muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / HEVPEYVÎN GOTAR / JIYANNAME
HUNERMENDÊN KURD ALBUM                      KLIP / VIDEO              WÊNE
KONSER-FESTÎVAL
MP3                 GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
16 Rêbendan(Çile) 2008  NÛÇE                                                                          Mîrê mûzîka hemdem a Kurdî Ciwan Haco amadekariya albûmeke nû dike
Ciwan Haco

 Girêdan

Malper-Malpereke Ciwan Haco

 

 MUZIKKURD.com

Hunermendê bi navê deng ya mûzîka hemdem a Kurdî Ciwan Haco dest bi amadekariyên albûmeke nû kir. Li gor agahiyên ku MUZIKKURD.com bidest xistiye albûm dê dawiya 2008'an de bigehêje destê guhdarvanan. Her wiha hate hîn bûn ku wekî ku Ciwan Haco di her albûmê de bi şêwazeke din derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe di vê albûma xwe ya nû de jî şêwazeke nû û pêşketî bikarbîne.

Her wiha hate hîn bûn ku Ciwan Haco ser projeyeke din jî dixwebite û di vê projeya xwe de jî hin stranên gelêrî ji nû modernize bike û bistre.

Ciwan Haco ji sala 1978'an vir ve bi avayekî profesyonelsale ku xizmetê dide Mûzîka Kurdî û heta niha 14 albûmên wî tevlî arşîva mûzîka Kurdî bûne.Ciwan Haco (Ji xeynî Koma Wetan) mûzîka Kurdî de yekem şêwazên modern wek rock,blues,cazz,etno-cazz,etno-pop,etno rock,elekronîn cazz bikarnî.Ango Ciwan Haco destpêka Mûzîka Modern a Kurdî ye.

Ciwan Haco li gel hemû rexneyên neyenî armanca xwe dev ber neda û serket.Piştî Ciwan Haco gelek ciwan û mûzîkkarên kurd dest bi çêkirina mûzîka modern kirin û ev yek jî bû egere pêşketina Mûzîka Kurdî.Em dikarin Ciwan Haco wek şoreşvana mûzîka Kurdî bi nav bikin.Heta niha her albûmê Ciwan Haco bi baldarî hat şopandin û gûhdarî kirin.

Ciwan Haco herî dawî 2006’an albûmek bi navê “Off” ku bi şêwaya pop hatibû amade kirin û asta qelîteya wê albûmê gelek zêde bû û hezkirîyên Ciwan Haco û guhdarvanên muzîka Kurdî gelek jê menun ma bûn derxistibû. Di albûma “Off” de avayên rock, pop û hwd… hati bûn bikaranîn û di warê saundê de jî di asteke bilind de bû. “Off” li gel korsan û mp3'an dîsa jî di warê firtoinê de serketineke mezin bidest xisti bû.

Ciwan Haco bi her albûma xwe deriyeke cûda bo muzika Kurdî vekir û şêwe û avayên cûda bi pêşketineke deng û muzîkalî tevlî muzîka Kurdî kir.

Wisa tê hêvî kirin Ciwan Haco bi vê albuma xwe jî hem di warê muzîkalî û hem di warê sektorî de gelek tiştan bide muzika Kurdî


Albûmên Ciwan Haco Ku hate niha derketine evin;


1-Emîna Emîna(1970)

2-Pêşmerge(1978)

3-Diyarbekîr(1981)

4-Gûla Sor(1983)

5-Leyla(1985)

6-Girtîyên Azadîyê(1987)

7-Çaw Bella(1989)

8-Sî û Sê Gulle(1991)

9-Dûrî(1994)

10-Bilûra Min(1997)

11-Destana Egîdekî(1998)

12-Derya(2003)

13-Na Na(2004) (Single)

14-Off(2006)

Her wiha di dema serhildana 12ê adarê ya Rojavayê Kurdistanê de jî stran û klîbek bi navê “Binxet Xembare” weşandibû.

Pêşniyar;
Ger hûn albûmên kevn ya Ciwan haco guhdarî kiribin û dixwazin Ciwan Haco yeke din û pêş asta cîhanî nas bikin peşnîyarê me ewe ku ger peyda bikin divê albûma Derya(2003) bistînin û guhdarî bikin. Derya bi şêwaya elektronîk cazz hatiye amade kirin û asta qelîteya wê albûmê gelek zêde ye. Bê guman jê albûma wî ya dawîn "Off" jî nemînin.
 

 


 

REKLAM

 

 


REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
© Copyright 2006-2008 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music