muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / HEVPEYVÎN GOTAR / JIYANNAME
HUNERMENDÊN KURD LISTE                          KLIP / VIDEO              WÊNE
MP3                    GIRÊDAN          PÊYWENDÎ
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 

 

 

 

 

 

 

 

GIRÊDAN

 
 
       
10 Sibat 2008 NÛÇE                                                                          Rojîn li Kurdistana azad mizgîna albûma nû da
Rojîn

 Girêdan

Malper- Malpera Rojîn

 

 MUZIKKURD.com

Hunermend Rojîn ji bo sazkirina konserêkî taybet bi daweta wezareta werziş û lawan çû Kurdistana Federe.

Her wiha Rojîn ji xeynî vê konserê beşdarî çalakiyên din yên hûnerî bû her wiha medyaya Kurdî ya Kurdistana azad ve jî ji nêz ve hate şopandin û çend televizyonan de jî derket bernameyan.

Hunermend Rojîn di derbarê başûrê Kurdistanê de wiha got: "Hewlêr gelek mezin û avedakirî bûye, ez rastî gelek guhertin û pêşveçûna li Kurdistanê hatim û dilêmin pê gelek xweşbû. Ez bawerim û dixwazim bila li vê derê çand û hûnera KurdÎ ji vê pêşktinê para xwe bigre. "

Rojîn mizgîniya alabûma xwe nû jî da

Hûnermend Rojîn diyar kir kû piştî 3- 4 mehên din dê albûma were amade kirin û got "CD û berhemekî nû pêşkêşî guhdarvanan bikim û hêvî dikim kû ew stranên nû yên di CD ya nû de jî wekî her dû stranên min ên berê Hêjayî, Ay dil ji aliyê gelê Kurdistanê ve bê hezkirin.

Rojîn diyar ku di albûma xwe ya dawî de cîh bide stranake bi zaravaya kurdî ya soranî jî.

Kurtejiyana hûnerî ya Rojîn


Albûma wê ya pêşî, “Ya Hep Ya Hiç” di sala 2000a de derket. Gelek bal kişand û dengekî bilind derxist. Di vê albûma xwe de çend stranên Ciwan Haco wergerandi bû zimanê Tirkî. Piştî vê, bi fîrmaya profesyonel û navneteweyî, Sony Mûzik re peyman danî. Bi vî awayî sîngleya xweyî pêşî derxist û di arenaya navneteweyî de xwe da qebûl.

Ev di serî de ji bo wê dûre jî ji bo mûzika Kurdî û a etnîk pêşketinek baş bû. Albûma wê ya duyemîn a bi navê “Sî” wek sîngle di 2003a de derket êdî derbasî mûzîka Kurdî bû dest bi gotina stranên Kurdî kir. Ev sîngle ji aliyê gel ve hat qebûl kirin û gihîşt gelek deveran. Di Festîwal a Bazîdê de ji ber stranek Kurdî got DGMê biyara girtina wê a giyabî (paşpenî) da. Li berxweda. Qîrîya kû tu sûc nekiriye û teslîm nabe. Di vê demê de xebatên wê yî ji bo albûma nû berdewam bû.

Di sala 2005a de albûma xwe yê dawî “Jan” derxist. Vê albûmê ji ber têkîlîyên di hundirê wê de û mijarên wê, gelek deng derxist. Lewre di albûmê de 9 bi Kurdî, 6 bi Tirkî 15 stran hebû. Stranek qlasîk a awaza wê Ara Dinçkiyan çêkiriye û Sezen Aksû dibêje “Vazgeçtim”; a Melike Demiraş “Arkadaş”, û a Lorena Mc Kennit “Tango to Evoro bi Kurdî got. Taybetiyek din a albûmê jî hema bêje nîvê stran û awazê di albûmê de wê çêkiribû. Albûma nû lezgînîyeke cidî da jiyana wê yî huner. Li ser albûmê gelek hevpeyvîn bi televîzyon û rojnameyan re kir. Di 12 Nisan 2005a de xelat a “Altin Kelebek (Perperoka Zêrîn), En İyi Halk-Etnik Müzik (Xelata Mûzîka Herî Baş ya Etnîk-Gelêrî)” stand. Xelat a “Altyn Kelebek” ev cara 32a ye tê dan û bi rayê gelî, xwedîyê xelatê tê tespît kirin.

Xelat di dîroka xwede cara pêşîye kû dikeve destê hunermendek ku muzîka Kurdî çêdike.
(çavkaniya kurtejiyanê: malpera rojîn)
 

 


 

REKLAM

 

 


REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
© Copyright 2006-2008 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music