza rapê hatiye xwendin: miheqeq dê bibe
mijara nîqaşan lê bi ya min deriyeke nû û xweşik vekiriye li hunera xwe
Xelîl Xemgîn.
Di albûmên Xelîl Xemgîn de miheqeq stranek heye ku guhdaran tevî dengê wî
dike û dibe û hey dibe. Dibe di ser çiyayan re digerîne, li zozanan peya
dike, bêhna wê derê pêşkêş dike. Di vê albûmê de jî navê vê birinê ‘Here’ ye
û straneke bi vî rengî ye.Ev strana xweşik navê ‘Neçe’ lê tê lê çima ‘Here’
lê kirine ez nizanim, dibe ku şaş lê kiribin jî.
Di albûmê de Seyîdxan, Fatê, Hekîm Sefkan û endamên Koma Berxwedan jî bi
dengên xwe keda xwe li albûmê kirine û albûm bûye berhemeke bi xweşikî mirov
lê guhdarî bike.
Di albûma ku hê nû gihîşt ber destê guhdaran de ‘Dinya’, ‘Hewar’, ‘Şengal’,
‘Haydar bin’, ‘Rojên berê’, ‘Em in’, ‘Xwezî’, ‘Here’, ‘Dûr im’ û ‘Eman hey
lê’ bi giştî 10 stran hene. (Cemil Oguz)
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|